Arasteyeke nû yan cenga îdeolojiyê

Encamên derketina kirîza aborî di sala 2008an de dûrî asta bendewariyan bûn. Bandorên vê kirîzê asta lawaziya aborî ya cîhanî bi giştî û Koma Heftan (G7) bi taybetî li hember mezinahî û akamên vê kirîzê derêxist.

Hingê tew Koma Bîstan (G20) jî nikarî bi danîna rêkareke tund û tekûz û lezgîn pêşî li akamên negatîf ên wê kirîzê bigire û heya radeyekê li hindava kêmkirina bandorên wê bêçare bû.

Wek tê têbînîkirin akamên negatîf ên vîrûsa koronayê qet ji akamên kirîza aborî ya berî 13 salan ne kêmtir in, tew zêdetir in jî. Lê vê carê G7 biryar da bêyî vegera li şêwira G20, rêkar û tedbîrên rastkirina rewşa aborî ya cîhanê û akamên koronayê gotûbêj bike û yekalî rêkareke kêrhatî ji bo çareserkirina akaman diyar bike.

Yek ji wan tedbîran, danîna planekê ye ji bo dabeşkirina vaksîna li dijî koronayê li ser şêniyên hemî cîhanê bi giştî û welatên hejar bi taybetî, berî dawiya sala 2022an.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson veneşart ku G7 bi nêt e li kêleka serxistina bihayên hevpar ên ewropî, rola serkirdatiyeke aktîf di kêmkirina akamên derketina koronayê de bilîze. Bi baweriya wî, bendewariyeke cîhanê ya mezin ji G7 heye û gereke em jî li gor wan bendewariyan bin û dest û zendên xwe lê badin.

Civîna G7 li Brîtanyayê û di vê dema ku cîhan tê de dibihure, rastiyeke tenê derdixe; G7 gihiştiye wê baweriya ku rewşa niha ya aborî, siyasî û ceopolîtk a cîhanî û di ser hemûyan re jî şepêla koronayê û ew zirar û ziyana darayî û giyanî ya berçav a vê vîrûsê li cîhanê daye, ji G7 dixwaze di zûtirîn wext de lezûbezê bike û li benda konferansa G20 nemîne, ku biryar e di dawiya 2021ê de were sazkirin. Ev jî ji ber çend sedeman.

Welatên endamên G7 li hember welatên Çîn û Rûsyayê hest bi bêhêvîtiyê dikin.

Çîniyan di 12 salên borî de li şûna gavavêtina bêhtir ber bi vebûn û bihêzkirina stûnên demokrasî û parastina mafên mirov û mînorîteyên olî, bêhtir arasteyeke takrew û dijî azadî meşandine û li kêleka wê geşeya aborî ya xurt ku dest danê, azadiyên giştî bêhtir sînordar kirine û di binpêkirina mafên kemîneyên olî û regezî de berdewam in.

Lewma jî G7 ne pir geşbîn e ku heta tomeriya hevkarîkirina bi çîniyan re di gelek warên wek keş û hewa û koronayê pê digihije û digihe kû.

Têkildarî Rûsyayê jî, ji wexta ku Rûsan Herêma Kremyayê bi axa xwe ve zeliqandin, gef û çavsorkirinên desthilatdarên Rûsyayê li ser welatên Balkanê û di serî de jî Ukranyayê kêm nebûne.

Berevajî vê birina artêşa Rûsyayê ji bo ser xalên sînorî yên Ukraynayê û bizava hêzên çekdar ên alîgirên Kremlinê rewşeke berteng a tijî alozî li navçeyê afirand. Her wiha piştevaniyên berdewam ên eskerî yên Kremlinê li Beşar Esed û hiştina wî li ser kursiyê desthilatê, serekên G7 hîn bêhtir dilgiran kiriye.

Lewma G7 vê carê dilgiraniyên xwe gihandin desthilatdarên van her du welatên mezinhêz.

Helbet G7 di her du warên rûbirûbûna korona û mijara keş û hewayê de ne bi nêt e têkiliyên xwe bi welatê Çînê re bixe asteke nizmtir. Lê bi nerîna serekên G7, G20 bi giştî, xasma Çîn û Rûsya, di 10 salên borî de ne di asta bendewariyan de bûn û karîn û lîstina wan a wê rolê û wan erkên giran nebû ku rewşê ji wan xwestibû.

Li milê din G7 heya niha jî nikariye wek welatê Çînê bi rêya dabeşkirina vaksîna li dijî koronayê hegemoniya xwe di rewşa piştî koronayê de bisepîne û bibe cihê rizamendiya welatên hejar. Lewma jî rastbêjiya Rojava di vir de ket jêr pirsê.

Ev jî bi sedema wê siyaseta girtî û tekalî ku Donald Trump di çar salên serokatiya xwe de di awayê tevgera xwe bi mijarên cîhanî re dimeşand û baweriya cîhanî bi Rojava û nirxên wê wek yekîneyeke hevgirtî û yekhelwest û tek serkirdatî, xistibû jêr pirs û gumanê.

Li hêla din jî, wexta ku G7 di dema derketina yekem kirîza petrolê di sala 1975an de ji hêla Amerîka, Brîtanya, Keneda, Îtalya û Japonyayê hat damezrandin, van 7 welatan ji %70ê dahata takekesî ya cîhanî li cem xwe asê kiribûn. Lê niha piştî geşa aborî ku welatên din ên aborî yên cîhanê bi xwe ve dîtiye, tenê ji %45ê vê dahatê li cem welatên G7 e.

Wek tê têbînîkirin endamên G7 hestyariya rewşa niha ya cîhanê fêm kirine û hest bi kêmbûna rola xwe di gerandin û çareserkirina pirsgirêkên cîhanî de kirine.

Her di vê çarçoveyê de, çêdibe vexwendina Auwstralya, Hindistan, Koreya Başûr û Afrîqaya Başûr were ravekirin. Lewma mijarên demokrasî û mafên mirov li kêleka geşa aborî, di serê karnameya civîn û panelên G7 de cih digirin.

G7 seba vegera li nirxên ewropî wek demokrasî, azadiyên giştî, mafên mirov û serkirdatiya cîhanê, gereke roleke çalaktir di meydana siyaseta cîhanî û çareserkirina keleman de, ji G7 re misoger bike û êdî tenê xwe û siyasetên xwe girêdayî geşa aboriyê neke. Pêkutiya G7 li ser "serxistina nirxên hempar" jî çêdibe her di vê çaroveyê de were şirovekirin û xwendin.

Endamên G7 ji ber wan aloziyên ku Çînê li başûrê rojhilatê Asyayê çêkirine, hest bi berpirsiyariyeke dîrokî di vê qonaxa niha de dikin.

Mijara aloz a Taywanê û pêwendiyên wê yên tund bi serokê Koreya Bakur re û tevgera xerab û dijî mirov a desthilatdarên vî welatî li hember kemîneyên olî û neteweyî yên Çînê, wek qirrkirina ol û çanda misilmanên Uygur, bûne cihê dilgiraniya Rojava.

Li kêleka vê jî siyaseta aborî ya Çînê ku xwe di hilberîna berfireh di kerta teknolojiî, telefon, berhemanîna kelûpelan û desteserkirina warê gihandinê de dibîne, bûye cihê dilgiranî û metirsiya rojavayiyan.

Ji bo rûbirûbûna van astengiyên ku ji hêla Çînê ve hest pê tê kirin, endamên G7 pêkutiyê li ser geşkirina hevahengî û berfirehkirina rûbera hevkariyên navbera xwe dikin, bi arasteya parastin û misogerkirina aboriyeke bihêz û xurt, dûr ji gefê û dûrxistina wê ji lerzokî û herifînê. Wek parastin û bihêzkirina asta hevkariyên navbera wan di warê teknolojî de di bin ronahiya parastina bingehên "bihayê hevbeş" ên rojavayî de.

Serokê Amerîka Joe Biden hewldanên xwe zêde kir seba zelalkirin û wergirtina helwest û siyaseteke hevbeş di navbera endamên G7 û wan welatên ku hegemoniya çîniyan wek gef li ser ewlekarî û parastina serweriya xwe dibînin û li navçeya başûrê Asyayê ne.

Di vê çarçoveyê de çînî jî bêçare ranewestiyan û bawer in ku Joe Biden û endamên G7 cengeke veşartî ya îdeolojî ya "bêmirês" li dijî Çînê rêk xistine û têgîna demokrasiyê wek kerteke guvaş û gefê li dijî her du welatên mezin ên Çîn û Rûsyayê bikar tînin seba sepandina merc û daxwazên xwe yên nelojîkî li ser her du welatan.

Têkildarî Rûsan jî G7 mafê endamtiya vî welatî di sala 2014an de bi sedema pêvekirina Herêma Kremyayê bi axa xwe ve di G7 de ragirt û grûp ji 8an bû grûpa 7an û ev welat wek hêzekê wesf kir, li şûna lîstina rola aştî û aramiyê, mijûlî nearamkirina Herêma Balkanê û derêxistina kaos û aloziyan e.

Lewma Rojava, xasma endamên G7 bi nêt in roleke çalaktir li ser asta siyaseta cîhanî bilîzin û li kêleka bihêzkirina hevkariyan ji bo rûbirûbûna mijarên aborî, stratejî, seqa û vîrûsan, li hember siyasetên şerxwaz û fitneger ên Çîr û Rûsan derkevin. Li gor Çînê, derketina vîrûsa korona û akamên wê yên xofdar, asta bêkarîna Rojava û xwemezindîtina wan derêxist û Rojava û xasma Amerîka êdî nikarin siyaset, daxwaz û mercên xwe li ser welatên din ferz bikin. Bi baweriya çîniyan, Amerîka di gelek waran de tûşî paşvekişîn û şikestinên mezin bûye û ew rola wê ya berê di meydana siyaseta cîhanî de nemaye û vîrûsa koronayê selmand xewna tak cemserî ya cîhanê qediyaye û pircemseriyê dewsa wê girtiye.

Taybet bi welatê Hindistanê jî, bi baweriya şarezayên kar û barên G7 vêga zû ye Afrîqaya Başûr û Hindistan tew wek berbijêr jî di grûpê de bên wergirtin. Ev jî bi sedema nearambûna rewşa aborî ya Afrîqayê û girêdayî Hindê jî serxistin û bihêzkirina ajendaya nasyonalîzmê ji hêla desthilatdarên vî welatî.

Li gor serekên G7, binpêkirina mafên kemîneyên olî û neteweyî yên din û piştguhxistina wan di îdareya welêt de û zeftkirina mafên wan ji hêla hindosên nasyonalîst ên desthilatdar, bi ti awayî bi prensîbên demokrasiyê û nirxên hempar ên rojavayî re li hev nake û dikare hêza dînamîk a G7 ji derb bixe û astengiyan li ber geşbûna wê dane û grûpê ji armancên wê yên stratejî dûr bixe.

 

* Şoriş Xalid Ajgeyî, master di siyaset û komûnîkasyonê de – Denmark.