Amedspor û hesta neteweyî ya tepeserkirî ya Kurdan

Li gorî amarên 2024an, îro li dinyayê futbol ji hêla 250 milyon  kesan ve, hem bi amatorî û hem jî bi profesyonelî tê lîstin. Û herweha bi qasî sê milyar û nîv kes jî alîgirên tîmên cuda-cuda yên futbolê hene.

Çend tiştên futbolê hene ku wê ji şaxên sporê yên din populertir dike:

  • Sporeka erzan e. Bi topeka (gog) biçûk an mezin, çi naylon, çi plastîk çi çerm be ferq nake, bi dehan kes dikare futbolê bilîzin.Ez bawer dikim her kesî di zarokatiya xwe, çend caran futbol lîstiye.
  • Qaîdeyênfutbolê hêsan in. Futbol sporeka sade ye, her kes dikare zû fêr bibe. Wekîhin sporên dinqaîdeyên wê tevlîhev nînin.
  • Tu dikarî futbolê li gelek cihan bilîzî, li baxçeya dibistanê, li mêrga gund, li kolan û kûçeyên teng yên taxan û hwd.
  • Meriv dikare futbolê bi her kesî re bilîze. Çend heval, cîran, şagirdên dibistanê dikarin werin ba hev û taximeka futbolê çêkin an jî bi hev re bilîzin.
  • Futbol sporek wisa ye ku, ji bo her kesî vekirî ye û dihêle ji heft salî heta heftê saliyan her kes ji bo ku ji stresa rojane dûr bikeve ûlaşê xwe xurt bike, futbolê bilîze.

Ez bawer dikim ji ber van xalên jorîn in ku bi qasî 250 milyon kes îro bi çalak futbolê dilîzin.

Em her roj li ser medyaya sosyal dibînin an dixwînin ku li çar aliyên dinyayê meriv çawan bi futbolê ve eleqedar dibin. Ew sê milyar û nîv alîgirên taximên cuda, ji bo ku piştgiriyê bidin tîmên (taximên) xwe yan diçin stadyuman, yan jî li ber ekranên televîzyonên xwe rûdinin û bi heyranî temaşeyî taxima xwe dikin.

Baş e, çi taybetmendiyên futbolê hene ku ew dikare bi heweseka huqas xurt bala sê milyar û nîv merivan bikişîne ser xwe:

  • Futbol û taximên (tîm, klûb) futbolê li ba alîgirên xwe hesteke aîdiyetê, hesta nasnameyekê peyda dikin. (Ev hesta aîdiyetê dikare wekî nasnameyeke çînî, olî yan etnîkî xuya bibe. Nimûneyên vê yekê ev in: Manchester United li Îngilîstistanê karkerên tekstîlê, Celtic li Scotlandê Katolîkan, Glasgow Rangers Protestanan, û Barcelona li Spanyayê Katalanan temsîl dike.)
  • Futbol merivan tîne ba hev, ew ji bo alîgirên xwe dibe platformek ku bi hezaran, milyonan meriv bigihîjin hevdû. Bi vê yekê, ew derfeteke ecêb peyda dike ku têkilî û dostaniya di nav alîgiran de xurt bibe.
  • Futbol bûye sporek ku rê dide merivên ji hev gelek cuda, ji gundiyan bigire heta bajariyan, ji dixtoran bigire heta karkerên şaredariyan ku fikir û standartên jiyana wan gelek ji hev dûr in lê ew di stadyûmê de bi formayên, alaya taxima xwe ve, bi hev re bi yek dengî digihijin û piştgiriya taxima xwe dikin. Bi kurtî ew alîgir di bin çanda ku taxima wan ava kiriye de, digihijin hevdu û dibin yek.

Ka em çend tiştan jî li ser Amedsporê bibêjin:

Navê Amedsporê yê berê Diyarbakır Buyukşehîr Belediyespor bû.

Di kongreya ku 28ê Çiriya Pêşîn a 2014an de Diyarbekirsporê ya Şaredariya Bajarê Mezin navê xwe guherand û navê xwe kir Amed Sportif Faaliyetler Kulubu / Klûba Çalakiyên Sporê ya Amedê.

Lê ew bi kurtî wekî Amedspor tê binavkirin. Rengên Amedsporê kesk û sor in. Kesk sembola xweza û hêviyê û sor jî sembola ruhê têkoşînê ye. 

Ablema (sembol, logo) Amedsporê qertelekî (eylo, baz) duserî ye. Qertelê duserî  sembola bihêzbûyinê ye ku ji hêla çand û şaristaniyên cuda ve di seranserê dîroka Amedê de hatiye pejirandin.

Ew motîfa qertelê du serî li ser birca Heft Birayan jî heye. Her wiha tê gotin ku qertelê du serî bajêr ji xirabiyê diparêze û bi du seriyên li ser laşekî ve ew yekitiya serdestiya olên cuda jî dipejêre. Hêjayî gotinê ye ku logoya, sembola Şarederiya Mezin a Amedê jî qertelê duserî ye.

Wekî hûn dizanin taxima Amedsporê di nav Kurdan de gelekî populer e. Alîgirên wê ne tenê li Diyarbekirê, li her derê ku Kurd lê hebin hene.

Bi rastî jî roja ku maça Amedsporê hebe, atmosfera bajarê Diyarbekirê bi tevahî diguhere. Hîn serê sibê tu dibînî zarokên li sîta me rûdinin formayên Amedsporê li xwe kirine û li bexçê futbolê dilîzin û bi navên lîstikvanên Amedsporê bangî hevdu dikin.

Navê herî populer jî navê lîstikvanê Amedsporê  Çekdar Orhan e. Bi Tirkiyeke nedirust wekî “Ula oxlim Çeko topî baan at. Moreno, Moreno ula de birez koş” û hwd.

Ew bi vê navên lîstikvanên Amedsporê ve heyraniya xwe ji Amedsporê re nîşan didin. Xortê li dukana BÎMê kar dike formayê Amedsporê li xwe kiriye, dema ez qerta bankayê didim wî jê dipirsim

- Em ê îro qezenç kin?

-Çawan apo! Em dê herî kêm 3-4 golan bavêjin.

Bi bişîrin ji min dipirse:

-Tu dê biçî maçê?

-Nizanim, belkî.

-Biçe apo biçe, divê em taxima xwe tenê nehêlin.

Em çar heval berî maçê 2 saet li ser rêya stadyumê hevdû dibînin di nav qelebalixiyeka pir zêde de ku tenê min di roja Newrozê de dîtibû, ber bi stadyumê ve dimeşin.

Li ser peyarêyan forma, stûpêç, gore, ala û rozetên Amedsporê tên firotin. Dema em nêzîkî stadyumê dibin, bi gurmegurma dengê daholê û dengê zirnê kelecaneke germ dikeve laşê min.

Ji standên (dezgeh) ku li ber stadyumê ne, bêhna kebab û cîgerê difûre. Xort û keçên genc di destan wan de alaya Amedsporê govendê digerînin, rûyê hema-hema her kesî biken e. Çavên min li gelek otobusan dikevin, li ser wan navên bajarên ku ew jê hatine, hatine nivisîn, wekî Wan, Hekarî, Batman, Riha, Cizîr, Şirnex, Sêrt.

Ew alîgirên Amedsporê ne ku ji derve hatine, li ber otobosên xwe bi rîtima dengê dahol û zirnê govenda xwe digerînin. Hin grubên ku govendê digerînin bi cil û bergên herêma xwe li xwe kirine.

Min di dilê xwe de got wele ev çoş û şahî ya bi vî awayî, li dinyayê tu maça taximekê de çênabe. Ji ber ku te digot qey ez nehatime maçê ez hatimê karnaveleka muzîk û govendê.

Saetek bêrî ku maç dest pê bike, piştî kontrola polîsan em ketin nav stadyumê. Stadyuma ku kapasîta wê ji bo 30.480ê kesî ye, tam tijî nebibû.

Alîgirên Amedsporê yên ku navên wan Azadî, Barîkat, Dîrenîş, UltraAmed, Morturîbin alayên xwe yên taybetî û yên Amedsporê li ba dikirin û sloganên xwe diqêriyan. Lê dema strana Kurdî ya ‘’Digerim, nagerim ez te nabînim lo” ya ku Koma Azad lêket, hemû stadyumê bi hev re gotin, purtên laşê min pîj bûn.

Hêdî hêdî stadyum tijî dibû, çend xortên ku li paş me rûniştibûn wekî ew di şer de bin, strana “Dîren Diyarbekir dîren” (Li ber xwe bide Diyarbekir li ber xwe bide) bi dengekî wisa bilind digotin ku dengê wan di guhên min de zingînî dikir.

Berî ku maç dest pê bike, min hew dît her kes rabû ser pêyan. Hevalê min bi milê min girt û got, “Abê rabe ew dê Îstîklal Marşî (Navê sirûda Tirkan a neteweyî ye) bixwînin, polîs mudahaleyê kesên ranabin ser piyan dikin.”

Min li dora xwe nihêrî, her kes li ser piyan in. Û di destê polîsan de jî kamerayên vîdeyoyê, ew dîmenan digirin. Em li ser piyan rawestîbûn lê tu deng ji kesî dernediket. Her kesî mahdê xwe tirş kiribû û bi awirên tûj li ber xwe dinêhêrîn. Min di dilê xwe de got:

“Wele hezar sal jî here, hûn dê nikaribin sirûda xwe ya netewey bi Kurdan bidin xwendin.”

Hestê Kurdbûnê laşê min germ kir, ez kelogirî bûm, min ji hevalê xwe re got, “Ev çi zilm û zordarî ye ku em endamên neteweyekî dîlgirtî bê daxwaza xwe mecbur dibin ku rabin ser piyan û tiştekî ku em naxwazin guhdarî bikin, guhdarî dikin.

Guh mediyê, ew bi salan in vê zilmê li me dikin.

Piştî dûdika hekemî, maçê dest pê kir. Min him li maçê him jî li turîbîna mêze dikir.

Dema taxima din Erzîncansporê golek kir, ji nişka ve bêdengiyek çêbû lê piştî çend saniye ji aliyê tûrîbîna hemberî bi dengekî bilind qijîyan Kî ne Em, Kî ne Em?

Kesên li turîbîna me rûniştibûn rabûn ser pêyan û bi hev re qîjîyan, Kurd in em, Kurd in em.

Vê carê tûrîbîna me pirsî Kî ne em, Kî ne Em? Turîbîna hember Kurd in em, Kurd in em.

Min ji hevalê xwe re got, “Xwezî anuha gorbihûşt Cegerxwîn li vê derê bûya”

Xortekî li pêş min rûniştîye lê nikare li cihê xwe rûne, her carê ku top tê ber lingê Çekdar Orhan, ew radibe ser piyab û diqîje, “Law Çeko, Çeko de golekê bike,  law te ez qansêr kirim, qansêr.”

Dema Amedspor golekê dike, xortê li pêşiya min nîv metro bi hawê dikeve, bê îrada xwe ez jî xilo dibim û li çepikan didim.

Dengê “Dîren Diyarbekir dîren” erd û ezmên dihejîne. Amedê sê gol li ser hev kirin û maçê  4-1 qezenc kir.

Min baş hes dikir ku ev çoş û heyecana ku li ba min pêk hatibû wekî Simon Kuper, di pirtûka xwe ya “Futbol qet ne tenê futbol e” dibêje ne tenê ji hezkirina min a futbolê yan jî Amedsporê bû.

Min baş hes dikir ku ez hestên xwe yên millî ku bi salan in, hatine paşguhkirin, înkarkirin îfade dikim.

Ez bawer dikim, em kesên wê rojê li wê derê bûn, me bi çoş û kelecanî hestên xwe yên millî yên ku hatine tepeserkirin, derdibirin.

Wekî hemû hestên me yên millî, dîzayndarên dinyayê me ji hestên me yên futbolê jî mehrum hîştine.

Wekî tê zanîn Neteweyên Yekbûyî ya bêwijdan û bêadalet rê nedeya ku Kurd jî wekî hemû milletên din xwedî taximekê neteweyî ya naskirî bin.

Li dinyayê  gelek gel hene ku hejmara wan ji 2000î yekî Kurdan jî tuneye lê xwedî dewlet in û taxima wan hene. Wekî  San Marîno ku nufusa wê 35,436 e ji ber ku xwedî dewlet e, ew di hemû musabaqeyên navnetewî de bi taxima xwe ya netewî bi alaya xwe, dewleta xwe temsîl dike.

Lê Kurdên reben ên ku xwedî nifûseke ku bi qasî 70-80 milyonan in, ji ber bê dewlet bûne ew nikarin di musabaqeyên navdewletî de alaya xwe hilgirin, cilên rengên alaya xwe li xwe bikin, herin stadyuman, sirûda xwe ya neteweyî bi hev re bixwînin û hestên xwe yên neteweyî der bibirin.

Dema em ji stadyumê derketin, ber stadyumê wekî roja mahşerê bû, bi ahenga dengê dahol û zirnê xort û keç ketibûn govendê û her kes bi hev re diqîjiya Bijî Amedspor, Bijî Amed. Me ereba xwe ji stadyumê bi qasî 500 metreyan dûr park kiribû. Lê em di saetekê de hatin ber ereba xwe.

Di nav erbebê de min got, Bijî Amedspor tu ne tenê taximeka futbolê yî, tu her weha bûyî sembola mîllî ya Kurdan.

Ji dengê qorneya ereban hevalên min gotinên min fahm nekiribûn.

Wan digot; Çi, çi, te çi got?

Min dîsan got, bi xêra Amedsporê Kurd hestên xwe yên hatine tepeserkirin, derdibirin.

Em di nav saetekê de ji stadyumê gihîştin Deriyê Çiyê. Lê wekî berê maçê piştî maçê ji li seranserî Diyarbekirê atmosfera karnevalê dom dikir.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)