Wergerandin wek stratejiyeke neteweyî

06-03-2014
Jan Dost
A+ A-

 

Di tarîxa her milletî de wergerandinê guherîna herî mezin di her warî de pêkaniye. Ti carî milletekî bi tena serê xwe nekariye ku zimanê xwe, wêjeya xwe û cûreyên din ji zanistê bi pêş ve bibe. Her milletek mecbûrî cîranan û milletên din bûye ku xeleka zanînê li ba xwe ferehtir û ferehtir bike. Eger em mînakan werînin, wê qet ne hindik bin, hema em ji cîranên xwe ҫend mînakên biҫûk bînin zimên:

Di serdema Ebbasiyan ya pêşî de, ku mêjûnasên ereb navê wê dikin serdema zêrîn (El `Esr El Zehebî), tevgerek wergerandinê ya zêde bi rêk û pêk pêkhat. Helbet ew tevger pêdiviyeke stratejîk ya Ereban bû, ji ber ku di wê serdemê de nakokiyên mezhebî û rêҫûnî derketibûn meydanê û pêdiviya her rêҫûn û mezhebekî bi xurtkirina ergûment û delîlên rastiya hizr û bîr û baweriyên xwe hebû. Û ji ber ku li ba Ereban pirtûkên mentiq û felsefeyê nebûn, ew bêgav bûn û dest avêtin ҫanda dinyayê û di serî de dest avêtin felsefeya yewnanî.

Bi sedan wergêrên jêhatî ku pirraniya wan Suryan û Mesîhî bûn, rabûn bi xwesteka dewletê (xelîfeyên ebbasî û waliyên mezin) pirtûkên Aristo, Eflatûn (Platon), Sokrat, Eflotîn û xeyrî wan wergerandin zimanê erebî. Ji xwe bi saya wan wergeran gellek berhemên fîlosofên yewnanî ji windabûnê hatin parastin û paşê jî derbasî zimanên latînî jî bûn û li Ewropayê bûne bingeha ҫandeke nû û rê li ber rênesansê vekirin.

Ji bilî Ereban, Faris û Tirkan jî xwe ji bo pêşxistina ziman û ҫanda xwe avêtin bextê wergerê û pirtûkên tarîxa erebî û tefsîrên quranê ji demeke zû de wergerandin ser zimanên xwe.  Ji bilî van mînakan jî em dikarin gellek mînakên hemdem jî bînin ziman: meseleya projeya Kelima ya li mîrnişîna Abû Dabî ku salê sed pirtûkan werdigerîne zimanê erebî, roman, ҫîrok, helbest, siyaset, zanist, felsefe û teknolojiya û her beşên din. Ez bi xwe yek ji wan kesên ku min ligel vê projeyê jî kar kiriye me. Ev proje ji bo wergêran derfeteke zêde baş pêşkêş dike, ji hêla diravî ve li gor krîterên wergerê yên herî bilind dixebite, herwiha bi saya vê projeyê pirtûkên aktûel, yên naskirî û hezkirî jî di cî de li erebî têne wergerandin.

Lê ka werin em ҫavekî li rewşa wergerê li ba me Kurdan bidin! Gellek caran min bi guhê xwe bihîstiye ku projeyên bi vî awayî divê di bin banê dewletan de bin, divê hikûmet piştgiriyê bidin heta ku bikaribin bi ser bikevin. Lê ez bi xwe vê nêrînê di cih de nabînim. Rast e projeyên wiha mezin dikarin bi arîkariya dewletê xurt bibin, lê hebûna piştgiriya dewletê ne şert e, bi qasî ku hebûna îrade û fikreke stratejîk pêwist in. Eger em bizanibin wergerandin dikare ҫi ji me û zimanê me re pêşkêş bike, emê enstîtuyên mezin vekin, emê wergêran perwerde bikin û rê li ber wan vekin ku ji her zimanî, her zanistê û her cûreyên wêje û felsefeyê derbasî zimanê kurdî bikin. Zimanê kurdî, hişmendiya kurdî tenê bi stranekê, gotareke sêwî yan jî hevpeyvînekê nikare bi pêş bikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst