Av: Geştyara bêdeng
Çîroka avê
Av li her derê ye. Di çeman de diherike, di okyanusan de aram dibe, di nav ewran de ber bi ezmanan ve bilind dibe û qedeha di destê me de tije dike.
Em her roj ji bo vexwarin, çêkirina xwarinê, paqijiyê û geşkirina debara xwe bi kar tînin, lê dîsa jî girîngiya wê wekî nepeniyekê dimîne.
Berevajî agir, ku bi germahî û ronahiya xwe me heyirî dihêle, yan jî ax, ku bi reqbûna xwe me li ser piyan digire, av bi bêdengî dilive û jiyanê diafirîne, bêyî ku bala mirovan bikişîne ser xwe.
Lê di bin vê bêdengiyê de, rastiyeke kûr xwe vedişêre: av ne tenê çavkaniyek lê geştyarek e. Bi xwe re bîranînên çiyayan, aramiya qeşa û cemedan, nûbûna baranê û soza nifşên siberojê hildigire. Di her dilopekê de giraniya demê û nexşerêya jiyanê heye.
Av, jiyan bi xwe ye...
Geştyara bêdeng
"Av ne tenê diherike; ew bîranînên çiyayan, giraniya demê û siberoja her zindewerekî hildigire."
Bê teşe, bê deng, di nav destên me de diherike û diçe. Em vedixwin, xwe pê dişon, xwarinê pê çêdikin, lê em kêm caran disekinin û li ser wê rêwîtiya dûr û dirêj a nepenî difikirin, ku her dilopek berî bigihîje me, tê re derbas bûye. Av madeya jiyana me ya herî naskirî ye, lê dîsa jî yek ji yên herî seyr û sosret e.
Her dilopek xwedî çîrokekê ye. Dibe ku bi sedsalan di nav cemedekê de aram mabe û di bin bêdengiya qeşayê de hatibe pelixandin. Dibe ku di nav rehên daristaneke kevnar re derbas bûbe û ew darên ku xwe ber bi rojê ve bilind dikirin, têr av kiribe.
Yan jî dibe ku carên bêhejmar di nav ewr, okyanûs, çem û axê de geriyabe, berî ku bibe parçeyek ji wê qedeha ku îro di destê te de ye. Av hem bêdespêk û bêdawî ye, hem jî kêlîkek e; hem herheyî ye, hem jî demkî ye.
Çerxa avê
Çerxa avê, ku gelek caran wekî hêlkariyeke hêsan tê xwendin, di rastiyê de rîtma herî kûr û aloz a cîhanê ye. Hilm wê ber bi ezmanan ve radike, tîrbûn wê di nav ewran de dicivîne, barîn wekî baran an berfê wê vedigerîne û dawerivîn wê dibe nav embarên veşartî yên bin lingên me.
Herikîna li ser rûyê erdê wê digihîne çeman, di heman demê de ava binê erdê hêdî-hêdî di rêyên tarî û nedîtî de dimeşe. Bi rêya vê çerxa bêdawî, av okyanûsan bi çiyayan ve, axê bi hewayê ve û her zindewerekî bi hev ve girê dide.
Lê belê, ev çerxa kevnar û pêbawer, îro di bin zexteke mezin de ye.
Çerxeke di bin gefê de
Îro, em şahidên sîstemeke avê ne ku di qeyranê de ye. Qeşa û cemed bi lezeke ku berê nehatiye dîtin dihelin û wê ava ku bi hezaran salan girtî mabû, azad dikin. Ziwabûn û hişkesalî êrişî gelek herêman dike û axeke qelişî û hişk li pey xwe dihêle, li wan cihên ku rojekê çem tê re diherikîn. Lehî bajaran di bin xwe de dihêle û di pêlên xwe yên ji nişka ve jiyan û malan bi xwe re dibe. Embarên ava binerd ku bi hezarên salan çêbûne, bi lezeke mezintir ji tijebûna xwe tên valakirin.
Pirs ne ew e ka gelo vîn û îradeya avê heye yan na – jixwe nîne. Pirsa rastîn ev e: Gelo em ê wekî xwediyên vê emanetê, wê vîn û îradeyê di xwe de bibînin ku rêzê lê bigirin, biparêzin û bi zanebûn bi kar bînin?
Bangek ji bo baldariyê
Vêca, careke din gava te qedeheke avê tije kir, kêliyekê raweste. Binêre ka ronahî çawa tê de diçeme, ka çawa hem xwedî giranî ye, hem jî zelal e. Dema baran dibare, bi baldarî guhdarî bike; ev heman baran e ku rojekê li okyanûsan, li çiyayan û li ser heman axa bin lingên te bariyaye. Her dilopek ne tenê av e lê bîranîn e, dîrok e û bendê jiyanê bi xwe ye.
Av bi hêsanî di nav jiyana me re derbas nabe, lê belê çîroka erdê bi xwe hildigire – duh, îro û sibe.
Av jiyan e... Çavkaniyê biparêze, paşerojê biparêze.
Dunya Babanê nivîsî
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)