Peyama Ocalan xizmeta kê dike?

Roja 28ê Sibata 2015ê, Abdullah Ocalan bangewaziya xwe ya “dîrokî” ragihand. Lîderê girtî yê PKKê daxwaz ji Qendîlê kir ku vê biharê kongreyekê lidar bixin û biryara bidawîanîna xebata çekdarî bidin. Ev pêngava Ocalan xizmeta çareseriya doza kurd li Tirkiyê dike yan xizmeta wî tiştê ku jê re dibêjin “pêvajoya çareseriyê” dike? Wê çi bi dû vê bangewaziyê de bê? PKK dê bi rastî çekan deyne?

Ezê ji bersiva pirsa dawî dest pê bikim. Qendîl wek pêwîst bersiva vê daxwaza Abdullah Ocalan nade. Beriya her tiştî, daxwaza Ocalan bixwe ne zelal e. Di wê teksta ku Sirri Sureyya Onder xwend de, me fam nekir gelo Ocalan daxwaz dike PKKê bi temamî çekan deyne yan tenê dawî li xebata xwe ya çekdarî li hember Tirkiyê bîne?

Eger mebest danîna çekan be, ev daxwaz qet pêk nayê. Eger PKK bixwaze jî êdî nikare çekan deyne. Çimkî PKK niha li çend bereyên cuda bi rastî di nav şer de ye. Vêga PKK şerê DAIŞê dike û ev şer wê PKKê ji lîsta terorê bide dexistin û wê bike yek ji hevalbendên Ewropa û Amerîkayê.

Eger mebesta Ocalan bidawîanîna xebata çekdarî jî be, ango eger ev daxwaza Ocalan ji bo wê be ku PKK çalakiyên xwe yên çekdarî li dijî Tirkiyê rabigre, jixwe ev ne tiştekî nû ye. Ev bêhtirî du salan e ku PKK şerê artêşa Tirkiyê nake. Êdî wateya vê daxwaza Ocalan di vê demê de çî ye û girîngiya wê di çi de ye?

Bêguman ez li dijî wê yekê me ku PKK xebata çekdarî dewam bike. Ji niha bi şûn de ev ne tenê xizmeta doza kurd nake, lê kêşeyan aloztir jî dike. 30 salên borî peyitandin ku xebata çekdarî li Bakurê Kurdistanê ti encaman nade. Zelal û eşkere ye ku Îmralî jî hest bi vê rastiyê kiriye. Lê gelo Qendîl û ciwanên ku bi navê ‘Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger,YDG-H’ li bajarên Bakurê Kurdistanê belav bûne û xweseriyê îlan dikin, dê stûyê xwe li ber vê daxwaza Îmraliyê xwar bikin? Bi nerîna min na.

Ocalan di peyama xwe ya 2013ê de bi zelalî digot: “Qonaxa xebata çekdarî xilas bûye.” Herwiha bi van peyvan daxwaz kir ku çekdarên PKKê ji sînorên Tirkiyê derkevin: “Careke din dibêjim ku êdî em gihîştine wê qonaxê ku hêzên me yên çekdar herin derveyî sînor. Ez piştrast im jî ku hemû kesên ku dilê xwe dane min û baweriya wan bi vê xebatê heye, pir baş hestyariya proseyê fam dikin û gav davêjin.”

Wek tê dîtin, Abdullah Ocalan bi zimanekî pir hêsan ji PKKê re dibêje ji sînorê Tirkiyê derkevin ku ti tefsîr û ravekirinan hilnagire. Lê di du salên borî de, me dît ku Qendîlê ev daxwaza Ocalan cîbicî nekir. Proseya vekişîna PKKê ji axa Tirkiyê hat parçeparçekirin û derengxistin, heta ku ji bîra raya giştî hat birin.

Ev pêngava Ocalan bi encam be yan na, xizmeteke mezin digihîne wî tiştê ku jê re dibêjin “pêvajoya çareseriyê.” Lê xizmeteke berteng jî digihîne çareseriya kêşeya kurd li Tirkiyê. Ev, du têgehên cuda ne. Proseya ku sala 2005ê bi gotara Erdogan li Amedê dest pê kir û di danûstandinên Oslo de derbas bû û peyamên Ocalan di Newrozê de ew ber bi pêş ve bir, jê re tê gotin “pêvajoya çareseriyê”. Ev projeyeke hikûmeta Tirkiyê ye bo bidawîanîna çalakiyên çekdarî yên PKKê. Tirk ji gotina vê şerm nakin, tew yasaya ku qaşo zemîna yasayî ya vê proseyê dirust kiriye, navê wê “yasaya nehîştina kêşeya terorê” ye. Eşkere jî dibêjin ku armanca wan “rizgarkirina Tirkiyê ji belaya terorê ye bo mezinkirin û bihêzkirina welêt.”

Li kêleka vê proseyê jî, di çarçoveya demokratîzebûna Tirkiyê û bihêzbûna Herêma Kurdistanê nola pêkhateyeke siyasî ya kurdî li Rojhilata Navîn û beşdariya kurdên Bakurê Kurdistanê li jêr sîwana HDPê di proseya siyasî ya Tirkiyê de, tevî pakêtên demokratîk ên AKPê, proseyeke din heye. Ev proseya çareseriya kêşeya kurd e. Ev proseya duyemîn, kes lê xwedî dernakeve û pir bi sistî bi pêş ve diçe.

Bi kurt û Kurmancî, tew eger ev pêngava Ocalan bê bicihanîn jî, encameke berçav jê dernakeve. Ew eger jî heye ku Qendîlê ber bi parçebûnê bibe. Kîjan ji van be jî, li şûna ku xizmeteke rasteqîn bigihîne doza kurd li Tirkiyê, xizmeta “pêvajoya çareseriyê” dike ku di rastiya xwe de li ba tirkan tê wateya çareserkirina arîşeya terorê. Ev jî bê şik û guman xizmeta AKPê ya desthilatdar dike. AKPê di kampanyaya hilbijartinên giştî yên îsal de ku meha Hezîranê tê sazkirin, vê peyama Ocalan nîşana serketineke xwe ya mezin dide nasîn bo çekdanîna PKKê, yan weke ku ew nav lê dikin “nehîştina terorê.”

Ji aliyekî din ve jî, wê peyamê dide neyarên xwe yên tirk ku di egera derbaskirina astengiya ji sedî 10 ji hêla HDPê ve ku dibe sedemê kêmbûna kursiyên AKPê li parlamentoyê, her pêwistiya wê bi kesî nabe bo nivîsandina destûra nû. Li wê gorê ku HDPê pê re dibe, çimkî di danezana hevbeş a roja 28ê Sibatê de, herdu aliyan teqezî li ser beşdariya di nivîsandina wê destûrê de kirin.