Kartên Kurdan û êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê

Li hemberî êrîşên hovane ku Artêşa Tirkiyê ligel hevalbendên xwe ji hêzên tundrew ên dijberiya Sûriyê bi ser bajarê Efrînê de, şervanên Kurd soza xwe pêk tînin. Ew çiyayên Efrînê ne. Di nav darên zeytûnan de, derbeyên giran li Artêşa Tirkiyê ku duyem hêza di NATOyê de ye dixin.


Artêşa Tirkiyê hemû cureyên çekên giran li dijî Efrînê û li dijî dîrok û nişteciyên wê yên sivîl bikar tîne, çi Kurd bin, çi penaberên Sûriyê bin yên reviyayî ji rejîma Sûriyê û bi tenê li Efrînê li can û rûmeta xwe ewle bûn. Tirkiye û hevalbendên xwe di qirkirina gelê Kurd û guherandina demografya bajarê Efrînê de berdewam in.


Li Efrînê ceng û berxwedana şervanên Kurd berdewam e. Ligel bêdengiya Amerîkaya hevalbenda hêzên Kurdî di şerê li dijî DAIŞê de û rêkeftina Rûsyaya alîgir û parêzvana rejîma Sûriyê.


Li vir bêtirî berxwedana şervanên Kurd ku baweriya me bi wan riha ye, em dikarin çi bikin?! Bêtirî xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê û banga yekrêziya Kurdî û pêkanîna hemû bingehên yekrêziyê?! Ev e pirsa parastina Efrînê li hemberî cenga ku Tirkiyê hemû hêza xwe di ber de terxan kiriye, li dijî gelê Kurd yê aştîxwaz û nerîna giştî li Tirkiyê ava kiriye ku cenga Efrînê cenga ewlekariya Tirkiyê ye.


Kurd di dîroka xwe de bi dostên xwe tên xapandin, derbeyan ji dostên xwe, berî dijiminê xwe dixwin. Di cenga Efrînê de bêdengiya Aemrîkayê xwekişandinek e ji erkên hevalbendiyê. Kurd dikarin ji Aemrîkayê re hêza xwe diyar bikin. Hêzek in, Amerîka, ne bi tenê bi wan yan bi wan re şerê DAIŞê dike û dema DAIŞ têk heree, Kurdan, bi tenê armanca rejîmên hov ên li derdora wan bihêle.


Kurd bi hêsanî dikarin xwe ji bereya Dêrezorê, weke mînak bikişînin û ber bi Efrînê ve herin. Bi armanca parastina gelê xwe, gurên DAIŞê yên li wir beredayî bi ser rejîma Sûriyê û Iraqê de bipejiqin, bi ser Amerîkayê de ku serkeftina xwe, bi xwîna şervanên Kurd li ser DAIŞê lidar xist, herwiha Rûsyayê.


Şêlûbêla ku Kurd dikarin bikin, wê deverê sê salan bi paş de vegerînin û hemû kaxezan li nav hev bixin. Gelo Amerîka amade ye sê salan di şerê terora DAIŞê de bi paş de vegere?


Kurd dikarin li Bakurê Kurdistanê kolanan bi xwepêşandanan geş bikin, bi asêbûnan û nerîna kolana Tirkiyê û navdewletî bilivînin û diyar bikin ku cenga Tirkiyê bi ser Efrînê de cenga tunekirina gelê Kurd e.


Herwiha bila gerîla dest bi operasyonan bikin. Em ti caran ne dilxwazên şer bûn. Em di rewşa berevaniyê de ne, di ber bajar û hebûna xwe de. Gerîla di hundirê Tirkiyê de, bi operasyonên xwe, ligel berxwedana YPG û YPJê wê kolana Tirkiyê bi paş de vegerînin, bigihînin nerînekê ku cenga AKP ne cenga ewlekariya Tirkiyê ye weke ku Erdogan diyar dike.


Erdogan gelê Tirkiyê ber bi cengekê ve dibe, bi armanca berjewendiyên xwe yên taybet. Cenga ku wê bi hêsanî bi dawî nebe, êrîşî bajarekî aram dike, bi behaneyên ku kesekî razî nakin, ji pêvî şovenîzm û hêzên tundrew ên Hevahengiya Niştimanî ya Sûriyê.


Ji tewera Minbicê Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) êrîş bikin ser destekên Tirkiyê li bajarokên Cerablus û Ezazê, herdu bajarokên ku Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, ji wan êrîşî Efrînê dikin û hewl didin Efrînê dorpêç bikin.


HSD çend derbeyên giran li wan bixe û taktîka wan têk bibe. HSD wan dorpêç bike, di xefkekê de, buhişta ku Erdogan, bi derewan di xewnên gelê Tirkiyê de hûnandî bibe dojehek li ser gelê Tirkiyê, ku har bibe, bi ser Erdogan de û nijadperestiya AKP ku Tirkiyê ber bi nenasiyê ve dibe.


Hemû rê li ber Kurdan vekirî ne. Armanc parastina Efrînê ye, parastina zarok, dê, kal û dîroka Efrînê ye. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li pêşberî erkê xwe yê netewî ye, biryara xwe bistîne li hemberî Hevahengiya Niştimanî ya Sûriyê ya alîgira Tirkiyê bi hêzên xwe yên tundrew di cenga bi ser Efrînê de. ENKS nas dike ku cenga Tirkiyê li dijî Kurdan e, ne li dijî partiyekê, yan partiyeke din e. Tirkiye napejirîne ku du mirovên Kurd aram bijîn, li ku derê be.


Ev biryar di destê ENKSê de ye. Hemû biryar di destên Kurdan de ne, ku ber bi rawestandin qirkirina Efrînê ve herin. Xwîna zarokekî Kurd li Efrînê, di nerîna gelê Kurd de li hemberî hemû siyaset û berjewendiyên dewletan e, li hemberî hemû Tirkiyê û hevalbendên wê ye.


Berpirsên Kurd divê biryara xwe ligel şervanên Kurd bistînin, li gelê xwe guhdarî bikin û bi qasî baweriya gelê xwe bin.