Peyamên erdhejîn yên hilbijartinan

 

Weke gellek kesan ez jî bi encamên hilbijartinan şaş û metel mam, ji ber ku ew gellek dûrî bendewariyên min bûn. Min pêdivî bi rêzkirina sedemên vê şehitiya xwe dît.


- AKPê, derfetên deshilatbûnê eşkere ji bo serketina xwe bi kar anîn.

- AKPê, ji PKKê zêdetir sûd ji şerê PKK û artêşê/dewletê wergirt.

- Rojên dawî “operasyonên(?)” dijê DAIŞê, wêneyekî xapînok çêkir.

- Li Sûriyê zêdebûna hebûna Rusyayê, ji bo NATOyê ewleyî û îstiqrara Tirkiyê deranî pêş.


- Di karesata koçberan de tevî tevkariya wê jî, desthilata AKPê xwe wek “qurban” nîşan da û ji welatên YEyê piştgiriya darayî û
heya ya siyasî stand.

- Partiyên weke CHP û MHPê, hêvî nedan gelê tirk û nebûn bijark.

- Hudapar/Hizbullahê bi mebesta piştgiriya AKPê, neket hilbijartinan. Vê jî, li herêmên weke Amed, Batman û Wanê bandor li encaman kir.

- Li himberî Kurdan yekparebûna artêş û desthilatê, ji bo girseyên neteweperest ên tirk bû peyam.


- Gellek mijarên ku bibin sedemên têkçûna desthilatê, hebûn. Lê AKPê “teror” û “ewleyî û aramiya civakê” kirin rojev.


Partî di ciyên pirsên bingehîn de, ketin pêşbirka neteweperestiyê. AKP bi ser ket, ji ber ku derhênerê pêşbirkê ew bû.


Wek encam: Polîtîkaya neteweperest û nîjadperest a dewletê, serdestê mijarên bingehîn û nakokiyên navxweyî bû û bû sedema “encamên lerzîner”. 


Gelo HDPê winda kir?


Tevî astengiyan jî, di parlamenê de cihgirtina HDPê dibe serkeftinek be(?) Lê gava mirov bendewariyên bilind ên HDPê li ber çav bigre, mirov dikare qala têkçûneke berhema xeletiyên siyasî bike. 


Êdî divê em bi dengekî bilind bêjin: Çekan, bi taybetî şerê bajaran, zirarekî mezin da HDPê. Li himberî êrîşkariya desthilatê, bersivdan tê fêmkirin. Lê tişta bûyî ne ew bû. Gava mirov biryara şer bide, divê berjewendî û daxwazên HDP, şaredariyan û girseyên ku dengên xwe dane wan jî li ber çav bigre. Piştgiriya bo HDPê, nayê wateya piştgiriya bo şerê çekdarî, lê mixabin rastî ketin ser guhên ker.


Li Kurdistana Bakur ji bilî PKK û HDPê, gellek partî û bi sedan rêxistin û bi hezaran kesayetên kurdperwer hene. Lê “bi hejmaran pîvana wan” ziviriye kevneşopeke kirêt, ku li Rojavayê jî heman xeletî heye. Wisa dixuye, wê nêrîn û helwestê, bi neyînî bandor li encama hilbijartinan kiriye.


Ji du sedeman 7 Hezîranê li Tirkiyê gellek deng çobûn HDPê: 1- Ew di wê bendewariyê de bûn ku bi rêya HDPê, tevgera kurd tevlî xetên sor ên dewletê bibe. 2- Dixwestin bi hêza HDPê rê li ber desthilatbûna AKPê bigrin. Ji bilî piştgiriya jidil a hin çepgir û elewîyan, ew piştevanîya tirkan berhema şovenîzmê bû. Gava şerê PKK û artêşê dest pê kir, neteweperestiya tirk û “tirsa kurd”, bû xema mezin. Encam, li Tirkiyê dengên HDPê kêm bûn. Projeya “tirkiyeyîbûnê”, têr bawerî nedabû wan! HDP, dîsa bi dengên kurdan mabû û bi barê pirsa kurd.


WÊ ÇI BIBE Û DIVÊ ÇI BIBE?


Pirsa kurd (“pêvajoya çareseriyê”, bêçekkirina PKKê, Rojava, têkiliyên Başûr), pirsa makezagonê, sîstema serokatiyê, pêşeroja dezgehên dewletê, pirsa Sûriye û koçberan û gellekên din hene. Wê ev mijar ne tenê rojeva desthilata AKPê tijî bikin, lê wê qedera wê jî destnîşan bikin.


Gelo Erdogan ji serpêhatiyên borî fêr girtiye? Lê Erdoganê em nas dikin, wê qet dev ji xewnên berê bernede. Va sedemê ji pêşerojê bedbînbûnê, va tirsa tevlîhevî û nediyariyan...


Ev çend salên dawî, bi taybetî 5 mehên dawî, general û Erdogan tam li hev hatine. Erdogan xwe zêdetir dispêre DYA/NATOyê. Ev tam siyaseta derve ya kevneşop a dewletê ye. Dibe ev boçûn, di polîtîkayên desthilata Erdogan de hin guhertinan çêke.


Ji bo me mijara sereke, bêguman di pirsa kurd de helwesta desthilatê ye. Ez bi her boneyê bin xêz dikim ku di taybetmendiyên desthilata Erdogan da guhertin çêbûne, ew êdî bi her awayî berpirsiyarê neteweperestî û artêşperestiyê ye. Jixwe bi şer û bi progandaya şovenîst bi ser ket. Çima dev ji tişta ev kiriye desthilat berde?


Em dikarin bêjin, wê polîtîkaya şerkirinê dijwartir bibe. Wê bêçekkirina PKKê, bikin pêşmerc. Herçiqas DYA û YE, daxwaza destpêkirina “hevdîtinan” dikin jî, em zanin ku ew di pirsa bêçekkirinê de li pişt dewleta tirk in.


Dibe desthilat, ji Kurdan hin partiyên xwedêgiravî “çareseriyê” biniqîne. Ji ber ku di nav partiyen kurdan de nêzîkbûnek tineye, lîstikeke wisa wê pirsê bêhtir tevlîhev bike.


Girîngiya helwesta PKKê (+ a HDPê) derdikeve pêş. Divê ne li gorî xwe, lê li gorî encaman, hilbijartinan binirxînin. Divê rê li ber înîsiyatîfa HDPê negirta, ku hê îro jî ev mijareke rojevê ye.


Dubarekirin be jî; divê PKK (û bêguman HDP), rê li ber rêxne, têkilî û hewldanên hevalbendiya partî, rêxistin û kesayetên kurdperwer ên ne jixwe negirin, nexwe dibe ew wan dehf bidin lêgerînên cuda.


Divê PKK fêm bike, ku girîngîdayîna rola desthilata Kurdistana Başûr erkeke derengmayî ye. Rakeşî nelê ye, berevajiyê, hevalbendî û biratî yekane rêya lê ye. Divê PKK fêm bike ku reng û zimanê têkiliya îro, li giraniya bûyeran qet naye.


Hêvîdar im, ku PKK serwextê kêmasî û xeletiyên xwê yên serdema hilbijartinê be. Hêvidar im, ku bi hişmendiya yekparebûna pirsên Bakur, Başûr û Rojavayê tevbigere. Hêvidar im, ku ji “tirkiyeyîbûnê zêdetir, giranî bide kurdistanîbûnê. Encamên hilbijartinan, hişyariyek in. Wê bibin sedemên guhertinan. Em çiqas amade ne?