We karnavala siyasî ya li Bexdayê dît?

Meed Feyaz*

Yê ku doh li Bexdayê temaşe kiribe wisa hatiye ber çavên wî ku konferansa niştimanî ya aliyên Îraqî heye. Hemûyan bi hev re qise dikir, hemûyan behsa paşeroja xwe dikir ne ku pêşerojê (rabirdû). Ew kesê ku ev dîmen li Bexdayê ava kir kesek e ku ji Herêma Kurdistana Îraqê hatiye, ew jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Yek ji wan erkên sereke yên li ser milê her siyasetmedarî, çi Îraqî be, çi Ereb be yan Rojavayî be, fikrîna li ser paşerojê û karkirina ji bo avakirina wê paşerojê ye. Siyasetmedarê Kurdistanî û Îraqî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, yek ji wan serkirdeyên herî diyar e ku wekî hêviyeke ji bo derbasbûna ber bi aliyê din û gavavêtina ber bi sibehan û derbasbûna ji krîzan li ser paşerojê difikire. Ev paşeroj jî Îraqeke avabûyî û xalî ji kom û xelekên derveyî îrade û îdareya hikûmetê ye çimkî ev yek aloziyê ji bo Îraq û herêmê ava dike û rê li ber derketina rêxistinên terorê xweş dike.

Îraqa federal, Îraqek e ku hemû pêkhateyên neteweyî, dînî û mezhebî li xwe digire û girîngiyê dide wan ku bi awayekî bibandor beşdarî birêvebirina Îraqê bibin. Ev jî her ew rastî ye ku serkeftina siyaseta Nêçîrvan Barzanî di maweyê salên borî de peyîtandiye. Her wiha hevdîtin û gotûbêjên wî yên niha yên li Bexdayê ku ji doh ve dest pê kiriye û di wan civînan de li gel serkirde û nûnerên hemû pêkhateyên Şîe, Sunî û Mesîhî tekezî li ser wê kiriye cureyên pêkhateyan dewlemendî û temamkarî ne, ne ku kêmasî û gef.

Hêza Îraqê di parastina vê mozaîka pêkhateyan de ye; ji netewe, ziman, dîn û mezhebên cuda ku herî kêm li ser asta gelêrî dijberî hev nebin. Pêwîst bû siyasetmedar û em hemû sûdê ji tecrubeya Erebî ya dewleta Îmaratê wergirin wekî dewleteke serkeftî tê dîtin. Her wiha ji tecrubeyên cîhanî yên wekî Swîsre, Almanya û Belçîkayê ku xelk li kolanên wan bi çend zimanên cuda diaxive lê belê li ser berjewendiya niştimanî rijd in.

Siyasetmedarên Îraqê îro, piştî çend deheyan ji hevrikiya neteweyî û dînî, girîngiya vê bihevrejiyana aştiyane û şaristanî fêhm kiriye û çend serkirde jî derketine holê ku baweriya wan bi wê pêkvejiyanê heye. Vê jî di civînên serkirdeyên siyasî yên Îraqê yên li gel Barzanî de li Bexdayê reng veda ku Îraqiyan girîng dîtin û bi encamên wê geşbîn bûn; ji wan jî civîna li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê û Encumena Siyasî ya Niştimanî ya bi serokatiya Xemîs Xencer û Mihemed Helbûsiyê Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê ku wekî diyartirîn serkirdeyê niha yê pêkhateya Suniyan têgihiştiye ku ku Kurd ne tenê pêkhateyek in, ew hevparên rê û çarenivîsê ne.

Mihemed Helbûsî, niha li Parlamentoya Îraqê xwediyê zêdetirîn kursiyên Suniyan e. Pêwendiya Mihemed Helbûsî ya herî baş li gel Serok Mesûd Barzanî heye. Her wiha Serok Mesûd Barzanî piştgirê herî baş ê Suniyan e, ji wan jî Mihemed Helbûsî. Hevdîtina doh a Nêçîrvan Barzanî di mala Suniyan de, ji wan jî rûniştina li gel birêz Helbûsî û Xencer û Samerayî, pêngaveke gelekî girîng û pêwîst bû.

Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriyê dike û tekeziyê li baweriya xwe dike ku gotûbêj tenê rê ye ji bo ku bi hev re ber bi kenareke din ve gavê biavêjin ku ew jî kenarê paşerojê ye; ji bo Îraqeke yekgirtî ya temamkar ku Ereb û Kurd û Tirkmenan bi hemû dîn û mezheban ve kom bike. Ew îsbat dike ku ev çareseriya bibandor e ji bo Îraqeke bihêz û bipêşketî. Tecrubeyan ew yek îsbat kiriye ku Îraq bêyî yekrêziya Ereb û Kurdan, nabe xwedî qewareyeke temam û nikare ji bo civakên cuda yên gelê xwe ti destkeftê dabîn bike.

*Meed Feyaz, li Îraqê û li welatên Ereban rojnamegerekî navdar e.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)