Kurd li Cinêvê
Li Cinêvê bi sedan dezgehên ragihandinê hebûn, lê me endamekî şandeya encûmena Niştimanî ya kurdî, weke nûnerekî kurd di kongireke rojnamegeriyê de nedît, ne jî li ser TV yekê, yan ji ajansekê re axivî, me nûnerê kurd, weke sûriyekî dijber jî nedît, weke endamekî şandeya dijberiyê. Ev pirs gellekî girîng e, li dardixe pirsa li ser sedemên beşdariya kurdan di Cinêvê de_ kurdan li Cinêvê, bêhtirî ku çûn Cinêvê çi kirin?!
Li Cinêvê doza kurdî nehate geftûgokirin, ne jî kesek li ser kurdan axivî. Kurd qurbanên diwêrkirin û cudakirina pêncî salî, bi kes û doza xwe dîsa qurbanên heman kiryarê bûn li Cinêvê û mirovên ku nuha ne dema wan e hatin hejmartin, li vir reşdîroka kurdan berdewam dike, pejirandina kurdan ku doza wan ne sereke be, were patkirin bo siberojê _mijar li vir e, pirs li vir e û sedem li cem şandeya diberiyê ne, bersiv li cem endamên şandeya kurdî ne, yên ku xwe nûnerên kurdan dîtin, bêyî ku giranî û girîngiya kurdan ava bikin..
Alûziya kurdî bi desteya Kurdî ya bilind re destpê dike, dema, weke nûnereke kurdan, ku hemî aliyên kurdî yên siyasî li wê dest bi xwe nekir û bi erkên xwe ranebû. Cinêv bêyî kurdan_pêkhateyê Sûriyê û alûziya Sûriyê yê sereke_ li dar nediket, ji vê nayim xwarê, encûmena Niştimanî ya kurdî, dema çû Cinêvê, ji derve yî desteya Bilind, di şandeya hemhengiya Sûriyê ya dijber de, weke nûnera kurdan wê bingeha Cinêvê raxist, Hemhengiyê, bi rola xwe dizanî bû ku encûmena Niştimanî ya kurdî, li ser qadê ti kaxêzên wê tune ne, lê, di heman demê de dizanî bû çawa kurdan, weke kaxez bi xwe re bibe, bi wê Cinêvê li darbixe, wê derbixe, dema ku bixwaze xwe weke berevana mafê hemî pêkhateyên Sûriyê diyar bike û veşêre dema li Cinêvê kurd doza mafên xwe bikin. Encûmena Niştimanî ya kurdî dikarî bû, bi encûmena Gel ya rojavayê Kurdistanê re, di rêya desteya Kurdî ya bilind re helwestekê bistîne, dikarî bû neçe Cinêvê ger doza kurdî ne li ser maseyan be, wê demê kê dikarî bû bibêje ku bera kurd neyên, Cinêv bêyî wan dibe? Cinêv, bêyî komîta Hevrêziyê bû, lê bêyî kurdan nedibû ger wan xwestiba. Encûmena Niştimanî ya kurdî cudakirina encûmena Rojavayê Kurdistanê ji henteşiya Cinêvê derfetek dît ku xwe nûnera kurdan bibîne, li cihê desteya Bilind, bêyî encûmena Gel ya rojavayê Kurdistanê. Gellek wiha dibêjin.
Cinêvê destpê kir, lê kesek nizane wê kengî û çawa bi dawî bibe, yan li ser çi. kurdan li Cinêvê tiştek nekirin, ev, bi sedemên xwe vedigere ku kurdan ranehijt kaxeza xwe û bi destên xwe nebirin, di rêya desteya xwe ya Bilind re, ku mezintirîn pêkhateya siyasî ye li Sûriyê dema çalak bibe, encûmena Gel ku hevpişka kurdî ya li ser qadê ye, xwedî kaxez, hêz û rêxistin e neçû Cinêvê_ naxwe kaxezên kurdan çi bûn bo doza xwe deyinin ser maseyan?!!
Cinêv wê berdewam bike, wê dirêj bike, weke ku diyar e, gelo hîna kurd dikarin mala xwe ya siyasî, ji nû ava bikin, kaxeza xwe bistînin û bi destên xwe derbixin, weke dozeke îro û rewa?!