Teknoterorîzm

Heta niha aliyê ku herî zêde sûd ji modernîzm û şoreşa teknolojî û zanyariyan wergirtiye terorîzm e. Armanca her kirdeyeke terorîstî ya kuştin û wêraniyê çiqasî mezin be, encama wê ya tirsandin û belavkirina xof û rahejanê li cîhanê sed qatî zêdetir e.

 

Şoreşa teknolojiya zanyarî, guhastina wêne û nûçeyên bilez, internet û torên civakî, weşana 24 saetî û guhastina hemû bûyerên biçûk û mezin bi awayekî berdewam, hest û hişê mirovên vê serdemê ber bi nearamî û rahejanê ve araste dikin.

 

Mirov hest dike ku di cîhaneke nearam de dijî û her bêhnekê egera wê yekê heye ku bibe qurbaniyê karekî terorîstî yê plankirî, vê yekê hîştiye em hertim mijûlî vegotin û şîrovekirina beriya karê terorîstî û piştî karê terorîstî bin.

 

Wek mînak navnîşana ku heta niha hemû dinya mijûl kiriye bûyera 11ê îlonê ye. Wê bûyerê dîrok kir du beş û êdî xelk dibêjin: “cîhana beriya 11ê îlonê û piştî 11ê îlonê.”

 

Lê gelo êdî cîhan ji bo jiyanê ne cihekî parastî ye yan terorîzmê bi temamî destê xwe daniye ser teknolojiyayê û fen û fûtan li çavên me dike? Gelo cîhan di serdema terorê de yan di serdema pîşesaziya terorîzmê de dijî?

 

Baş e çima haya mirovatiyê ji hûrgiliyên nimûneyên wan tawanan nebû ku di salên 70yan de du milyon mirov li Kambodyayê di zeviyên kuştin û qirkirina bi kom de bûne qurbanî. Di salên 80an de bi milyonan mirov di şerê 8 salî yê Iraq û Îranê de ji nav çûn. Di salên notî de dora milyon kesî li Kongoyê bûne qurbanî. Kurd hatin Enfalkirin û kîmyabarankirin, lê ti yekê ji van tawanan dinya ji metirsiya terorîzmê hişyar nekir?

 

Gelo dema ev hemû bûyer qewimîn terorîzm nebû yan hîn terorîzmê destê xwe nedanîbû ser ekranên televizyonan da her roj hûrgiliyên wêne û dahênanên kuştina mirovan û qirkirina nijadî ji me re veguhêzin? Bi baweriya min bersiv ew e ku, cîhan di ti deman de ne cihekî aram û ewle bû û hertim terorîzm li cîhanê hebû. Lê di ti serdemekê de pîşesaziya terorîzmê bi qasî niha ne bihêz û serdest bû.

 

Teknoterorîzm tê wateya tevlîhevkirina hovîtî û berberiyê di nav destkeftên modernîzm û teknolojiyayê. Lê ne tenê ji bo kuştin û jinavbirinê, ne tenê ji bo belavkirina tirs û terorê, lê ji bo dariştina dubare ya erdnîgariya siyasî, têkiliyên navneteweyî, berjewendiyên aborî yên welatên mezin û rikaberî ji bo desteserkirina cîhanê di çarçoveya kolonyalîzma modern û serdema rabêja demokrasî û globalîzmê de.

 

Di serdema teknoterorîzmê de ne tenê welatên xwedî serwerî lîstikvanên ser qada siyasî û navneteweyî ne, lê rêxistinên çekdar ên radîkal wek Qaîde û DAIŞê û gelekên din jî karakterên sereke ne di qadê de.

 

Bandora wan akteran tenê di çarçoveya şiyana bikaranîna teknolojiyaya leşkerî û teknîka şerkirin û tirsandinê de nayê destnîşankirin, bi qasî ku pîşesaziya nasandin û belavkirina terorîzmê dikare wê nîşan bide. Hêza teknoterorîzmê xwe di wê yekê de derdixe ku teqînên London, Parîs û Brûkselê dikarin bibin sedemê destkarîkirina sînorên Ewropayê, bi milyaran dolar ziyana wan li aboriyê hebe, çalakiyên wan ên leşkerî destnîşan bike û hevpeymaniyên nû dirust bike yan ên kevin betal bike. Tirkiye, Îsraîl, Rûsya, Îran û Amerîkayê li ser xeteke paralel an hevdij kom bike û akterên wek Kurd, Sunî û Elewiyan ber bi çarenivîsên cuda cuda ve araste bike.

 

Di dawî de em dikarin bêjin ku terorîzm ne diyardeyeke nû ya cîhana piştî Şerê Sar an 11ê îlonê ye, lê diyardeya herî kartêker e di dema dawî de ku sûd ji şoreşa teknolojiyaya zanyarî wergirt û li tenişta neyarên xwe beşdarî di avakirina pîşesaziya herî mezin a tirsê de kir. Em dikarin bêjin ku teknoterorîzm rêya herî kurt e ji bo dirustkirina bandora herî mezin li ser cîhanê û berbelavtirîn îdeolojiyaya serdemê ye ku kêm diaxive û pir kar dike û nîşan dide. DAIŞ mînaka herî şênber e di dinyaya teknoterorîzmê de ku bi qiyametek wêneyên bixof di xeyaldanka me de hazir e. Lê bi kêmtirîn peyv û têgihîştin di eql û hişê me de heye