Şer çi anî serê Îraniyan?

Welatiyên Îranê van rojan ji her demê zêdetir dema pêdiviyên xwe yên rojane dikirin li ber refên marketan radiwestin û difikirin.

Ji bo kirîna her tiştî divê ew hesabê berîka xwe bikin. Kîloyek rûnê xwarinê, qutiyeke hêkan û tûrikek birinc. Divê ew paşê biryarê bidin ka dê kîjanî bikirin û kîjanî vegerînin cihê wê.

Di rastiyê de, ev dîmena sereke û berbiçav a Îranê ya roja 65emîn a şer e.

Ji Adara 2025an heta Adara 2026an, bihayê nan û dexil û dan ji sedî 140, bihayê goştê sor û mirîşkan ji sedî 135, bihayê rûn û çewriyan ji sedî 219 û bihayê şîranî û hêkan jî ji sedî 116,8 bilind bûye.

Ev jî amarên fermî yên Navenda Amarên Îranê ne ku ew amar ji bo wan 12 mehan in ku bi meha yekem a şer bi dawî bûne. Ev amar tenê destpêk in ji ber ku ji wê demê ve biha gelekî zêdetir bûne.

Tumen zêdetirî nîvê qîmetê xwe ji dest daye

Bihayê xwarin, derman, otomobîl, kel û pelên elektrîkî û hilberînên petrokîmyayî vê hefteyê li gorî hefteya borî bihatir in. Bihayê tumen gihişt asta herî nizm a dîrokê û li bazara Tehranê 190 hezar tumen beramberî dolarekî ye. Beriya 12 mehan nirxê wê nêzîkî 80 hezar tumenan bû.

Tumen di nava salekê de zêdetirî nîvê qîmetê xwe ji dest daye. Li hemberî vê yekê hikûmetê mûçeyê mehane yê herî kêm ê sala nû ji sedî 60 zêde kir. Mûçeyê herî kêm ê mehane yê li Îranê niha kêmtirî 17 milyon tumenî ye ku dibe 92 dolar.

Hikûmet piştgiriyê dide bihayê xwarin û pêdiviyên bingehîn da ku barê welatiyan giran nebe û ew mehane ji 10 dolarî kêmtir e. Tê pêşbînîkirin 4,1 milyon kesên din bikevin bin xeta xizaniyê

Şer kêm caran wekî derbeke bi tenê tê belkî ew wekî zincîreyeke guvaşan e ku li ser hev kom dibin. Dibe ku her guvaş bi serê xwe were kontrolkirin lê bi hev re karesat in.

Dema ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişên xwe yên li ser Îranê dan destpêkirin aboriya Îranê jixwe gelekî qels bûbû û ev ne ji ber şer bû belkî ji ber 10 salên beriya şer bû.

Dahata neteweyî ya serê kesekî ji nêzîkî 8 hezar dolarî ya sala 2012an daketibû 5 hezar dolarî ya sala 2024an.

Li gorî amarên Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), zererên fizîkî yên hezaran êrişên asmanî bûne sedema koçberbûneke berfireh. Zêdetirî 23 hezar kargeh û şîrket hatine bombekirin.

Alîkarê Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Îranê Xulamhuseyîn Mihemedî dibêje ku ev yek bi awayekî rasterast bûye sedema ji destdana milyonek derfetên kar û bi awayekî nerasterast milyonek kesên din jî bêkar mane.

Amarên fermî nîşan didin ku daxwazên sîgorteya bêkariyê gelekî zêde bûne. Di du mehên dawî de 147 hezar daxwaz hatine kirin ku nêzîkî sê qatên sala borî ye.

Ji destdana karan hemû sektor girtine nav xwe. Di nav bêkarên nû de karkerên rafîneyan, karkerên kargehên qumaşan, şofêrên barhilgiran, xebatkarên firokevaniyê û rojnameger hene.

Analîstê daneyan Cafer ji medyaya navxweyî re diyar kir ku şîrketa wî bi temamî hatiye girtin û got, "Niha ez difikirim wekî şofêrê taksiya onlîne bixebitim tenê ji bo ku ez bijîm. Kirêya malê û deynên min hene û ez nizanim dê çi bibe."

Birêvebira xebatkarên firokevaniyê Suheyla sibeha 28ê Sibatê bi bîr tîne û dibêje, "Min ji bo geşteke asmanî amadekarî dikir lê karmendekî telefonî min kir û got her tişt hatiye hilweşandin."

Li gorî gotina Analîstê Peymangeha Quincyyê Hadî Kehalzade, barê herî giran dikeve ser milê karkerên nefermî, karkerên şareza û navîn ên di kerta giştî de ku parastina wan a herî kêm û bandora wan a siyasî ya herî kêm heye.

Rawestandina keştiyên barhilgir û lawazbûna hawirdekirinê ji sedî 50yê derfetên kar ên Îranê xistine metirsiyê û ji sedî 5ê xelkê jî ber bi xizaniyê ve dehf daye.

UNDP pêşbînî dike ku ji ber şer nêzîkî 4,1 milyon kesên din ên Îranê bikevin bin xeta xizaniyê.

Rojane 70 heta 80 milyon dolar zerer

Ji bilî ji destdana karan, di serdema dîjîtal de qeyraneke bê mînak heye: Qutbûna hema bêje tam a înternetê ku niha ketiye roja 65an a li pey hev. Di 28ê Sibata 2026an de, gihîştina înternetê li Îranê ji sedî 98 kêm bû ku ev jî nîşaneya qutbûneke hema bêje tam bû.

Piraniya welatiyên Îranê hîn jî ji ber ku desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê înternet qut kiriye nikarin înterneta cîhanî bi kar bînin. Hikûmeta Îranê dibêje vegerandina wê di destê hêzên ewlehiyê de ye.

Li gorî rêxistina NetBlocksê, Îran yekem welat e ku girêdana înternetê lê hebûye, piştre hatiye qutkirin û niha jî vegeriyaye tora navxweyî ya neteweyî.

Di ti şerî de, ne di şerê Ukraynayê û ne jî di şerê Xezeyê de welatek ew qasî demeke dirêj û bi vê astê ji înternetê nehatiye dûrxistin.

Encamên aborî diyar in û hatine belgekirin. Firotina onlîne di dema qutbûna înternetê de ji sedî 80 kêm bû, endeksa giştî ya Borsa Tehranê di nav çar rojan de 450 hezar xal ji dest dan.

Wezîrê Pêwendiyan ê Îranê qebûl kir ku qutbûna înternetê rojane 35,7 milyon dolar zerera rasterast dide aboriyê.

Analîstan zererên nerasterast jî hesibandin û zererên rasteqîn ên qutbûna înternetê rojane bi 70 heta 80 milyon dolarî qebiland.

"Wekî ku her tişt di şevekê de rawestiyabe"

Dîzaynera serbixwe Asela 30 salî ya ku li Tehranê dijî, bi girî ji CNNyê re got, "Ti projeyên nû nînin, ti daxwaz nînin. Wekî ku her tişt di şevekê de rawestiyabe."

Bi taybetî ji bo gelek jinan, qutbûna înternetê wekî karesateke aborî bû. Nifşekî jin û keçên Îranî debara xwe bi platformên dîjîtal dikir, ji firotina zêr û zêrên destçêkirî heta dersdayîn, şêwirmendî û bazirganiya online lê ew debar 28ê Sibatê bi biryareke fermî hat qutkirin û heta niha jî nehatiye vegerandin.

Televîzyona fermî ya Îranê sedema bilindbûna bihayan bi sedemên derûnî û bihayên sexte yên firoşkarên çavbirçî ve girê dide.

Hikûmetê biryar daye mûçeyê fermanberan ji sedî 60 zêde bike û her wiha destûr daye ku piraniya wan bi mûçeyê temam li malê bixebitin.

Endamê Odeya Bazirganiyê ya Tehranê Seîd Tacîk ji medyaya navxweyî ya Îranê re got, "Dema ku hikûmet mûçeyên fermanberan dabîn dike, sazî û şîrketên kerta taybet ên ku nikarin mûçeyan bidin neçar in karker û xebatkarên xwe kêm bikin. Cudahiya di navbera çîna parastî ya hikûmî û kerta taybet de bûye sedema aloziyên siyasî."

Ji bo jinûveavakirinê 12 sal

Li gorî Heyva Sor a Îranê, heta destpêka Nîsana 2026an 307 navendên tenduristî, bijîşkî û hawarçûnê zerer dîtine.

Bihayê dermanan gelekî giran bûye. Şîrketa herî mezin a keresteyên xav ên dermanan a welêt 1ê Nîsanê bi dronan hat bombebarankirin.

Nexweşxaneyên ku di 16 rojên pêşîn ên şer de 15 hezar birîndar wergirtibûn, sîstema navxweyî ya dîjîtal ji dest da ku ji bo hevahengî û dabeşkirina nexweşan di navbera beşan de dihat bikaranîn.

Banka Navendî ya Îranê di nirxandineke navxweyî ya ji bo Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan de hişyarî da ku dibe ku jinûveavakirin û qerebûkirina zererên aborî heta 12 salan biajo.

Tê çaverêkirin ku enflasyon heta dawiya sala 2026an di derdora ji sedî 50yî de bimîne, tewra heke rêkeftineke dîplomatîk bi Washingtonê re pêk were jî. Ev rêje pênc qatê wê asta ye ku sala 2019an bi sedan hezar xwepêşanderên Îranî anîbûn ser kolanan.

Mamosteya ziman a bi navê Sumeyyeyê ya ji Îsfehanê ji medyaya Amerîkayê re got, "Kêmbûna dahatê xirab e lê ya xirabtir ev dilgiranî û nediyariya berdewam e. Tu qet nizanî dê piştre çi bibe."

Dibe ku nediyarî hêza herî wêranker a aboriyê be çimkî plandanînê dike tiştekî nepêkan. Veberhênan bêwate dibe û teserûf jî bêfeyde dimîne.

Dema mirov li pêşiya refên marketan radiwestin, êdî ne tenê hesabê dikin bê vê hefteyê dikarin çi bikirin û çi nekirin belkî difikirin bê dê heta kengî karibin li ber xwe bidin.

(Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê)