Ma Îraq dikare rojane 4,5 mîlyon bermîl petrol hilberîne?

Beriya şer, armanca Îraqê ew bû ku bigihe hilberîna rojane ya 6 milyon bermîlên petrolê. Niha ev hejmar piço piço dibe xeyal û roj bi roj ji wê asta beriya şer a ku rojane 4,5 milyon bermîl bûn, dûr dikeve.

Sedema sereke ew e ku komên çekdar ên Îraqî yên alîgirên Îranê, ji ber berdewamiya şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, parzûngehên petrol û gazê li Îraqê dikin armanc û şirketên biyanî yên petrolê jî yek li pey ya din ji Îraqê vedikişin.

Êrişên dawî yên li ser parzûngehên petrolê

Êrişa herî dawî ya komên çekdar ên "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" 4ê Nîsana 2026an li ser Parzûngeha Petrola Mecnûnê ya li rojavayê Besreyê bû ku rezerva wê parzûngehê zêdetirî 38 milyar bermîl petrol e.

Her wiha li Herêma Kurdistanê jî 1ê Nîsanê careke din êrişî parzûngehên Sersing û Etrûşê yên li parêzgeha Dihokê hat kirin.

Armanca sereke ya êrişên van rojan ên li ser pîşesaziya petrola başûrê Îraqê û Herêma Kurdistanê, şirketa xizmetguzariyê KBR ya Amerîkayê li Parzûngeha Mecnûnê û şirketa HKN Energyê ya Amerîkayê bû ku çavdêriya parzûngehên Herêma Kurdistanê dike.

Lê zerer pir ji wan şirketan mezintir in û dê şiyana Îraqê ya ji bo hilberîna petrol û gazê di rojên piştî şer de gelekî lawaz bikin çimkî şirketên biyanî yên navneteweyî di hilberîna ji sedî 68ê petrola rojane ya Îraqê de hevpar in.

Rola şirketên biyanî di hilberînê de

Heger şirketên biyanî û teknolojiya bipêşketî û şiyana mirovî ya wan şirketên mezin nebûya, Îraqê nikarîbû bigihe hilberîna rojane ya ser bi 4,3 milyon bermîlên petrolê lê belê dê wekî Venezuelaya serdema Maduro lê bihata.

Mînaka herî diyar jî berawirdkirina parzûngehên petrolê yên Rumeyle û Mecnûnê ye.

Parzûngeha Petrolê ya Mecnûnê ya ku rezerva wê 38 milyar bermîl e û ji aliyê Şirketa Petrola Besreyê ve tê birêvebirin, şiyana wê heye rojane 200 hezar bermîlan hilberîne.

Di hember de, Parzûngeha Rumeyleyê ku rezerva wê tenê 17,7 milyar bermîl e, şiyana wê heye rojane milyonek û 350 hezar bermîlan hilberîne çimkî şirketên mezin BPya Brîtanyayê û CNPCya Çînê bi hevbeşî wê bi rê ve dibin.

Amarên hilberînê yên beriya şer

Beriya şer, tevahiya petrola hilberandî ya Îraqê rojane 4 milyon û 343 hezar bermîl bû (bêyî Herêma Kurdistanê):

  • 1 milyon û 383 hezar bermîl ji aliyê şirketên niştimanî yên petrolê yên Îraqê ve.
  • 1 milyon û 575 hezar bermîl ji aliyê şirketên biyanî ve.
  • 1 milyon û 385 hezar bermîl bi hevbeşiya li gel şirketên biyanî bû.

Wate ji sedî 31,8ê petrola Îraqê bi rêya şirketên niştimanî yên Îraqê (wekî Şirketa Petrola Besre û Bakur, Midland, Başûr û Zîqar) dihat hilberandin.

Ji sedî 36,3 ji aliyê şirketên biyanî ve û ji sedî 31,9 jî bi hevbeşiya navbera şirketên Îraqî û biyanî dihat hilberandin.

Hevparên biyanî di pîşesaziya petrola Îraqê de

Li Îraqê di nav welatên cîhanê de, zêdetirî 14 şirketên mezin ên petrol û gazê, di hilberîna petrol û gazê de bi awayê xizmetguzariyê ya bi peyman.veberhêner û hevbeş in. Ji wan jî şirketên Çînê di rêza yekem de ne û rojane nêzîkî 500 hezar bermîlên petrolê li Îraqê hildiberînin.

Her wiha şirketên Rûsyayê bi hilberîna 322 hezar bermîlan di rêza duyem de ne, lê vê dawiyê ji ber cezayên Amerîkayê Lukoil neçar ma para xwe bifiroşe Chevron a Amerîkayê. Şirketên Amerîkayê jî di rêza sêyem de ne û di hilberîna 227 hezar bermîlên petrolê de rojane ji bo Îraqê hevbeş in.

Binesaziya sektora petrolê ya Îraqê

Tevahiya parzûngehên petrol û gazê yên di her sê qonaxên hilberîn, bipêşxistin û lêgerînê de 67 in, li 41ê wan hilberîn tê kirin, 21 parzûngeh di qonaxa lêgerîn û bipêşxistinê de ne û 3 parzûngeh jî rawestiyane. Di nav wan 67 parzûngehan de: 47 parzûngehên petrolê, 4 parzûngehên gazê û 16 parzûngehên petrol û gazê ne.

Tevahiya rezerva petrola Îraqê 143 milyar bermîl e û 95 milyar dikevin Besreyê û parêzgeha Kerkûkê bi 11 milyar bermîlan di rêza duyem de tê ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê de li gorî Madeya 140î ya Destûra Îraqê herêmeke nakok e.

Rola şirketên biyanî di parzûngehên mezin de

Di wan 41 parzûngehên ku petrol li wan hilberandin de, bi zelalî rola şirketên biyanî di bipêşxistina binesaziya hilberîna petrol û gazê de derdikeve holê çimkî ew parzûngehên ku asta hilberînê tê de bilind e, bi hevbeşiya li gel şirketên biyanî tên birêvebirin.

Mînaka herî baş jî ev e: Pênc parzûngehên herî mezin ên petrola Îraqê (Rumeyle, Kerkûk, Rojavayê Qurneyê 1 û 2 û Zubêr) rojane nêzîkî 3 milyon bermîlên petrolê hildiberînin. Ev parzûngeh li gel çend şirketên mezin ên wekî BP ya Brîtanayê, Şirketa Niştimanî ya Petrolê ya Çînê CNPC, INPEXa Japonyayê, ENIya Îtalyayê û KOGASa Korêya Başûr bi hevbeşî tên birêvebirin.

Ew şirketên ku di nexşeyê de hatine, wan şirketên biyanî li xwe nagirin ku wekî şirketên xizmetguzariyê li wan parzûngehan kar dikin. Wekî şîrketên Schlumberger, Weatherford, Baker Hughes, Halliburton û Oilservê.

Êrişên li ser binesaziyê û bandora wan

Heman roja êrişa li ser Mecnûnê, bi dronan êrişî depoyên Schlumbergera Fransayê ya li Besreyê jî hat kirin û zererên mezin gihiştinê. Ev yek bandoreke mezin dike li ser wan şirketên ku teknolojiya asta bilind ji bo parzûngehan dabîn dikin.

Li gorî pisporekî sektora petrolê: "Heger tenê zerer gihiştibe depoyên petrolê û amûrên ser erdê yên parzûngehan, ji bo destpêkirina ducare ya hilberîna petrolê wekî rojên asayî çend hefte pêwîst in. Lê heger zerer gihiştibe amûrên derxistina petrolê, pompe, bîrên petrolê û pêvajoya cudakirina petrol û gazê, wê demê ji bo vegera ser asta hilberîna berê zêdetirî 3 heta 6 mehan pêwîst e."

Lêçûnên veberhênanê yên berê

Ew asta hilberîna petrol û gazê ya ku beriya êrişa dronan gihiştibûyê, bi lêçûneke pir zêde bi dest ketibû.

Di maweyê deheya 2015-2025an de, tevahiya veberhênana Îraqê di serdema hemû wezaret û hikûmetan de gihiştibû 189 trîlyon dînaran (145 milyar dolar).

Ji wî pereyî, 113 trîlyon dînar (87 milyar dolar) ji bo Wezareta Petrola Îraqê hatibû terxankirin, wate ji sedî 60ê tevahiya veberhênana welat ji bo warê petrolê hatibû xerckirin.

Paşerojeke tarî ji bo pîşesaziya petrolê

Heger ev rewşa niha neyê rawestandin, pîşesaziya petrol û gazê li Îraqê dê bê guman vegere qonaxekê berê û armanca hilberîna 6 milyon bermîlên petrolê di rojê de deheyeke din bi derengî dikeve.

Her wiha vegera asta hilberînê ya beriya dronên mîlîsan dê demeke dirêj bixwaze. Ev yek tevî wê zehmetiyê ye ku şirketên biyanî, veberhênana derve û teknolojiya nû ya pîşesaziya petrolê ducare vegerin Îraqê.

Mehmûd Baban li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tora Medyayî ya Rûdawê wekî lêkoler dixebite.