Dibêjen piştî ku pêxember hemû çûn firîşte jî li ser rûyê erdê neman. Lê min hinek caran di jiyana xwe de firîşte dîtiye, yan jî li ser wan hinek tişt bihîstiye. Min gellek tişt li ser wan kesên ku xatirê xwe ji mirovên xwe dixwazin û pişta xwe didin zarokên xwe û berê xwe didin eniyên şerê terorê, bihîstiye.
Ew mirov sîngê xwe dikin mertal ji bo ku gulleya rêxistineke hov li welatê wan nekeve. Hinek ji wan dema cara dawî çûn eniyên şer, wêneyeke zarokên xwe yên biçûk xistin paxela xwe hinek ji wan jî nivişta ku dayîka wan ji wan re dabû kirin, xistin berîka gumlekê xwe. Bi vî rengî canê xwe kirin mertal û bîranîn xwe di nav dilê xwe de veşartin û mîna lehengan çûn.
Kesê ku xwe dike qurbana bawerî û welatê xwe kesekî pir bexşende ye. Ji şehîd bexşendetir kes tine ji ber wê jî mirov nikare bi gotin û pesindayînê, mezinbûna şehîd bîne ziman lê mirov dikare dilê malbata wî/wê xweş bike, hêsirên zarokên wî/wê paqij bike. Karê herî biçûk ê ku ji destê me tê, ev e.
Tora Medyayî ya Rûdawê çend roj berê dest bi kampanyayeke mezin kiriye bo alîkariya malbatên wan pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne. gellek karsaz, dewlemend û sermayedar tevlî vê kampanyayê bûn, vê yekê ez pir kêfxweş kirim.
Lê bi qasî wê dilxweşiyê ez bi wê yekê jî dêşim ku li Iraqê kampanyayeke wiha nayê kirin ji bo malbatên şehîdan. Ma şehîdên wan jî gellek in, tenê artêşa Iraqê şehîd nedaye, gellek endamên eşîran her wiha kesên ku di komkujiya kampa Spayker de hatine kuştin jî şehîd in çimkî hemû di şerê terorê de hatine kuştin.
Gelo kî dikare agirê ku bi dilê dayîkên şehîdan dikeve, vemirîne? Çi tê ser wan malbatên ku malxweyî di şerê parastina welêt de can dide?
Rûyê gotina min bo wan kesan e ku dikarin alîkarî bikin lê nakin. Ma kî başiyê bike başiyê nabîne?

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse