Pêşmerge nabin yek, hêzeke yekgirtî ava bikin

04-08-2023
Arif Qurbanî
Nîşan PDK YNK Pêşmerge Amerîka
A+ A-

Ev çend roj in ku nakokî û hevrikiyên li navbera PDK û YNKyê li ser mekanîzm û şêwazên proseya rêkxistin û yekkirina hêzên Pêşmerge, gihane astekê ku tu nemaye tiştê hatiye avakirin jî hemû bi hev re hilweşe û ji holê rabe!

Ev yek jî piştî wê yekê tê ku di kanal û torên civakî yên medyaya Herêma Kurdistanê de bi awayekî zêde dabaşa wê yekê tê kirin ku qaşo dilgiraniyên Amerîka û hevpeymanên ku çend sal in hewl didin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin yek, gihiştine astekê ku gef xwarine heger hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê di demeke kurt û diyarkirî de nebin yek, dê alîkarî û hevkariyên xwe rawestînin.

Tevî ku tu daxuyaniyeke fermî ne ji hêla hevpeymanan û ne jî ji hêla tu navendeke Herêma Kurdistanê ve nehatiye weşandin ku tekez bike berdewamiya hevkarî û alîkariyên Amerîka û welatên din ên hevpeymaniyê bi wî şertî ve hatibe girêdan; lê li gor agahiyên ku bi dizî ji civîn û hevdîtinên wan ên li gel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê derketine, ew dilgiran in ku hêzên çekdar li jêr serdestî û fermana karakterên li derveyî movikên desthilatê ne.

Ew dilgiran in ku proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de bi rengekî baş bi rê ve naçe. Hewldanên birêxistinkirin û yekkirina hêzên li derveyê Wezareta Pêşmerge û girêdana wan bi wezaretê ve, her û her têne derengxistin û li paşxistin.

Tiştê ku li vir girîng e, ne rastî yan çewtîya wê yekê ye ka gelo hevpeymanan gefa qutkirina hevkariyên xwe kirine yan na. Lê ya ku divê em wekî rastiyekê fêm bikin ew e ku ne niha û ne jî di paşerojê de ne pêkan e ku hêvî li ser wê yekê bê girêdan ku dê ev her du hêzên çekdar bi tu mekanîzmekê bibin yek.

Sedemên vê jî ne yek an du ne ku bên çareserkirin. Di koka xwe de, ev her du hêz li ser bingeha du pêkhateyên cuda û dijber hatine dirustkirin. Ne pêkan e ku şert û mercên taybet û giştî bên dirustkirin ji bo rê li ber yekbûna van her du hêzan vebe.

Herwiha, her du hêzên siyasî yên xwediyên van her du hêzên çekdar, ji bo ku dev ji çekên xwe berdin divê bi hev bawer bin lê wan hê jî ev bawerî ava nekirine. Bi ser de, Kurdistan jî dê wiha bi hêsanî nebe xwediya saziyên destûrî û qanûnî yên wiha xurt ku bikare pêşî li hebûna çekan li derveyî saziyên xwe yên fermî bigire.

Tecrûbeya berê tekez kiriye ku di baştirîn şert û mercên piştî serhildanê (1991) û damezrandina bingeha desthilata xwebixwe ya Kurdî, herwiha piştî ketina Sedam û wê rewşa zêrîn ku li Iraqê ji Kurdan re çêbû; di van her du qonaxan de jî gelek hewl hatin dayîn û ji bo vê armancê gelek şîyan hatin xerckirin ji bo ku hêzên çekdar ên her du partiyan bibin hêzek û ew hêz girêdayî saziyên rewa û destûrî yên desthilata Kurdî bin, lê di dawiyê de hemû jî vala û bê encam bûn.

Digel sedemên objektîf û navxweyî, divê ev rastî jî were gotin ku ji ber hevrikî û nakokîyên navxweyî bûne sedem ku kurd li ser aliyên herêmî dabeş bibin û ew qasî bi aliyên derve ve girêdayî bûn ku êdî biryarên yekalîker ji destê wan derketine. Bi taybetî ji bo doz û mijareke hestyar û çarenivîssaz a wekî çêkirina hêzeke niştimanî ji bo Kurdistanê, ne pêkan e were hiştin ku pêngav bi arasteyeke dirust ve bên avêtin.

Ne bê sedem e gava gef û metirsî li ser Herêma Kurdistanê zêdetir dibin, li şûna ku hêzên sereke helwesta xwe bikin yek û hevgirtî bin, di wan deman de bêtir dikevin pêsîra hev û hevdu nikil dikin!

Niha jî ku robinîvro û li pêş çavên Xweda û evdan plan û komplo li dij Kurdan tên girêdan û gef û metirsî gihîştine astekê ku tirs heye tiştên hatine bidestxistin jî ji nav herin, ha di vê dema hestyar de nakokiyên navxweyî kûrtir dibin. Di vê kêliyê de hevrikiyan dibin nav hêzên Pêşmerge û metirsî li holê ye ku mîna sala 1994an pêkhateya hêza yekgirtî ya Pêşmerge were hilweşandin.

Bi baweriya min, hevpeymanan ji me çêtir ev rastî fêm kirine. Her wiha dizanin ku xemsarî û hestnekirina bi berpirsiyariya giştî li navendên biryardanê yên hêzên siyasî di çi astê de ne! Loma heke mana xwe li pişt Kurdistanê û domandina alîkariyên xwe ya ji bo Kurdan bi mercê yekrêziya Kurdan ve girê bidana, dê ji zû ve dev ji me berdana.

Ew siyasetê ji bo xwe dikin, heta hewce bike dê bi me re berdewam bikin û ku berjewendiya wan xwest dev ji me berdin, rêya wan a vegerê hêsan e. Lê heke hîna ew rastî fêm nekiribin, divê werin liberxistin ku hewce nake keda xwe bi avê de berdin.

Ger merema wan ew be ku li derveyî hêzên partiyan, hêzeke niştimanî ya Kurdistanê hebe, bi çek û alîkariyên darayî yên ku pêşkêş dikin, dikarin hêza çekdarî ya sêyem dirust bikin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê be. Lê ya ku hevpeymanan û Amerîkayê heya niha kirine bi tenê her du hêzên çekdar ên PDK û YNKê xurttir kirine.

Heger hevpeymanan û di serî de Amerîka bixwestina hêzeke yekgirtî yan hêzekê dirust bikin ku hegemonyaya partiyan û karakterên wan ên siyasî li ser nebe, dikaribûn li Wezareta Pêşmerge û li derveyî mekanîzmên PDK û YNKyê, ji bo avakirin û damezrandina çend tabûr û yekîneyên taybet, deriyê damezrandinê ji ciwanan re vekirina, bêyî pêwîstiya hebûna piştgiriya şax û navendên partiyan.

Dê wisa bi deh hezaran ciwanên ku pabendiya wan bi tu partiyan tune ye, tev li nav refên hêza laşkerî bibûna. Lê Amerîka û hevpeyman piştgirî û piştevaniya wan tedbîran kirin ku heya niha jî heger ciwanekî kurd bixwaze bibe çekdar di refên artêşa Kurdistanê de, divê bibe endamê PDK an YNKyê.

Heke na çiqasî dilsozê welatê xwe be, çiqasî welatparêz be, çiqasî wêrek û çavnetirs be û bixwaze seba parastina Kurdistanê şehîd bibe, heta nebe endamê PDK an YNKyê, destûr nayê dayîn ku bibe leşkerê welatê xwe.

Tevî hebûna qeyrana darayî, tevî ku bi deh hezaran xwendekar ji zanîngehan derçûne û bêkar in û nayên damezrandin, lê belê di nava 10 salên derbasbûyî de û heya niha bi hezaran kes bi heman mekanîzmên berê li dezgehên ewlekarî û leşkerî tên damezrandin.

Roj bi roj hejmara saziyên cuda cuda yên ewlehî û leşkerî yên partiyan berfireh dibin. Ev jî vê rastiyê tekez dike ku tu niyeteke rastîn a avakirina hêzeke çekdar a ne girêdayî partiyan li holê nîne.

Ji ber ku tu gavek ber bi wê hêlê ve nehatiye avêtin ku li ser bingeha temen, karîn û jêhatîbûnê, bêyî cudahiya bîr û baweriyên siyasî derfetên wekhev ji bo wan ciwanên Kurdistanê bên misogerkirin ku dixwazin li nav refên leşkerî û saziyên asayişê xizmeta welêt bikin.

Loma pêwîst e dev ji wê yekê berdin ku hêzên PDK û YNKyê bikin yek. Ji ber ku ew perwerdeya hizbî û prensîbên leşkerî ku ketine xwîna hemû endamên hêzên ewlekarî û çekdarî, tu carî jê nayê hêvîkirin ku baweriya bihevrebûnê di navbera wan de were çêkirin.

Bi her awayî bên tevlihevkirin jî, dê di rewşa herî xwerû ya ji hev veqetînê de, ji hev veqetin. Loma yên ku xema wê yekê dixwin ku Kurdistan bibe xwedî hêzekê ku ne bi partiyan, lê bi Kurdistanê bawer be; divê berî her tiştî baweriyê pê bînin ku êdî hêzên niha bi kêrî yekbûnê nayên û divê li mekanîzma avakirina hêzeke li derveyî girêdana partîzanî bifikirin.

Eger hevpeyman û Amerîka bi rastî jî bixwazin Kurdistan xwedî hêzeke wiha be yan jî di nava saziyên desthilata kurdî û karakterên siyasî yên partiyan de, ev xewn û xema wan heye, rêya rast ew e ku pêşî lê bigirin karîn û şiyanên hikûmetê û alîkariyên derve li ser xeyala yekkirina hêzên PDK û YNKyê vala xerc bikin, li şûnê divê hewl bidin ku hêzeke nûavakirî ya nehizbî dirust bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst