Rûdaw kanaleke cîhanî ye

Komek rojnameger li jûreke Koşka Spî ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi endamên kabîneya xwe re di civînê de ye. Rojnameger ji jin û mêran pêk tên, hemû rojnamegerên kanalên Amerîkayê ne, ji bilî yekî ku Diyar Kurdeyê Rûdawê ye li Washingtonê û wekî nûnerê medyayên biyanî hatiye vexwendin.

Li jûrê, Diyar jî wekî rojnamegerên Amerîkayî destê xwe bilind kir da ku pirsê bike. Trump destûr da wî. Bi aramî, Diyar ji Trump pirsî: "Herêma Kurdistanê, dosteke Amerîkayê ku tê de kompanyayên Amerîkî veberhênanê dikin, êrişa dronî hatiye ser û dibêjin pêwîstiya wan bi hevkariya Amerîkayê heye." Hemû gotinên Diyar fakt (rastî) bûn. Trump got, te pirseke "neasayî" kir û di "serê lîsteya" ajendaya karê min de nîne lê "em dê lê bikolin."

Tiştê ku Diyar roja sêşemê kir, bûyereke dîrokî bû ji bo wî, ji bo Rûdawê, ji bo rojnamegeriya Kurdî û bi rastî jî ji bo neteweya Kurd, wekî gelekî bêdewlet. Baş e çawa Rûdaw ku ji bajarê Hewlêrê nêzîkî 20 sal berê wekî rojnameyeke navxweyî serî hilda, bû ew kanala bibandor ku îro ji bo girîngtirîn civîn û konferansên rojnamegeriyê yên cîhanê tê vexwendin?

Wekî kesekî ku karkirina min a ji bo Rûdawê vedigere beriya çêbûna Televîzyona Rûdawê û ji bo demekê ku Rûdaw tenê heftenameyek bû ku li xaniyekî sade li nêzîkî Îskanê derdiket (piraniya rojan me şorbeya kartol û bacanan dixwar), ez tiştekî dizanim li ser wê yekê ku Rûdaw çawa bû ev dezgeha bibandor a îro.

Sedem zêde ne lê yekane tiştê ku Rûdawê ji kanalên din cuda dike, ne tiştek e ji bilî dîtineke cîhanî ku Birêvebirê Rûdawê Ako Mihemed her ji destpêkê ve ji bo Rûdawê daniye û her tim gotiye divê em ne tenê medyayeke lokal bin. Her tim baweriya wî wiha bûye ku ji Kurdistanê, pêwîst e û dibe ku medyayeke cîhanî çêbibe. Eger ez taybettir biaxivim, mebesta min ji dîtina cîhanî ya Kak Ako, ev pênc stûnên li jêr in ku Rûdaw li ser wan hatiye damezirandin:

Yekem: Vekeirina ofîsên Rûdawê li welatên girîng ên cîhanê

Îro Rûdaw li Washington, New York, Moskow, Pekîn, Enqere, Dusseldorf, Bexda û çendîn bajarên din heye. Ev jî dike ku Rûdaw karibe ji nêzîk ve pêwendiyan bi desthilat û siyasetmedarên wan welatan re hebe û wan pirsan bike ku ji bo temaşevan û guhdarên wê girîng in.

Duyem: Damezirandina Rûdawê wekî torgereke pirzimanî

Rûdaw ji bilî Kurdî, xwediyê malper û medyaya civakî ye bi Erebî, Tirkî û Îngilîzî û rola wan a mezin hebû di cîhanîkirina Rûdawê de. Dema ku em hevpeyvînekê bi kesekî re dikin, ji bo wî/wê girîng e ku bi zimanekî were belavkirin ku jê fêm bike û li cem xwe parve bike. Gelek caran endamên Kongreyê û siyasetmedarên din ên cîhanê mijarên malpera Rûdawê ya Îngilîzî li cem xwe parve kirine. Vê yekê kiriye ku xelk bêhtir Rûdawê nas bikin û baweriya xwe pê bînin.

Sêyem: Weşandina mijarên cîhanî û mirovî

Dema şerê Ukraynayê çêbû, ji bo Birêvebirê Rûdawê girîng bû ku Rûdaw nûçegihanan bişîne û weşanê bike. Rûdawê weşana Greenlandê kir piştî gefên Trump ên ji bo destdanîna ser wê herêma bi berf a nêzîkî Cemsera Bakur û çendîn bûyerên din ên mezin ên cîhanê ku dûr û nêzîk pêwendiya wan bi Kurdan ve nebû û ji ber wê em dihatin rexnekirin lê Rûdawê armanceke mezintir hebû ku hemûyan nedidît, bûyîna torgereke medyaya cîhanî ya cihê baweriyê, ku di encamê de bi qezenca Kurdan bi dawî dibe.

Çarem: Weşana bêalî

Lê cîhanîbûn ne tenê tê wateya vekirina ofîs û şandina nûçegihanan a bajarên cîhanê ye. Beriya wê, tê wateya rûmalkirina bêalî û dadperwerane. Li navxweya Kurdistanê di dema hilbijartinan de, berevajî piraniya kanalên din ku bêhtir wekî propagandaya partiyan derdikevin, Rûdaw bûye mînbera nîqaşên şaristaniyane yên di navbera namzedên partiyên cuda de. Ev di asta cîhanê de jî girîngiya wê ne kêmtir e, ku belavkirina gotina berpirsekî cîhanî bi şaşî yan bi zanebûn dikare navê te bi temamî reş bike û baweriyê ji dest bidî.

Dema ku, wekî mînak, Washington siyasetekê derdixe ku ji bo Kurdan xerab e, Rûdaw wê tirş û şor nake, wekî xwe belav dike çimkî Rûdaw dizane erkê medyayê tenê gihandina agahiyên rast e. Carekê Rûdawê mijarek li ser şiyana drona Bayraktar a Tirkiyeyê belav kir. Tê bîra min, di şîroveyan de, dinyayek gotinên nexweş û dijûn ji Rûdawê re hatibûn dayîn. Rastiyeke tehl e di demekê de ku Tirkiyeyê gundên Kurdistanê bombebaran dikirin, di warê çêkirina dronan de pêşketineke zêde bi xwe ve dîtiye û heta hinardeyî Ewropayê jî dike lê gelo Rûdaw divê tenê rastiyên şêrîn belav bike? Gelo eger medya tenê vê bike, mîletekî bêhiş û nezan çênabe?

Dibe ku xelk nizanibe li Rûdawê rojane civîn tên kirin li ser wê yekê ka çi were belavkirin, çi bibe nûçeya sereke, çi neyê rûmalkirin û çima! Me civîn û nîqaşên dirêj kirine li ser wê yekê ka kîjan têgehê bi kar bînin da ku bi awayekî bêalî û rastgo rûmala tiştekî bikin. Wekî mînak, dema Mihemed Mursî ji kar hat avêtin, wekî medyayên pîşeyî yên din ên dinyayê Rûdawê wekî "derbe"yê pênase kir çimkî pênaseya ferhengî ya derbeyê: Nehiştina desthilateke hilbijartî ye bi rêya hêzê, tam tiştê ku li Misirê qewimî.

Êdî ne girîng e bi dilê me be yan na. Eger bi dilê te be, piştî dewama Rûdawê here ji xwe re bireqise. Eger ne bi dilê te be, dema tu çûyî malê, here têra xwe bigirî lê dema tu li Rûdawê yî, divê tu bi awayekî bêalî weşanê bikî. Li Rûdawê, me her tim hewl daye peyvên şênber bi kar bînin ku bêalî ne û şîroveya zêde hilnagirin lê ti medya jî ne perfect e û Rûdaw li xwe mikur tê projeyeke temam nebûye û bi berdewamî hewla bipêşketinê dide.

Pêncem: Rojnameger ne çalakvan e

Xaleke din ku Rûdawê her tim bal kişandiye serê ew e ku rojnameger nabe bibe çalakvanê ti dozê. Rast e em xelkê Kurdistanê ne û gelekî bêdewlet in lê dema em beşdarî konfrensên rojnamegeriyê yên cîhanî dibin, nabe em bi mêrxasî biaxivin û di pirsên me de dijayetî ji bo kesekî hebe. Tenê divê em bi aramî û bikaranîna peyvên şênber û faktan pirsan bikin. Ji ber ku temaşeker û guhdarên sereke yên kanala me Kurd in, bê guman piraniya pirsên me dê pêwendiya wan bi Kurdan ve hebe lê em pirsan li ser xema gelên din jî dikin çimkî careke din, Rûdaw dixwaze kanaleke cîhanî be û li hemû quncikên dinyayê xelk her ku ew herfa (R)ya Îngilîzî dît ku li derdora wê çend tîrêjên rojê hene, zanibe kanal e.

Demek e ku ez li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê pirsan dikim, tenê dibêjim ez Namo Ebdullah im ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Wekî çawa Cezîre nabêje Cezîreya Qeterê û BBC nabêje kanala Brîtanyayê. Êdî pêwîst nake ez jî bibêjim Rûdaw kanala kû derê ye çimkî Rûdaw kanaleke cîhanî ye, tenê ew e ku ofîsa wê ya sereke li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye.