Jina kurd di demekê de pêşwaziyê li hatina 8ê Adarê dike ku salek pir dijwar û bi êş bi ser de derbas bû. Jibilî tundiyên nav malê û civaka bavsalarî ya Kurdistanê ku her roj rastî jina kurd tê, salek bû ku tê de hizrên îdeolojîk û olî, bi temamî hewla jinavbirina jinê dan. Li gorî amarên ku hatine belavkirin, nêzîkî 7 hezar jnên kurd ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatine revandin û rastî arenvîseke reş, nemirovî û nediya hatine.
Her çiqas berpirsên kurd bi rêkên cuda cuda hewla rizgarkirina wan dan lê pirraniya wan jinan bi zorê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin zeftkirin. Jinên kurd ketin nav çembera bêhefsar ya hizra berteng û mezhebî ya DAIŞ. Ev hovîtiya ku DAIŞê anî serê jinên kurd ne kêmî hovîtiya sedsalên navîn bû. Çimkî ew jî mîna mirov û jinên sedsala navîn hatin revandin û mîna koleyan di bazarê de hatin firotin. Ev, bû deqa reş di eniya dîrok û mirovahiyê de.
Revandina wan jinan êşeke pirr mezin bû bo civaka kurd. Bi du awayan nêzîkahî bi vê bûyerê re hat kirin; zilamên kurd li gorî hizra xwe ya herdemî, ev mesele weke mesela namûs û şerefê dîtin û hemû caran gotin namûs û şerefa me ket destê çekdarên DAIŞê.. Lê jin bi awayekî din êşiyan. Ev yek wek têkbirina hebûna xwe, mirovbûna xwe, mafên xwe, rûmet û jiyana xwe dîtin. Ev her du awir careke din rastiya civaka kurd raxist ber çavan ku çawa jin tê de tê nirxandin .
Rast e jin li tevahiya cîhanê xwedî êş û hawareke hevpar e lê reng û hawar û nalîna jina kurd cudatir e. Jina kurd li Rojhilata Navîn dijî ku navenda serdestiya sîstema bavsalariyê ye û yasayên wê li ser bingeha newekheviyê hatiye danîn . Jina kurd divê him mil bi milê zilam barê bêwelatiyê û pirsgrêkên netewî rabike û him jî li dijî zordariya heman zilamê hevçeperê xwe bisekine û mafên xwe jê bistîne. Jina kurd him dosta dijminê xwe ye , him jî dijmina dostê xwe ye!
Ya ku sala derbasbûîyi hat serê jina kurd û hê jî temam nebûye, dîrokeke pirr reş bû bo hemû cîhanê û ev cîhana ku desthilata zilaman tê de serdest e, dengê wê jî zilamane bû li hember vê karesatê. Hewl nehatin dayîn ku ew jin rizgar bibin, dîsa tenê jinên cîhanê bûn ku li ser vê mjarê hinekî dengê xwe bilind kirin.Li rex vê yekê jî parastina jinan û wekheviya navbera jin û mêran , weke hemû caran bi giranî ket ser milê jinan. Vê carê jî jina kurd bo bidestxistina azdiya xwe û wergirtina hemû mafên ku jê hatine standin, bi hemû hêza xwe hat nav meydana kar.
Di demekê de bi hezaran jinên me di qefes û bazarên cahiliyetê de êşê dikşandin û sivikatî bi wan dihat kirin, dîsa her jina kurd bû ku tirsa herî mezin xist nav dilê DAIŞê û xeyala wan ya “çûyîna bihiştê” ku bi hêviya wê hemû nirxên mirovatiyê jinav birin, bi erdê re kirin yek. Jinên kurd di meydanên şer de bi sedan qurbanî dan û bûne pêşeng ji bo dîrokeke nû. Him bo civaka kurd him jî bo civaka navdewletî. Ew, dîrokekê bi xwîna xwe dinvîsin ku çê dibe pêşiya îradeya pêşketin û desthilatdariya îslama siyasî û tevgerên mezhebî û nêrînên kuşitina jinan bigire û bi xwe re civakekê çêbike ku li ser bingehên wekheviyê û rastiya jinê û bilindbûna qîmeta jinê hatibe avakirin .
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse