Erdheja Kurdan
Êrişa li Şex Meqsûd û Eşrefiyeyê, li Rojava û li cîhanê zerzeleyeke siyasî û niştimanî bi xwe re anî lê helbet nabe hema wisa bi yek alî û bêyî berpirsî û karvedaneke siyasî ev erdheja siyasî bê binaxkirin.
Ev karesat bi aliyên din, ango: bi HTŞ û rêxistinên din yên li pişt wan nayê veşartin û girtin.
Helbet vê yekê ne bi êriş û jidestdana herêm û bajarên Dêrezor, Reqa û Tebqayê dest pê kiriye, beriya wê jî heye.
Ev ne bê berpirsiyariya siyasî û leşkerî ye. Ev xeta û babeta siyasî û kesayetên hevpişkên vê xetê, nabe xwedî heman erk û gotinê bin.
Peymana 18 Kanûna Paşîn berdest e û ev nîşana têkçûna vê têgeha siyasî û stratejiya leşkerî ye. Nabe bi êrişên leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yan HTŞyê beralî bibin. Helbet ev ne tewan û têkçûna şervanan e. Ya berpirsiyariya siyasî û birêvebiriya leşkerî ye.
Divê em ji bîr nekin, her têkçûn û şer bandor û trawmayên têkçûnê û êşê li pişt xwe dihêle. Her serkeftinek bi xwe baweriyê û hêzeke ruhanî li pey xwe dihêle û tîne.
Piştî erdheja leşkerî û rêbazên "biratiya" bi berhem û şaxên kolonyal re, biratiya Kurd, Kurdistanî û ya rûmetî derkete pêş.
Bi rojan e, seranserê cîhanê û Kurdistanê, Kurd li ser piya ne. Ev zerzele û erdhej, têkçûna siyaset û têgeha partîzanî û paradîgmayên di moxila kolonyalîstan re derbasbûyî ye.
Ev vejîna giyanê, bi agirê dojeha di hişê vî miletî de hatiye afirandin e. Ev giyanekî beriya her tiştî Kurdistanî û gerdûnî ye.
Nabe weke her têkçûnê û rijandina bi hezaran canên ciwan dîsa heman kes, heman têgeh, heman rêbaz, heman kom û komik bibin xwedî erk û gotin.
Doza Kurdan ne doza çînî, ya olî, yan bîrdozî û ya kesayet, serok û merokan e.
Helbet gelek gotin hene bêne gotin lê her gotin nayê gotin çimkî kar û mefa jê nîne. Tenê dikare me ji hev dûr bikin û me bike dijmin ji hev re.
Lê piştî vê zerzela Kurd, Kurdistanî û rûmetê, nabe heman rêbazên partîzanî bêne bikaranîn û destkeftiyên siyasî ji bo berjewendiyên komî û partîzanî bêne dabeşkirin. Naxwe piştî vê karesatê, dîsa em ê bikevin pişt çeperên xwe yên partîzanî û hişkoriya xwe û dest bi çêr û sixêfan bikin.
Ger em dixwazin bibin miletekî bi rûmeta xwe bijîn, divê em weke milet tevbigerin. Ne weke partî û dîn. Ne weke êl û mêl.
Ger em êriş û şerên wisa yê lîstina bi rûmeta mirovan û dîlkirina keç û jinan naxwazin divê em weke milet û mirovên xwedî rûmeta xwe, di her qadê û erkê de cih bigirin, ne bi niviştên siyasî û hişkorkiriyê.
Bi hêviya hemû sazî û dezgehên Rojava bibin yên niştimanî weke Meclis, Rêveberî, Leşkerî û aborî. Perwerdey zaningeh, ragihandin, çand û rewşenbîrî, bibe ya giştî û nema partîzanî bin. Yasayên dabeşkirin û parastina maf, wekhevî, welatîbûn û takekesî û derbirînê hebe.
Ger di dabeşkirina maf û erkê de wekhevîya niştimanî nebe, em ê piştî demekê dîsa bikevin çeperên xwe yên partîzanî, êlî, olî û hişkoriya xwe.
Em ê li benda kuştina keç û xortên xwe bin û bi êrişeke din û komkujiyeke din re dîsa bibin KURD û dakevin qadan. Em ê dîsa bêjin: Bijî, bijî lê em ji bîr dikin, zanîn û ruhê demê dide jiyandin û geş dike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)