Rêyên derbaskirina qeyrana Kurdistanê

04-06-2016
Ferset Sofi
A+ A-

Bêguman niha em li ser hersê astên serokatiya Herêma Kurdistanê, parlamento û hikûmetê di qeyraneke siyasî ya rasteqîn de ne. Herwiha li Başûrê Kurdistanê qeyrana aborî û şerê li dijî terorê jî heye. Lewra em dikarin bêjin Kurdistan di rewşeke pir nazik û girîng de derbas dibe û eger em bi aqilmendî tevnegerin, ne dûr e em hemû destkeftên xwe winda bikin û keda me hemû bi avê de here!


Di vê gotarê de, ez dixwazim li ser qeyrana siyasî li Herêma Kurdistanê rawestim. Ji ber nebûna baweriya siyasî di navbera hêzên siyasî de, pirsgirêka serokatiya herêmê nehat çareserkirin. Herwiha hikûmet û parlamento jî rastî pirsgirêkên mezin hatine. Eger rewş bi vî rengî bimîne, dê metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê pêk were. Lewra di dema niha de, divê em rêçareyekê hilbijêrin û li ser li hev bikin.


Rêkeftina hemû aliyan bi formeke nû


Rêkeftina hemû aliyên siyasî di formeke nû de ku bi hev re van herdu salên mayî xilas bikin û hemû alî xwe bidin ber barê berpirsyariya derbaskirina qeyrana aborî û li ser pirsgirêka serokatiya herêmê li hev bikin. Yekgirtû û YNKê wek du aliyên beşdar û çavdêr di vê forma nû ya rêkeftina siyasî de bi rola xwe rabin. Di vê demê de û heta sala 2017an, ev xalên li jêr di serê lîsta karên wan de bin:


Hemû hêz û alî bi hev re û dûrî dirûşm û sloganên siyasî, reformeke rasteqîn pêk bînin.


Di hundirê van çend mehan de, hewldan bên kirin û bi her hawî pirsgirêka mûçeyan bê çareserkirin.


Hewldan bên kirin peymaneke nû bi Bexdayê re bê kirin û kêşe û pirsgirêk bên çareserkirin.


Egera hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext


Di dema derketina qeyranên wek qeyrana Herêma Kurdistanê de, yek ji rêçareyan hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext e. Pêwistiya proseya hilweşandina parlamentoyê bi dengê piraniya reha ya endamên parlamentoyê heye, ango dengê 56 parlamenteran. Di wê rewşê de jî hikûmet dibe karbirêker û divê komisyon bikare di demeke herî nêzîk de hilbijartinan pêk bîne. 


Lê li gor rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, ev rêçare zehmet e û arezûya şêniyên Kurdistanê nîne ku bi dilgermî herin ser sindoqên dengdanê, nemaze ku em di qonaxa şer de ne û bi hezaran pêşmerge nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û fînansekirina darayî bo birêveçûna hilbijartinan pirsgirêkeke din e li pêşiya vê rêçareyê. Herwiha niha aloziyeke mezin di navbera hêzên siyasî de heye û ez dûr nabînim eger em bi vê rewşê herin hilbijartinan, dibe ku şîdet û tundûtûjî jî peyda bibin.


Rêçareya hilweşandina hikûmetê û pêkanîna hikûmeta piraniyê


Pêwistiya vê bijareyê bi wê yekê heye ku serokê hikûmetê îstîfaya xwe pêşkêş bike û dûre bi heman tedbîrên yasayî proseya namzetkirinê ji hêla parlamentoyê û raspartinê ji hêla serokê Herêma Kurdistanê dest pê bike û di hundirê mehekê de hikûmeteke nû bê pêkanîn.


Di vê rewşê de jî, dê beşek ji hêzên siyasî opozisyona parlamentoyê hilbijêrin ku ev pir normal e û hebûna opozisyonê yek ji stûnên sereke yên sîstema demokrasiyê ye. Yanî eger em nikaribin bi hev re di hikûmeta piralî û berfireh de berdewam bin, rêya herî kêrhatî li gor pergala demokratîk, pêkanîna hikûmeta piraniyê ye.                                                                                 

                 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst