Hawara wan gihîşt cîhanê lê tenê Nêçîrvan Barzanî baş guhê xwe da wan

Dengê qîrîn û hawara wan keç, jin, zarok û kalûpîran gihîşt tevahiya cîhanê lê hemû li hemberî wê bêdeng man û nola dîwaran neliviyan, wek keviran di cihê xwe de mat û bêdeng asê man.

Ji bilî Nêçîrvan Barzanî yê ku baş guhê xwe da qîrîn û hawara wan û wek jêhatiyekî bêdeng di ronahiyeke veşartî ya tariyê de, karekî wer kir ku dizanî rûmet tenê bi kir û kiryaran vedigere.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her dem ji goşeyeke cihêreng dinêre û cîhanbîniya wî cuda ye. Di vê rewşa dijwar de, ne tenê wekî serkirdeyekî siyasî tevgeriya, belkî ji bo rizgarkirin û azadiyê bû bavekî ruhî û mirovdost.

Barzanî di wê demê de nirxa azadiyê dît dema ku zarokên Êzidî vedigeriyan û serkeftina welatê xwe jî bi tilîliyên rizgarkirina keçan pênase kir û ji cîhanê re piştrast kir ku dengê keçan di welatekî xurt de, ji bêdengiya cîhanê bihêztir e.

Di dema bêdengiya di navbera mirovahî û siyasetê de, Nêçîrvan Barzanî rizgarkirin hilbijart û bi ruhekî cuda nêzîkî doza Êzidiyan bû û pê re tevgeriya; ne wekî mijareke siyasî, belkî wek birîneke niştimanî ku divê bê dermankirin û wî rêyeke kûr û dûr ji bo azadiyeke herdemî hilbijart.

Nêçîrvan Barzanî ne tenê karîzma û serkirdeyek e ku ji bo rizgarkirinê wekî mertalekî maye, belkî rondikên xwe kirin biryar, bangewazî û azadkirin.

Di dîrokê de gelek caran dirûşm ji bo hin serkirdeyan bûne sembol û li ser rûpelên dîrokê hatine nivîsandin lê Nêçîrvan Barzanî dirûşmên xwe kirin rizgarkirin û ev rê wek sembola xwe hilbijart.

Li hemberî gelqirî û jenosîdê, Barzanî li bendê nema û nebû temaşevan, belkî xwe avête meydana lêgerînê û bi serbilindî wek welatekî li benda vegera wan ma, ji bo vegera wan bû sîwanek û sîbera xwe li ser wan veda.

Piştî rizgarkirina kesê yekem ji destê terorîstên DAIŞê, êdî rizgarbûyî ne tenê wekî hejmaran man lê belê bûn doza miletekî ku li aştiyê digere û hewl dide wê bi dest bixe.

Êdî Barzanî ne li benda çepikan bû ji bo rizgarkirinê lê li benda giriyê xweşî û şahiyê bû di dema ku rizgarbûyî vedigeriyan hembêza malbat, xizm û axa xwe.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)