Herêma Kurdistanê `başûrê Kurdistanê` li gor pirraniya welatan hejmara şêniyên wê kêm e, herwiha hêj di warê destûr û rêvebirinê de beşek ji Iraqê ye. Lewra ev dihêle ku çend nerînên me li ser xwerêvebirina vê herêmê, hebin.
Kes înkar nake ku pêdiviya Herêma Kurdistanê bi serokekî heye. Lê pirsgirêk di mîkanîzma hilbijartina wî serokî de ye.
Bawer im, girêdayî hilbijartina serokê herêmê, niha û dû re, pêwist e wek ku yasaya serokayetiya Herêma Kurdistanê yekalî kiriye, serokê Herêma Kurdistanê, bi dengdana giştî ya rasterast û nehênî , ji aliyê gel bê hilbijartin.
Ji bo bikaranîna desthilatan jî, pêwist dibînim, eynî wan desthilatan pêrew bike ku yasa jê re destnîşan kirine, nemaze ku hatiye destnîşankirin, serokê bilind ê desthilata cîbicîkirinê ye.
Ev celebê hilbijartin û karkirinê, destê me vedikin ku em çend guherînan di mîkanîzma rêvebirinê de bikin, wek civata wezîran û parlamento.
Di wê demê de serokê Herêma Kurdistanê, cihê serokê civata wezîran digire, ango posta serokê civata wezîran bê rakirin û serokê Herêma Kurdistanê cihê wî bigire.
Lê bi şertekî, wê demê serokê Herêma Kurdistanê li parlamentoyê sond bixwe, piştî ku ji aliyê gel bê hilbijartin. Bêguman di wê demê de, parlamento dikare lêpirsînê pê re bike û baweriyê jê bistîne.
Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe kabîneya wezaretan pêk tîne û tevahiya wezîran, yeko yeko li pêşber parlamenteran sonda yasayî dixwin.
Her ji bo meşandina karan jî serok dikare li şûna serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêveberê encûmena wezîran deyne, bi mebesta rêxistina karûbarên encûmenê û civînên wê.
Li wê gorê parlamento dikare desthilata wê hebe hem li ser serokê Herêma Kurdistanê û hem jî li ser wezîran. Ji pêvî ku serokê Herêma Kurdistanê hêza wî ya gellek a biryardanê divê. Çiku baweriya cemawerî heye.
Ew posta wezarî ya ku niha heye bê kêmkirin bo nîvê ya niha. Her çend wezaret jî pêwendiyên wan bi hev re hene, tevlîhev bibin, wek mînak wezareta xwendina bilind û perwerdeyê.
De wê demê de pêwîst e destkarî di pêkhateya parlamentoyê de jî bê kirin. Çiku ev parlamentoya me çav li cihên din kiriye, weke wan serok, cîgir, sekreter û biryarder… daniye.
Lewma parlamento heta asteke baş, qels û piştguhxistî ye, bi taybetî qels e di dozkirina desthilata cîbicîkirinê de. Ew jî dibe ku hokara sereke ya serokatiya parlamentoyê be, ku di destê pirraniyê de ye, ew a ku desthilat bi destê xwe girtiye.
Pêşniyara min ji parlamentoyê re ew e ku serokê parlamentoyê herdem ji bo pirraniya opozisyonê be.
Wate ku her partiyeke opozisyonê, gellektirîn kursiyên wê di parlamentoyê de hebûn, divê serokê parlamentoyê jê be. Cîgirê wî jî ji kêmtirîn rêjeya kursiyên parlamentoyê be. Eger di herdu beşan de frakisyona hevjimar be, ew ê bi dengdana pirranî bê çareserkirin.
Dibe ev nexşeya rêvebirinê serêşê pêk bîne bi taybetî ji aliyê yasayî ve. Lê ger parlamento bi xwe yasayên xwe pesend kiriye, Ew wiha jî dikare wan tevan bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse