Gomlekê Kevn(tir) Tirkiyeya Nû

 

Çîroka nû ya şevbuhêrkan ev e. Lewra kes qala welatek nû nake. Lê belê qala welatek berê yê ku wê bê nûkirin dike. Bi coşeke mezin, ji çar aliyan ve miletek bi awayek rapêçker bi vê fikra xwedêgiravî nû tê dorpêçkirin. Welatek nû li holê nîne lê welatê heyî tê rih û cankirin ji aliyê ew miletên ku hatinin pelixandin û eciqandin. Welatê Osmaniyan bi navek nû tê nûkirin: Tirkiyeya Nû.

Tê dîtin lewra çav ne kor in. Yên ku bixwazin bibînin eger ne fahmekorî bin fahm dikin û dibînin ku ev fikr berê jî hebû; hatibû jiyîn. Li sê parzemînan Osmanî bi hêrs konê xwe werdigirtin. Çîroka nû ya ku ji me re tê vegotin ev e. Çîroka şevbuhêrkên nû ev çîrok e. Zindîkirina vê ye. Axir Kûrayiya Stratejîk ya xoceyê ciwan û Serokwezîrê nû Ahmed Davutoğlu weka ku destpêkir bi rêveneçû. Ereban serê xwe bilind kir û gotin na. Ecem ji berê de her bi ya xwe dikin jixwe. Di dest de kî man? Ji bo Osmaniyên kûr û stratejîk dîsa miletê tehdedîtî dixebite.

Nûxwazan gomlekê xwe ji xwe (ne)kir!

Ev çîrok bi psîkolojiyeke mexdûriyetê destpêkir. Çimkî nûxwazê mezin ew kesê tehdedîtî bû. Bi awayek hatibû mexdûr kirin. Çar meh di girtîgehê de mabû. Stenboliyan pirr jê hez dikir. Bi vê mexdûriyetê re gelan jî jê hez kir. Wexta ku Serokomarê nû û Serokwezîrê heta bi hetayê yê manewî yê hukûmeta nû ya niha Recep Tayyîp Erdoğan derket rê pirsan wiha dibersivand: Me gomlekê Mîlllî Görüşê  ji xwe kir. Ku ev gomlek, gomlekê hosteyê wî, xoceyî wî  bû. Erdoğan navê wî Xoceyî li kurê xwe jî kiribû. Bîlalê ku niha gelek meşhûr e xwediyê navek din e jî û ew nav jî Necmedîn e. Ev navê Xoceyê dewletê bû jî: Necmeddîn Erbakan: Mexdûrê 28 ê Sibatê.

Eger em bînin bîra xwe Serokkomarê berê Abdullah Gül, di kongreya Partiya Fazîletê de li hember Xoceyê xwe serî bilind kir û wek pêşengê nûjenîxwazan bi Recaî Kûtan re ket pêşbaziyê. Recaî Kûtan namzedê Xoce bû divê kesî li ber wî serî ranekira. Lê wiha nebû çimkî komek ji partiyê wek reformîstan dixwestin ku ew partiyê bi dest bixin. Yê ku bûbû namzedê reformîstan Abdullah Gul bû. Ev helwest bi tena serê xwe mêrxasiyek bû. Xêzxerakirin bû ev. Bêîtaetî bû. Feqiyan li dij seyda serkêşiyê dikir. Ev gunehek mezin bû.

Gul qezenç nekir û ew û hevalên wî ji aliyê hezkir û murîdên Xoce ve wek yê jirêderketî û xaîn hatin dîtin. Gul û ekîba xwe bi navê nûjenîxwaz û dilpakan riya xwe ji Xoceyê xwe bi temamî veqetandin. Partiya Fazîletê jî bi biryareke dadgehî hat girtin û kevnperestan Partiya Saadete ava kirin. Nûxwaz jî ji bo damezrandina partiyeke nû dest bi xebatê kirin.Xoceyên wan di pêşerojê de ew çiqas bi pêş bikevin jî qîma xwe bi wan neanî û wan her wekî ew kesên xapandî bi nav kir. 

Bi serokatî û pêşengiya Recep Tayyip Erdoğan bi gelek derdoran re hevdîtinan pêk anîn û partiya xwe ava kirin. Lê Erdoğan di hêna ku Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê bû li Sêrtê axaftinek kiribû û di wê axaftinê de şi’rek jî xwendibû. Ji ber wê axaftin û şi’ra ku xwendibû ji aliyê Dadgeha Ewlekarî ya Diyarbekirê ve doz lê hatibû vekirin û bi hinceta ku navtêdanî di nav gel de kiriye deh meh ceza lê hatibû birrîn. Bi qasî çar mehan di girtîgehê de ma û pişt re derket û bi hevalên xwe yên jirêderketî re Partiya Dad û Geşepêdanê damezirand. Di hilbijartina ewil de jî bi ji sedî 34,29 bû partiya yekem û hat îktîdarê. Erdoğan ji sedem ku ceza xwaribû nikaribû bikeve hilbijartinan lewma Abdullah Gul, hukûmetê saz kir û bû serokwezîrê ewil. Riyek hat dîtin û hilbijartin li Sêrtê hatin nûkirin û Erdoğan wek mebûsê Sêrtê ket meclîsê. Gul serokwezîrtî û serokatiyê radestî wî kir. Ji wê rojê heta roja dawî partî di her hilbijartinê de rêjeya dengên xwe bilindtir kir.


Birayê min Gul!

Gul, li gor Erdoğan nermtir xuya dikir ya jî li gorî hin derdoran konetir! Wextê serokkomariyê yê dehemîn Ahmet Necdet Sezer qediya û di nav partiyê de gotegotên dê kî bibe serokomarê nû destpêkir. Erdoğan pirr dixwest lê rewş ne li gor dilê wî bû. Hişk bû, leşkeran nedixwest û hêza leşkeran zêde bû. Gotinên xwe li her derê digotin. Medya di bin kontrola wan de bû. Burjûvaya Tirkan jî Erdoğan nedixwest. Helbet ev nedihat maneya ku ew ê ji Gul re bêjin erê. Roja diyarkirinê hat û Erdoğan di meclîsê de got namzedê serokomariyê Birayê min Abdullah Gul e.

Abdullah Gul, zû bi zû nediket nav polemîk û xireciran. Ne bi hukûmetê re ne jî bi muxalefetê re xirexirek wî ya ku dê neyê jibîr kirin çênebû. Helbet di rojên ewil de bertekên leşker û netewhezên tirk dê neyên jibîr kirin. Di vî warî de hem Gul lê bêtir jî hevjîna wî Hayrunnisa Gulê zehmetiyan kişand. Ji ber ku Hayrunnîsa Gulê, nixamtî bû nedihat pejirandin û nikaribû bi Abdullah Gul re beşdarî programan bibe.  Leşker di demên pêşwazîkirinê de bi destê Abdullah Gul digirtin lê ji Hayrunnisa Gulê revî revî direviyan. Ev revên trajîkomîk ji aliyê tv’yan ve jî bi awayek dramatîzekirî dihatin ser ekranan. Gul, her giran ma û Hayrunnisa Gulê jî qet xeber neda.

 

e-muxtiraya 27 ê Nîsanê

Di wê navberê de leşker û hêzên di kozikan de ji bo ku partiya Erdoğan bigrin her li riyên nû digeriyan. Jixwe di hêna namzeddiyarkirinê de bi îmzeya serkanê giştî Yaşar Buyukkanıt di malpera serkantiyê de daxuyaniyek hat weşandin ku navê vê daxuyaniyê bû e-muxtiraya 27 ê Nîsanê. Teqwîman 27 ê Nîsana 2007’an nîşan dida. Leşkeran Abdullah Gul li dij laîklîkê wek talûke didîtin û dixwestin rê li ber vê bigrin. Berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek derket pêşberî kamareyan û bersiveke di cî de da. Bersiv ev bû: Serkanê giştî di bin emrê serokwezîr de ye û peywirên wî jî diyar in.

 

Ji salek zêdetir: 367 Sabih

Lê belê roja ku wê li meclîsê civîn ji bo diyarkirina serokomarê nû bê kirin partiyên ku divê di meclîsê de bin beşdarî civînê nebûn. Ev biryara nebeşdarbûnê bo hin navên ku ji bo pêşeroja siyaseta Tirkiyê her wekî zêr dihatin dîtin jî biryara întîxarê bû. Yek ji wan navan serokê ANAPê Erkan Mumcu bû ku niha êdî navê wî nayê bîra gelekan. Li gor riya nû divê ji bo civînê di meclîsê de 367 kes hebûna. Ew roj 367 kes li meclîsê hazir nebûn. Û bi îtîraza CHPê û bi pejirandina vê îtîrazê ya ku ji aliyê Dadgeha Bingehîn ve hat dayîn hilbijartina ewil ya ku li meclîsê bo serokomariyê hat pêkanîn red bû. Erdoğan piştî biryara dadgehê qerara hilbijartinan da û bi guhertina makezagonê jî ji bo serokomariyê jî biryara referandûmê hat îlan kirin. Li gor kanûna nû êdî ji pênc salan carek milet dê biçûya ser sindoqê û serokomarê xwe tayîn bikira. Hilbijartin û referandûma ku hatin kirin li gor dilê Erdoğan û Gul bi dawî bûn û leşkeran derbeke giran xwar.

 

Şerê bi Ergenekonê re û şikestina hêzên leşkerî

Piştî vê Erdoğan xwe li dij leşkeran tûjtir kir. Bi riya hin hêzên medyayî û hereketa Gulenî gelek belgeyên leşkerî hatin deşîfrekirin. Balkêş e di wê hênê de her du hêzên ku niha bi awayek dijminatiya hev dikin yanî Cemaet û Hukûmet bi hev re wek destbirakê hev dixebitîn. Milên xwe xistin milên hev û Girtîgeha Silîvriyê bi leşkeran dagirtin.  Di nav van leşkeran de Serkanekê Giştî jî hebû û ew jî Îlker Başbuğ bû. Bi talûke bûn ev biryar lê Erdoğan bi ser ket û riya xwe ji hemû dirî û keleman paqij kir. Êdî li hember wî ti kes û ti hêz nemabû. Lê belê di navbera û wî Cemaetê de problem hêdî hêdî xuya dibûn. Çimkî her du aliyan jî dixwest kontrol di bin destê wan de be.

 

Çav bi Kurdistanê neketin

Di şerê li dij leşkeriyê de rê qet bi Kurdistanê neket. Halbukî hemû kirêtî û qetlîam li wir qewimîbûn. Kurd hatibûn kuştin û înkar kirin. Lê belê ne Erdoğan çavên xwe bi wir de dikir ne jî Fethullah Gulen li wir mêze dikir. Kurd birayên qedîm bûn. Çi bibûya jî dê wan qebûl bikira yan jî bi awayek bihatina rê! Hukûmetê û Cemaetê bes riya xwe paqij kirin û bes talûkeyên ji bo xwe dîtin û ji holê rakirin. Lê biratî eger ne bi dilek saf û xalis be dê pirr nedome. Jixwe ev biratî biratiyeke qels û li ser berjewendî û menfeetan bû lewma nedomiya.

 

Şerê Cemaetê û Erdoğan

Cemaet û hukûmet ji ber ku fihêlên hev ên xerab jî dizanibûn bi hev ketin. Çimkî li hev nedikirin. Li gor hin angaştan Cemaetê ji Erdoğan tiştên ne tişt xwest û ku ev nehatin qebûl kirin çi di bin selikê de be derxistin derve. Di şerê navbera Hukûmet û Cemaetê de niha Erdoğan li pêş e. Cemaetê çi ji destê wê hat kir lê bi ser neket. Xwest Erdoğan jî bigre heta ku her tişt li gor dilê wan bimeşiyana dê di operasyona çileya pêşîn de wê biavêtina ser mala Erdoğan jî. Nebû û Erdoağn tevdîra xwe stend û gav bi gav bi ser Cemaetê de çû. Bi tundî çû lewra hem tirsiya bû hem jî canê wî êşiya bû.

 

Cemaet û CHP bi hev re

 

Hilbijartin jî nêzîk bûbûn û Cimaetê bi her awayî dixwest Erdoğan û hukûmeta wî birûxîne. Kasedên di dest xwe de derxist û bi hêza xwe ya medyayî xwest vê bike. Lê milet Erdoğan dîsa wek mexdûr dît û li pişta wî derket. Cemaetê Erdoğan û malbata wî û û ekîba wî bi bêrêtî û dizekiyê sûcdar dikir. Belge jî nîşan dida heta dengan jî qeyd kiribû û wan qeydan yeko yeko bi gel re parve jî dikir. Lê milet qane nebû. Sedema gel balkêş bû: Dike jî dixebite jî. Ev sedem ecêb bû. Ya jî ti alternatîfek gel tune bû. Hilbijartin hilbijartinên herêmî bûn lê her wekî referandûmekê bû. Cimaetê di hilbijartinan piştgirî da CHPê lê Erdoğan wan têkbir û bi tena serê xwe dîsa qezenç kir.

 

Ka gomlekê min!

Serokomarî her di dilê Erdoğan de bû. Ya wî dixwest ne bes serokomarî jî bû wî sîstema serokatiyê dixwest. Di siyaseta wî de her tişt li ser yekîtiyê ava dibû. Yek Milet, Yek Dewlet, Yek Ala, Yek Serok…Serok ew bû. Her çiqas qala îstîşareyê bike jî biryar yê wî bûn. Kes nikaribû li ber wî rabûna. Yên ku radibûn jî tune dibûn. Hêza wî çiqas diçû zêdetir dibû. Çiqas diçû li gomlekê xwe yê ku wextakî ji xwe kiribû digeriya. Wî gomlekî dixwest. Çimkî her qala Xoceyê xwe dikir. Vedigeriya rojên xwe yên berê. Hem bi siyaseta xwe hem jî bi ekîba xwe. Erdoğan ji bo serokomariyê bû namzed û di tûra ewil de bû serokomarê Tirkiyeyê. Ji bo serokwezîriyê ev car negot Birayê min Gul û Gul her çiqas xweziya xwe nîşan jî bide li derve ma. Erdoğan, di dewsa Gul de wek bira ev car Ahmed Davutoğlu tayîn kir. Senaryo pirr in lê axir heta hilbijartinên 2015’an dê siyaset wiha bimeşe. Recep Tayyip Erdoğan wek serokomarê Tirkiyeyê yê 12. bi siya xwe û bi polîtîkaya xwe dê polîtîkaya hukûmeta Davutoğlu jî diyar bike. 

 

Eger pêvajoya ku em pê dizanin jî wiha bimeşe dê gomlekê Tirkiyeya Nû, gomlekê berê be û kurd jî her wekî miletek berê yên di dema Osmaniyan de bin. Û bi her hewla xwe her wekî ku ew jî diyar dikin ji bo Ometa Nû-Tirkiyeya Nû bixebitin. Siyaset niha wiha ye lê helbet Mîrekên Kurdan ji berê de her ji bo azadiya miletê xwe di têkoşanê de bûne jî. Dem û dewran  bi her awayî deng li kurdan dike. De îja ya bi xêr.