Tirkmen ji bo vegera Kurdan dikarin bibin derfet
Roj bi roj rewşa Kerkûkê ji bo Kurdan zehmetir dibe. Sedem heman tişt jî be lê tişta çêdibe rastiyeke, ku 16ê Cotmehê Kerkûk biriye qonaxekî nû. Qonaxek ku mirov dikare wek “serdema şkestina projeyên siyasî yên Kurdan” binav bike.
Di şikil de tişta xuya bû anîna artêşa Iraqê bû lê divê ev ji bîra me neçe ku ev di heman demê de encamek jî bû. Encama nakokiyên me yên navxweyî, xirûr, bêbakî, talanî û hilbijartina rêya xelet bû. Piştî ketina Sadam derfeteke zêrîn ji bo Kurdan peyda bû da ku bikarin bi razîkirina hevbajariyên xwe, pirsgirêka Kerkûkê di berjewendiya serxistina projeyên xwe de çareser bikin.
Lê rêya xelet hate hilbijartin, hevbajarî hatine piştguhxistin û destê xwe avêtine xelkên derveyî bajêr. Di encamê de pêkhateyên Kerkûkê ji hejmûna Kurdan sil bûn û rê nedan bajêr di wê arasteyê de biçe ku Kurdan jêre nexşe kişandibûn.
Di destpêkê de navendên biryarê yên Şîe li Bexdayê di wê baweriyê de bûn, ku eger Kerkûk ji Kurdan re nemîne dê ji Suneyan re bibe pêgeheke siyasî û aborî ya bi hêz. Ji lewra çavê xwe ji wê yekê re girtin û hiştin ji aliyê siyasî, îdarî, ewlekarî û herwiha leşkerî ve jî kurd li Kerkûkê serwer bin.
Têgihişitina Tirkiyê jî li hember Kerkûkê pir hatibû guhertin. Heta wê astê ku piştî hatina DAIŞê û kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, di dema guftûgoyên taybetî yên girêdana petrola Kerkûkê bi aboriya Kurdistanê ve, Erdogan ji şanda Kurdistanê re dibêje: “Em ne li dijî wê yekê ne ku Kerkûk bixin ser Herêma Kurdistanê. Lê rastiyek heye ku divê hûn liberçav bigrin; Hûn nikarin wek Silêmanî û Hewlêrê hukmê li Kerkûkê jî bikin. Divê hûn di dema rêvebirinê de hevbeşiya pêkhateyên din jî li ber çavan bigrin.” Lê me wiha nekir, ku rêya rast ev bû.
Ji bingehê ve têgihiştina Kurdan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê xelet bû. Lewma jî astengî derketin. Ji bo serxistina vê rêyê divêya hevbeşek peyda bikirana da ku şansê serkeftina projeya çareseriyê jî bilind bigirtana. Pêwîstiya Kurdan bi şîrîkatiya Tirkmenan hebû da ku bikarin Kerkûkê ji destê Ereban derbixin. Di dîrokê de jî meyla hevbeşbûna Tirkmenan ligel Kurdan hebû. Lê Kurdan bi zorê Tirkmen paldan wiha kirin da ew bibin alîgirê berdewambûna dagirkeriya Ereban.
Piştî hilweşandina Sadam heta 16ê Cotmehê gelek kêliyên hestyar hene ku divê ji ber wan dîrok biryardestên Kurd siza bike. Lê êdî dem şûnde venagere û weke gelek tiştan ew jî ji Kurdan re dibin dîrok. Ji bo peydakirina rêya rast a çareseriyê Kurd dikarin qerebûya xeletiyên xwe bikin. Pirs ev e; gelo Kurd niha li pey rêyên rast de digerin yan bi xemsarî pişta xwe dane pirsgirêkê û li hêviyê ne ku zeman aşê xwe bi qazanca wan de bigerîne?
Kerkûk niha ketiye nav rewşekî metirsîdar, ew kesên ku rojên piştî 16ê Cotmehê digotin, “Kerkûk aram e û ti metirsiyek li ser Kurdan nîne” niha ji hemû kesan baştir dizanin ku Kurd li Kerkûkê rûbirûyê xulekî din ê paqijkirina nijadî bûne. Dizanin ku herweke destpêka desthilata Beesiyan, niha jî ji nû ve ji bo bi erebkirinê pêngav tên avêtin. Eger pêşiya vê yekê neyê girtin dê ji berî zêdetir reh û qurmê xwe bicîh bike ku careke din Kurd nekarin paşde vegerînin.
Rastiya niha bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin amajeyeke zelal e ku ber bi arasteyekî xiraptir ve diçe û pêgeha Kurdan tê lawazkirin. Plana Bexdayê metirsîdar e û di siberojeke nêzîk de gefên cor bi cor dê bixin ser gundên Kurdan. Ji bo avakirina kembera ewlekariya Kerkûkê dê axa wan ji destê wan were stendin û ew jî dê mal û milkên xwe bicîh bihêlin, li bajarên Kurdistanê bibin aware. Paşî taxên Kurdan bi hêceta vegerandina xwediyên zeviyan û bi hêcetên din werin hilweşandin. Eger Kurd pêşiya vê yekê negrin dê Kerkûkê wisa bikin ku bûyereke weke ya hilweşandina rejîma Sedam jî çêbibe dê nekarin hejmûna xwe bi ser Kerkûkê de zal bikin.
Lê pirs ev e; Kurd çi dike da ku di hevsengiya Kerkûkê de rol werbigre, ku niha ti roleke wan nemaye? Gelo heman xeletiyên berî dê dubare bikin û navxwe ya Kerkûkê piştguh bikin an dê pendan ji wan xeletiyan derbixin û têbigihin ku heta li Kerkûkê nebin hêz ne bi giraniya li Hewlêrê û ne ya li Bexdayê nikarin hevsengiya Kerkûkê rast bikin?
Di rewşekî wiha de me şkestineke mezin xwar. Bihêzbûna pêgeha Kurdan li Kerkûkê tenê bi yekhelwestbûna wan desteber nabe. Raste pêgeha Kurdan giring e lê ev yek tenê deriyê Kerkûkê bi rûyê Kurdan de venake. Wek mercê werekî pêwîste bi hev re bin û paşî li pey derfetê bihêzbûnê de bigerin. Di rewşeke wiha de, ji bo pêşiya metirsiyan were girtin rêyek jî ew e, ku destê xwe dirêjî Tirkmenan bikin.
Tirkmenên Kerkûkê dikarin alîkarê rabûna Kurdan bin. Piştî ketina Sadam heman derfet di destê me de hebû û ji bo wergirtina Kerkûkê me dikarî bibin hevbeşê Tirkmenan. Wê demê pêgeha Kurdan bihêz bû û ev yek nekirin, ji lewra çarenivîsa Kerkûkê gihişte vê rojê. Niha Kurd pir lawaz in. Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya di Gulana îsal de, Bexda bi riya zalkirina Tirkmenên Şîe û hizra qewmî di nava mezhebê de, pêngavên bêrolkirina Tirkmenên Kerkûkê davêje. Ev yek jî derfetê dide Kurdan da ku rêyekî rast û dirûst bidin pêşiya xwe û bi hevkariya Tirkmenan piyê xwe bixe nav Kerkûkê û rabe.
Lê pirs û guman ew e, ku hinek karakterên diyar ên nav hêzên siyasî yên Kurd de li Kerkûkê piştî vê pêşhateya nû ketine nav dijîtîkirina Tirkmenan û her roj em dibihîsin ku sivikatiyê bi Tirkmenan dikin û wan weke “Cehşên Toranî” binav dikin. Qet gumana min nîne ku ev yek beşek ji wê stratejiyê ye, ku Kurdan li Kerkûkê davêje kêlekekî û paşî ti rolekî ji bo Tirkmenan nahêle.
Divê serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê rêya vê arasteya bi metirsîdar bigrin, ku li Kerkûkê pêşiya milmilaneya Kurd û Tirkmenan vedike. Pêwîstiya vê qonaxê û paşeroja Kurdan li Kerkûkê wê yekê dixwaze ku Kurd bi wê çavê li Tirkmenan binêre, ku ew dikarin bibin kilîl ji bo deriyên Kerkûkê bi rûyê Kurdistanê de vebe.