Zimanê me nasnama me ye; ev hevok ji zarokatiya min ve, her dem bav û dayîkan, partîzanan li ber guhên me dûbare dikirin, roj bi roj wateya vê hevokê ji min re diyar bû, ku bê ziman ti kes nikare hest, êş, kêf, evîn û ramanên xwe bîne der.
Piştî ku ez gihiştim temenê bîrweriyê, rojnamegerî ji min re bû kar, destpêkê ji ber kêmbûna alav û dezgehên kurdî yên ragihandinê, weke hemî hevkarên xwe min bi zimanê erebî piraniya karên xwe yê rojnamegeriyê amade û belav dikir.
Lê dema ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, derfet ji rojnamevanên Kurd re peyda bû ta ku karîbin karê xwe bi serbestî bikin, belavok, malper, radio, kenalên Tv, kovar tev bûn ber dest.
Tevî vê yekê astengî bi dawî nehatin, çimkî me xwest em karîbin zimanê xwe bikarbînin, van dezgehê xwe pêş bixin, bi kurdiyeke zelal karê xwe belav bikin, qewîtiya Mîrê Celadet cîbicî bikin, helwdan hebûn û ta niha hene ta ku zimanê kurdî pêş bikeve û rêzimanek jê re bê danîn û bibe lêvegerek bedrest ji tevan re. Lê di warê ragihandinê de, em direvîn nivîsandina bi zimanên Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilîzî, çimkî em tê de serbest bûn,gotinên ragihandinê bêhtir diyar bûn û ya rastir ferhengek gotinê rojnamvenî hebû, ev yek ne ji ber qelsbûna zimanê Kurdî ye, lê ji ber kêmbûna nivîsandinên bi zimanê zikmakî, û nebûna wê ferhenga yekgirtî ku em jê pênûsa xwe av bidin.
Zimanê ragihandinê çiye?
Zimanê ragihandinê ew zimanê hêsan û sivik, gotinên nêzîkî dilê kesên guhdar û xwendekar e, dûrî gotinên qelew ku ramanê winda dikin, çimkî kesê ku nûçeyê dixwîne, dixwaze zû bigihêje zaniyariyê ne bi dûv wateya gotinan bikeve.
Niha bi dehan alav û dezgehên medyayî yên Kurd çêbûne, lê her yek gotin û avakirina hevokan bi şêweyek cuda ji yê din dimeşîne. Erê, di raghiandinê de şêweya sersatkirina nûçeyê dema curbicur be, tiştekî baş e, lê hin caran digihêje asteke wisa ku nayê pejirandin. Navên fermî, mîna navê wezaretan, ku hin dinivîsin “Keştûkal” û hin dinivîsin “çandinî” û gotinên biyanî û derbaskirina wan di hevokê de, mîna “qebûlkirine”, “idia”, “îdam”, ev gotin ku wateya wan bi kurdî heye lê mixabin niha tên bikaranîn di warê ragihandinê de.
Himber vê yekê, hin kes hene, cudahiyê nabînin di nav zimanê ragihandinê de. Zimanê ragihandinê divê hêsan be, û ne giran be li ser guhê xwendekar, temaşevan, guhdaran, lê ew kesên han tên gotinên giran bikar tînin. Ji bo wan gotinan divê mirov ferhengekê li ber xwe deyne dema nûçeyê an gotarê dixwîne.
Cudahiyek mezin di nav her du şêweyan de heye, dema ku mirov di çi zimanî de kûr bibe, diyar e ku zimanê peyamên fermî yên kesê polîtîkvan û berpirs û zimanê kesên wêjevan, helbestvan û cîrokvan de heye, herweha zimanê ragihandinê xwedî ferhengek taybet e, ziman di dirûvê xwe yê mezin de yek parçe ye, lê di hindur de mîna mêweya porteqalê ye, parçe û cûrane ye, her warek zimanek e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse