Di dîroka nû ya Îraqê de bipaşveçûna herî mezin a sektora petrolê
Roj bi roj rêjeya hinartin û hilberîna petrola Îraq û Herêma Kurdistanê kêm dibe. Ev yek ji ber girtina Tengava Hurmizê û nezelaliyên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ye.
Rojên destpêkê yên Gulana 2026an rêjeya hinartinê di navbera 330 û 680 hezar bermîlan de bû. Meha borî ev rêje rojane nêzîkî 310 hezar bermîlan bû.
Rêjeya ku niha tê hilberîn rojane daketiye 1,6 milyon bermîlan. Ev rêje beriya şer rojane zêdetirî 4 milyon bermîlan bû.
Tevî agirbesta navbera Amerîka û Îranê jî, hilberîn û hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê hîn venegariyaye asta beriya şer. Li navend û başûrê Îraqê asta hilberînê ji ber nebûna deriyên hinartinê asayî nebûye.
Li Herêma Kurdistanê jî ev rewş ji ber metirsiyên komên çekdar ên Îraqê (Eniya Miqawemeyê) ye. Ev metirsî hîn jî didomin. Ji ber vê yekê piraniya şîrketên biyanî hîn dest bi hilberîna petrolê nekiriye.
Rewşa nediyar a şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê didome. Her wiha dewleta federal nikare komên çekdar ên li Îraqê kontrol bike.
Vê rewşê kir ku sektora petrol û gazê di dîroka nû ya Îraqê de paşveçûna herî mezin bijî. Bi dehan projeyên mezin ên vê sektorê hatin rawestandin.
Wekî mînak, xebatên li wan qadên ku di serdema pêncemîn plus û şeşemîn a petrol û gaza Îraqê de dabûn şîrketên xwemalî û biyanî hatin rawestandin.
Her wiha ew peymanên ku Herêma Kurdistanê Gulana 2025an li Washingtonê ji bo veberhênana li qada gaza Mîran û Topxanê îmze kiribûn jî rawestiyan.
Berdewamiya vê rewşê dê di rojên pêş de bandoreke zelaltir li ser hilberîn û hinartina petrolê bike. Dê dahata mehane dakeve bin milyarek dolarî.
Ev di demekê de ye ku tenê ji bo xerciyên meaşên karmend, malnişînan û çavdêriya civakî mehane pêwîstî bi 7,63 trilyon dînaran heye. Ev pere jî dike 5,8 milyar dolar.
Hinartina petrola Îraqê ya Adar û Nîsana 2026an
Hilberîn û hinartina petrola Îraqê ya Nîsana 2026an, nêzîkî nîvê Nîsana 2004an bû. Li gorî rapora Iraq Oilê, Nîsana 2026an hinartina petrola Îraqê daketiye 310 hezar bermîlên rojane.
Nîsana 2004an piştî rûxîna rejîma Beasê bi çend mehan, hikûmeta karbirêker a Îraqê karîbû hinartina petrolê rojane derxe ser milyonek bermîlî.
Li gorî amarên Şîrketa Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO), Adara 2026an bi giştî 18,6 milyon bermîl petrol hatin hinartin. Ev jî rojane dike 599 hezar bermîl. Mehek beriya wê, ev rêje rojane zêdetirî 3,6 milyon bermîlî bû.
Di warê hilberînê de, li gorî amarên Daîreya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA), Adara 2026an Îraq û Herêma Kurdistanê 1,6 milyon bermîl petrol berhem aniye û nêzîkî 599 hezar bermîl jî hinartine.
Ji wê rêjeya ku hatiye hinartin, nêzîkî 41 hezar bermîlan petrola qadên Kerkûkê û 89 hezar bermîl jî petrola qadên Herêma Kurdistanê bûn.
Hinartina rojên destpêkê yên Gulana 2026an
Îraq û Herêma Kurdistanê 1ê Gulanê 329 hezar û 2yê Gulanê jî 683 hezar bermîl hinartin. Ev yek nîşan dide ku hinartina petrola Îraqê di dema agirbestê de ji dema şer kêmtir bûye.
Ji 8ê Adarê ve hejmareke gelekî kêm a wan keştiyên ku petrola Îraqê vediguhêzin di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Her wiha, li gorî agahiyan ji wê rêjeya ku 1ê Gulana 2026an bi rêya Bendera Ceyhanê hatiye hinartin, bi giştî 165 hezar bermîl petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê bû.
Ji vê rêjeyê 154 hezar bermîlên rojane yên qadên Kerkûkê û 11 hezar bermîlên rojane jî yên qadên Herêma Kurdistanê bûn. Rêjeya petrola hinartî ya Besre û qadên navend û başûrê Îraqê di roja yekem de 164 hezar bermîl bû.
Di van rojan de, rêjeya giştî ya petrola ku li Îraq û Herêma Kurdistanê tê hilberîn bi vî awayî dabeş bûye: Herêma Kurdistanê rojane 60 heta 80 hezar bermîl e. Qadên Kerkûkê, navend û başûrê Îraqê rojane 1,52 heta 1,62 milyon bermîl in.
Berdewamiya metirsiyan û pişgirêdana bi çavkaniyeke yekane
Daketina hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo kêmtirî nîv milyon bermîlên rojane, û hinek rojan jî ji bo nîvê vê rêjeyê, rastiyekê derdixe holê.
Ji ber nebûna binesazî, şiyana veguhestinê û pişbestina bi yek deriyê hinartinê re, xeta boriyê ya Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê û plana hinartina petrola bi tankeran a ji bo Sûriyeyê nikarin cihê girtina Tengava Hurmizê tije bikin.
2yê Gulana 2026an, Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand, "Eger şirketên biyanî yên sektora petrola Herêma Kurdistanê dîsa dest bi hilberînê bikin, em dikarin rojane nîv milyon bermîlî bi rêya Bendera Ceyhanê hinarde bikin."
Lê belê Herêma Kurdistanê di van rojan de nikare bigihîje asta beriya şer. Ji ber ku êrişên dronî yên komên çekdar ên li ser qadên petrolê rewşek wiha afirandiye ku heke ew îro jî dest bi amadekariyan bikin, dê nêzîkî du mehan hewce bike da ku hilberîna rojane ya petrolê asayî bibe.
Li gorî agahiyan, şirketa hilberîner a li qada petrolê ya "Serseng"ê ku 3yê Adara 2026an bi du dronan hatibû hedefgirtin, heta Tîrmeha 2026an nikare hilberîna rojane asayî bike. Beriya şer rojane nêzîkî 20-23 hezar bermîl petrol li wê qadê dihatin hilberîn.
Meha adarê rojane 600 hezar bermîl hatine hinartin û meha nîsanê jî ev rêje bûye nîvî. Ev yek jî nîşan dide ku hejmara wan keştiyên ku petrola Îraqê di Tengava Hurmizê re vediguhêzin, roj bi roj kêm dibe. Meha nîsanê tenê sê keştî bûn.
Di warê dahatê de jî ku ji sedî 90ê wê ji hinartina petrolê pêk tê, heke meha adarê 1,96 milyar dolar bûbe, meha Nîsana 2026an dê dakeve 950 milyon dolaran, ango 1,2 trilyon dînaran.
Ev di demekê de ye ku xerciya mehane ya Îraqê di navbera 8 û 9 trilyon dînarî de ye. Bi wateyeke din, dahat tenê dikare ji heştan yekê xerciyan dabîn bike.
Pişgirêdana bi yek çavkaniya dahatê û yek çavkaniya hinartinê dibe sedema vê rewşa ku Îraq niha tê de ye. Proje tên rawestandin, krîza darayî kûr dibe, bêaramî û nezelaliya aborî çêdibe.
Her wiha yedegên ji bo dayîna meaşan kêm dibin, valahiya di navbera dahat û xerciyan de zêde dibe û kêmasiya bûdceyê qat bi qat mezin dibe.
Kabîneya nû ya Îraqê ya bi serokatiya Elî Falih Zeydî ku biryar e hefteya bê ji parlamentoyê baweriyê wergire, li ber ezmûneke mezin e. Gelo ew dê çawa deriyekî ji bo hinartina petrola xwe vebike û asta hilberînê vegerîne rojên beriya şer?
Li seranserê vê yekê, çawa dê dahatê zêde û piralî bike û cureyên xerciyan û rêjeya wan kêm bike? Ji ber ku ev du dehe ne û ji şeş serokwezîran zêdetir e, rewş bi temamî berevajî bûye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)