Nêrîna aştîxwazane ya Nêçîrvan Barzanî û spasiya Trump
Aştî wekî têgeheke çandî ne beşek ji taybetmendiyên dewletê ye, taybetmendiya civakan e. Lê belê dewlet dikare zemîneyeke guncaw biafirîne da ku çanda aştiyê bi pêş bikeve û têkeve ser rêya xwe ya rast.
Ji ber ku divê aştî ji kûrahiya civakê jêderkê bigire, li gorî Mitrany (1946) hikûmeta herî baş ew hikûmet e ku xwe di nav pêvajoyên aştîsaziyê de dibîne û aştiyê dike mertalê parastina welatê xwe.
Ji vê nêrînê û bi têgihiştina bûyer û pêşhateyan, di çend salên borî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê baweriyê de bû ku parastina aştiyê li herêmê ji destpêkirina şer gelekî zehmettir e.
Bi têgihiştina ji wê jîngeha siyasî, civakî û etnîkî ya bi paşketî ya ku li herêmê serdest e, em dikarin bêjin ku rabêja aştî, demokrasî, pluralîzm, pêkvejiyan, aramî û avadaniyê bi radeyeke mezin hatiye paşguhxistin.
Heta niha jî pêngavên pêwîst ji bo bi pêşxistina pêvajoyeke lihevkirinê ya giştgir û berfireh nînin û ti saziyên cîhanî û navxweyî xwedî li pirsa aştî û geşepêdanê dernakeve û her kes li bendê ye ku derhozeyek aştiyê biafirîne!
Ewropiyan piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, destpêkê bi pevguherandina komir û enerjiyê dest bi ji nû ve avakirina pêwendiyên xwe kir. Piştre, bi rêya werziş û mijarên çandî, dest bi aştiyeke seretayî kir ku di encamê de, bi têgihiştina ji keş û jîngeha aştiyê, bi rêya guhertinên bingehîn di sîstemên xwe yên rêveberiyê de û bi rêya saziyên navxweyî û hevbeş, aştiyeke berfireh ava kir.
Bi rakirina cudahiyên olî, etnîkî, zayendî, reng û nijadî, û bi komkirina destê kar ê pirreng û mifawergirtina ji sermayeya mirovî ya neteweyên din, karîn parzemîneke pêşketî li ser asta cîhanê ji bo xwe ava bikin. Bi destûr, yasa û saziyên taybet, wan dawî li nijadperestî û şer anî.
Li welatên başûrrojhilatê Asyayê jî, piştî jinavçûna dîktatoriya Mao Zedong li Çînê û hatina ser kar a (Zhou Enlai, Deng Xiaoping), di nava 30 salan de geşepêdana aştiyane pêngavên gelek mezin avêtin.
Niha bi rêya aştiyeke demdirêj, Çîn ber bi aboriyeke gelekî bihêz ve diçe, ku bloka sermiyanedariyê, xasma Amerîka, hemû hewlên xwe dide da ku li paş wî welatî nemîne.
Li Siûdiyê jî, Bin Selman ders ji welatên Kendavê wergirt, tewra amade ye bi dijminê xwe yê bi sedan salan re aştiyê pêk bîne, da ku veberhênan û asta aboriya welatê wî di paşerojê de nekeve nav qeyranan. Vebûnên wî welatî rojane tên hestkirin û dîtin.
Aboriyeke geşbûyî bi hebûna aştî, aramî, pêkvejiyan û seqamgiriya siyasî pêk tê. Hemû aboriyên şikestî yên cîhanê, aboriyên wan welatan in ku şer û nearamî tê de heye; çi şerê navxweyî be, çi jî destê derve tê de hebe. Efxanistan û Somalya du mînakên aboriyên şikest ne li cîhanê.
Bi têgihiştina ji wê rastiya ku aştî û aramî kilîta geşepêdanê ne û faktoreke mezin a dabînkirina jiyaneke hêja û standard in ji bo tevahiya welatên herêmê, Serokê Herêma Kurdistanê her dem piştgirekî cidî û karakterekî aştîxwaz bûye ku dixwaze bi kilîta aştiyê dawî li dûmana şer û kuştarê bîne, ji ber ku şer û nearamî çavkaniya hejarî û belengaziya xelkê ne.
Ne merc e ku aboriyeke xurt bikaribe aştî û aramiyê pêk bîne. Berevajî vê, pêkhatina aştiyê, qebûlkirina pluralîzma siyasî û serdestbûna rabêja aştî û pêkvejiyanê, merceke serekî ye ji bo avakirina jiyaneke hêja.
Mînak, welatekî wekî îraqê, rast e xwedî aboriyeke bihêz a petrolê ye û demokrasiyeke rûkeş nîşan dide ku tê de wisa dixuye her kes demokrasiyê dike lê ji ber nebûna bîr û baweriyeke kûr bi mijara aştî û pêkvejiyanê, serdestbûna gotara mezhebî û nebûna saziyên fermî ji bo aştiyeke rasteqîn û pêkvejiyaneke ji dil, wekî prensîp, bîrûbawerî û moral, hiştiye ku nikaribe sûdê ji aboriya xwe ya bihêz û çavkaniyên xwe yên mirovî yên pirreng wergire û di rêzbendiya welatên herî xirab ji bo jiyanê yên cîhanê de cih digire.
Her çend Herêma Kurdistanê ne xwedî statu û serxwebûnê ye û beşek ji Îraqê ye lê bi têgihiştina ji pirsa aştî û pêkvejiyana siyasî û aramiya siyasî, dixwaze jiyaneke hêja ji bo welatiyên xwe dabîn bike.
Tevî ku li vir jî hê saziyên parastina aştiyê lawaz in, lewma pêwîst e ev çanda aştîxwazane wekî derfetekê bê dîtin û em bi destûr, yasa û saziyan, hêz û germahiyeke xurtir bidin pirsa aştî û pêkvejiyana siyasî, olî û neteweyî.
Ji ber ku aştî û geşepêdan, ji bilî ku jiyaneke xweşguzaran diafirînin, dibin dîwar û mertalekî ewlehiyê jî li hember wan planên derve yên ku li dijî herêmê tên girêdan.
Serokê Herêma Kurdistanê her tim piştgirekî cidî û aram e ji bo aştiyê û piştgiriya wan hemû hewlan dike ku ji bo aştiyê tên dayîn. Di vê çarçoveyê de, di dema şerê Îsraîl û Hemasê de, çendîn caran dîtina xwe ya aştiyane ji bo çareserkirina wî şerî pêşkêş kir.
Her wiha di dema borî de bi fermî piştgiriya xwe ji bo hewlên aştiyê û bidawîanîna şerê Hemas û Îsraîlê ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve ragihand.
Ji ber vê yekê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, wekî serokekî aştîxwaz, bi nameyeke fermî spasiya hewldanên Nêçîrvan Barzanî kir.
Divê li ser vê destkeftê kar bê kirin û bi rêya wê, çanda aştîxwazane ya Herêma Kurdistanê ji cîhanê re bê raberkirin, ku vêga herêm û cîhan ji her demê zêdetir pêwîstiya wan bi aştî, aramî û werarê heye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)