Sînema Gûrkêlê

Ev sînema ku ez ê niha behsa wê bikim, ne Sînema Hîzanê ye, Sînema Gûrkêlê ye. Sînem xelka Gûrkêlê bû. Gûrkêl gundek e. Niha ji kela Gûrkêlê şûnwarên Mîrê Gûrkêlê hê jî li herêmê kifş in. Dikeve raserî Ava Hezîlê, Kela Gûrkêlê di navbera herêma Goyan û Çiyayê Cûdî de ye.

Sînem jineke delal e, bi husn û cemala xwe ve kêrhatî ye. Daweta xwe li gel hevjînê xwe kiriye. Bi eşq û evînî bûne bûk û zava. Sala wan temam bûye an temam nebûye, eskeriya kurik hatiye û mecbûr e ku biçe eskeriyê. Ne bav e, ne bira ye, ti eqrebayên wî yên wisa nînin ku Sînemê teslîmî wan bike. Kurik bawerî bi melayê gund anî û çû cem melayê gund.

Got: "Seyda, ez mecbûr im biçim eskeriyê. Sînem bêxwedî ye, tu xwedîtiyê lê bike. Tiştek jê re lazim be, xizmetek hebe tu lê bibe xwedî. Hema şûna keça te ye, ji bo xwe wekî keç bibîne û wekî keça xwe lê xwedî derkeve. Tu di şûna bavê wê de yî."

Melayî temînat dayê û got: "Qet mereq neke, bila çavên te li paş nemînin. Tişta ez ji bo keça xwe bikim, ez ê ji bo wê jî bikim."

Wî got: "Xwedê ji te razî be seyda."

Berê xwe da oxirê û çû eskeriyê. Êdî ka salek be yan du sal bin... Mela ma bi tiştên pûç ve. Hate cem Sînemê lê tiştên xelet kirin. Tevgerên (hereketên) xelet jê çêdibûn. Sînemê ew hişyar dikir.

Digot: "Seyda, mêrê min bawerî bi te aniye. Tu melayê me yî. Lazim e tu van tiştan nebêjî. Heke tu dê van xeberan bêjî, neyê cem min. Ez êdî qebûl nakim. Ez ne jina xerabiyê me."

Li ser vê yekê, vî melayê hanê bêbextî kir û nameyek li ser navê xwe nivîsî. Ji bo kurik şand eskeriyê. Got: "Ey birayê delal, piştî tu çûyî min gotina te aniye cih. Ez li ber mala te bûm, min parastina wê dikir lê mixabin jina te wekî baweriyê derneket. Xerabiyê dike, paşê gazindan li min neke."

Nameya xwe avêt postê. Ka wê demê name çawa diçû... Piştî çend mehan an çend deman name gihîşt destê kurik. Kurik name xwend. Ey weh! Dinya li ber çavên wî reş bû, morala wî xira bû û girî. Ew li eskeriyê, li xurbetê... got: "Wey bêbextê, te bo çi wisa li min kir? Min bextê xwe dabû te." Lê bû mereq, kîn û nefret. Rengê kurik çû, kêfa wî reviya.

Fermandarê wî pê hesî û got: "Kurê min xêr e? Derdekî te heye, kulek li te hatiye, ka bêje."

Got: "Tişt nîne efendim."

Lê her israr kir.

Got: "Efendim, hal û mesele ev e. Aha ev e name."

Fermandar name xwend û got: "Kurê min, te çi divê?"

Got: "Fermandarê min, heke te destûra min daba ez çûbam ka ev çi mesele ye?"

Gotê: "Kurê min, ez ê destûrê bidim te lê hay ji xwe hebe, xeletiyan neke. Emanetê te û xanima te... ji bêbextiyan bawer neke."

Welhasil berê xwe da malê û hat. Piştî çend qonaxan gihîşt. Xelkê mizgînî da Sînemê. Gotin: "Mizgîniya me li te, mêrê te hat." Sînem rabû xwe xemiland û çû pêşwaziya mêrê xwe. Wextê ku dixwest mêrê xwe hembêz bike, bide ber sîngê xwe û kêfa xwe jê re bîne, evî kurê malmîratî bêîfade xencerek li serê dilê wê da. Axek jê hat û ket. Mêrê wê poşman bû. Serê wê danî ser çoka xwe û girî.

Sînemê got: "Negirî, te bo çi wisa li min kir? Ez sûcê xwe bizanim, gunehê min çi bû?"

Got: "Aha ev e nameya melayî hinartiye. Te ho kiriye, ho kiriye..."

Wê got: "Malmîrat, te hema îfadeya min jî wergirtiba. Min tiştekî ho nekiriye, bêbextî li min kirine. Şahidê min masîçerke ye. Ez ê bimirim. Ev giyayê di nav me de ku kulîlka wî zer e, jê re dibêjin masîçerke. Ew şahidê min e. Ez bê guneh û xalîxerez bûm. Tu gunehê min tunebû. Te bi bêbextî ez kuştim. Tu û Xwedayê xwe..."

Ew dengbêj bin, ew serhedîbêj bin, di meqam û gotinên xwe de, di vê kilama Sînemê de dibêjin: "Dema meriv li ber vî giyayî bistirê, dê pelên xwe biwerîne; her wekî ku hêsir û rondikan ji bo min bibarîne."

Ew şahidê wê ye. Heta niha jî xelkê ceribandiye, dema dengbêjên baş bi meqama Botanê dibêjin, ew giya pelên xwe diwerîne.

Ev strana hanê ji Hemê Bahdî hatiye girtin. Hemê Bahdî dengbêjekî navdar û efsanewî bû. Çawa ku Evdalê Zeynikê li Serhedê navdar bû, ew jî li Botanê navdar bû. Dibe ku ev çîrok beriya hezar salan be yan hîn kevtir be.

Li gorî gotina dengbêjan û zanayan,  Hemê Bahdî hezar bend li ser Sînemê gotine û paşê ew veşartiye. Hinek meqamên wê yên dawetan e, hinek meqamên wê yên dîwanan e. Ez ê du bendan jê bibêjim.

Sînem dîra elmasa ya di nîveka behrê da

Sê çaran çûmê hewasa nehîngek kete rê da

Dema gihiştime mîradê loo

Felekê çerxek lê da

Qesra Sînem Xan tê da

Derbedê çax kirî

Hat eskerê dilbaza

Dorê kelhê êwîr in

Şer e li goşa xezêmê

Malka min xirab kirî

Qesroka ku Sînem tê da

Derbedê çax dayî

Hat eskerê dilbaza

Dorê kelhê danayî

Şer e li goşa xezêmê

Malka min talan dayî

Ay Sînemê Sînemê

Kêlgerdenê mîryemê

Rêka bêriya gel min

Qefteke gulan de me

TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên Mehmet GUR ên li qadê pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.