Qedexekirina Rûdawê: Qedexekirin, karê bixwenebawer û qelsan e

 

 

Karê Mediya bi giştî û televîzyon bi taybetî karekî demdirêj, sîstematîk û avakirina grûp û sîstemên diyalogê yên derveyî feza cihê studyoyê ne. Wate, nûçe û agahî û şiroveyên wê bibin cihê gengeşiyên mezin. Karê ragehandinê û bi taybetî televîzyon, pêkanîn û amadekirina agahiyan e.

 

Li bîra min têt, dema min li dawiya salên notan, li Hannoverê “mediya, comunication, relation, comuication psychology” (beşa mediya, pêwendiyan û pêwendiyên derûnî) dixwend, profesorekî min, yê beşê “Information and Psycho-Analyse” hebû, navê wî Prof. Dr. Ihler bû. Wî digot: “Eger we li welatekî seyr kir û dît, ku desthilat hez ji mediya dike, hingî bila tirs bi we re çêbibe û bizanibin ku ragehandin rola xwe nalîze û li ser wî welatî jî bitirse”.

 

Ji bo vê yekê jî ez dibêjim: Ev êrîşa li ser Rûdaw û qedexekirina wê, diyar dike ku Tora Medyayî ya Rûdaw û bi teybet Televîzyona Rûdawê, bi şêweyekî baş rola xwe digêre. Ji hêla din ve jî, yê wê qedexe dikin, diyar dikin, ku ew hîn ji kesayetiya azad dûr in, rê nadin, derbirîn û hişê azad bête bikaranîn. 

 

Em dizanin û tecrubeyên cîhanê hemî diçespînin ku bi qedexekirinê, şaşî û tawan ên qedexekeran ji holê ranabin, belê Qedexekirin bixwe dibe tawan û li tawanên wê desthilatê zêde dibe.

 

Bo min gellekî sosret e ku carcaran li Rojavayê Kurdistanê, behsê sîstemên nimûne û demokratîk tête kirin. Nimûne, rast e!. Ez bawer dikim ji ber ev nimûneya ku PYD (Kantona Cizîrê) nîşan dide xwe nêzîkî nimûneyên her sîstemeke totalîter dike. Cudabûn jî heye. Ev sîstemên totalîter xwedan statû ne lê kanton û Rojava bi giştî di rewşekê de ye ku pêdivî bi her dengekî y, bibe hêzek bo wê. Belê ew hemî dengê cuda difetisîne, êdî bûye aşiqê deng û nêrîna xwe û wê tê de bixendiqe, eger wisa berdewam bike.

 

Qedexekirina Tora Medyayî ya Rûdawê yan her dezgeheke ragehandinê, nîşana serşorî, netêgehiştin û tirba xwe bi destê xwe kolan e. Gelo erkên mediya, ji hêla desthilatan ve têne zanîn?

 

Erkên mediyayê ev in:



  • Xwe bo diyalogê amade bike û nîşan bide. Gelo Rûdaw ev nekiriye?

  • Li her derî beşdar û çalak û bi bandor be. Gelo Rûdaw Kobanî, Şingal, Pêşmerge, şervanên Rojava bi baştirîn şêwe û bi bandor nîşanî cîhana ragehandinê û ya birayrdanê nedan?

  • Peydakirina hevpişkê diyalogê. Gelo, Rûdaw deng û rengên cuda cuda di civak, siyaset û edebiyatê de diyar nake ( Programên Çarqolî, 2 Alî, Tendurustî, Kêşeyên belengazan. Nimûne birîndarên teqîna Hesekê, li nexweşxaneya Hewlêrê)?

  • Têkiliyên bi mediyayên cîhanî û ajansan re û bixwe bibe kaniya agahîdanan bo mediya cîhanî. Kareset û komkujiya li Êzîdxanê, li  Şingal û li Kobanî?

  • Karê bi pilan û binirx ( Berhemên Mamoste Dilşad Seîd û gellek yên din)?

  • Destnîşankirin û bipêşdebirina profîlê. Ma qey şerm e ku TVyeke kurdî xwedan profîlekî di asta bilind de be. Ez wek kesê ku di vî warî de xwendî, dibêjim profîla Rûdawê weke rojê diyar e. Ez nabêjim hemî serketî ye.. lê xwedan kesayetî ye.

  • Karê Redeksiyonî.. Em dibînin û li her derê, bi taxim û kom û guncayî bi hev re kar dikin. Pêdivî nîne, ez gellek navan bibêjim, ku birastî bîner gellek caran bendewarê raport û derketina wan in.

     

    Vêca ji bo van xalên me li jor nivîsî, ez dibînim qedexekirina Rûdaw û Orient Tv jî karekî kirêt e û sûdê nade pirsa kurd, wêne û îmaja kurdî (di nav de, Rojavayê Kurdistanê).

     

    Birastî, carcaran hest dikim ku li gellek deverên welatê min û ji dezgehên Mediya jî, ku ew yên berpirs ên Mediya, funksioyna Mediya nanasin. Funksiyon û karên Mediyayî çi ne:


  • -Funksiyona agahiyan û gihandin û ragehandina wan

  • -Funksiyona damezirandina bîr û ra

  • -Funksiyona çavdêrî û lidûvçûnê


Di dawî de dibêjim, Birano! welatekî azad, civateke birûmet, mirovekî têgehiştî bi karê qedexekirina ragehandinê û ji wan Rûdawê, ava nabe. Bi hêviya carekê tenê hûn derkevin pêşberî gelê xwe û bibêjin, “me ev biryar şaş da, em tê vegeriyan”. Karê regehandinê karekî  rêkûpêk û rêxistî ye, dema bi pîşeyî be. Rûreşî bo qedexekirina Rûdawê û hemî dezgehên ragehandinê, li kû be bila bibe.