Ewrûpa di krîza koronayê de li pêşberî ezmûneke dîrokî ye
Nivîsîna: JOSCHKA FISCHER û SIGMAR GABRIEL
Ji dema piştî şerê cîhanî ve û heta niha, Ewrûpa rûbirûyî mezintirîn ezmûna xwe dibe. Ew niha nikare şerê vayrûsan bike û eger wiha berdewam bike, dibe ku Yekîtiya Ewrûpa perçe bibe.
Krîza koronayê ji bo Ewrûpa şikesteke dramatîkî ye. Her demê mirov ji ber nexweşiyên kujinde bi hezaran kesan ji dest dide, di encamê de jî dewlemendî û derfetên kar namînin.
Lê belê, dibe ku şikest û wendakirina herî mezin, hîna li pêş me be ku ew jî jidestdana baweriya bi girîngiya pêgeha Yekîtiya Ewrûpa ye.
Ji avabûna Ewrûpa ve ku dikeve piştî şer û heta roja me, ew rûbirûyî gelek ezmûnên mezin bûye. Lê tu caran kişwera me di warê kiryarî de evqasî ne hemaheng nebûye.
Ew koma nirxên ku ev yekîtî li ser wan hatiye avakirin û her demê behsa wan tê kirin, di dema vê krîza mezin de derket ku ne tu nirx in. Di vê rewşê de wê êdî baweriya kê bi nirxan were?
Wê gotinên rojên yekşeman yên li ser hevgirtin û hemahengiya Ewrûpayê, çawa ji aliyê guhên wan ewrûpiyan ve werin pêşwazîkirin ku li wan navçeyên karesatbar dijîn? Di demekê de ku nîşanên wê yekê eşkere bûn ku wê li Îtalya bi hezaran kes canê xwe ji dest bidin, li cihê ku destê alîkariya bilez dirêjî wî welatî bikin, temamê welatên endamên YE, tevî Almanya jî, yekser hinardekirina kelûpelên tendurustî qedexe kirin.
Di demekê de ku her kes li hemberî krîzê, di nava sînorên girtî de, bi derfetên xwe yên netewî û bi bernameyên xwe yên alîkariyê li ber xwe dide û bi tena serê xwe şerê pandemiyê dike û dişke, wê demê fikra Ewrûpayê li ku dimîne?
Yekîtiya Ewrûpa, bi sekna xwe ya li hemberî vê krîzê û bi ezmûna xwe ya heya niha, tenê metirsiyê dixe dilê mirov. Li hemberî vê yekê, em dibînin ku welatên weke Rûsya û Çînê vê valatiya li Ewrûpayê bi şandina alîkariyê dadigrin û dibin alîkar ku ev kêmanî eşkeretir bibin. Diyare ku armancên mirovî û siyasî bi hev re têne pêkanîn.
Di vê navberê de, qedexeya li ser hinardekirina alîkariyên tendurustî hate rakirin û ji ber ku hîna li Almanya derfetên me baş in, hinek nexweşên giran ji Îtalya, Fransa û Îspanya anîne vir û derfetên çareseriyê pêşkêşî wan kirin. Lê ev alîkariya baş û girîng, li hemberî bandora krîzê ya giran, mirina bi hezaran kesan, bêkariya bê nimûne û tevlîheviya civakî, tenê çend dilopek in ku ji kevirekî germ diniqutin.
Fikrên Trump yên siyasî Ewrûpa jî vegirt
Eger em weke welatên Ewrûpî û bi taybetî weke Almanya, di vê dema karesatbar û metirsîdar de welatên weke Îtalya û Îspanya bi tenê bihêlin, ewê sed salên din jî ji bîr nekin û tiştê ku em niha dikin, ew bixwe ye.
Ewrûpa li pêşberî metirsiya lîstika wendakirinê ye. Li cem netew-dewletan herdemê ew bawerî heye ku dema yek qezenc dike, ewê din tiştekî wenda dike. Donald Trump ev yek kiriye baweriya serekî ya siyaseta xwe ya navdewletî. Niha ev vayrûsa ku dibêje "berî her tiştî neteweya min " gihîştiye Ewrûpa jî.
Bi sala ye xelkê Almanya di wê baweriyê de ne ku ew ji herkesî bêhtir pereyên germ pêşkêşî ewrûpayê dikin û vê hêrsa xwe ya li hemberî Ewrûpa ji nû ve germ dikin. Bê guman Almanya gelekî ji wan pereyên ku ji Brukselê werdigre zêdetir dide bacê û ev ne nîvê fatoreyê ye. Lê divê zanîna we ya matematîkê li wê radeyê be ku hûn bizanibin Almanya ji hemû welatan zêdetir hinardeyê bo welatên ewrûpî dike û ji ber vê jî pereyên wê ji wan zêdetir e û divê ji wan zêdetir xerc jî bike.
Almanya herdemê di hinardekirinê de bûye qahremanê Ewrûpa û dinyayê. Rastî jî wiha ye ku welatê me di aliyê aborî de qezenca herî mezin li ser asta Ewrûpayê dike. Me ji krîza aborî ya Yûnanê jî pere qezenc kirin. Welatên cîranên me yên endamên Yekîtiya Ewrûpayê vê rastiyê dizanin. Ji ber vê jî hûn dixwazin bibînin ka Almanya ji vî samanê ku bi riya Ewrûpa qezenc dike, çiqasî ji bo Ewrûpa bikar tîne.
Ewrûpa, ne bi tenê projeyeke aştiyê ye, ew di heman demê de projeyeke aborî, civakî û ekolojiyê ye. Her wiha ne lîstikeke bê qezenc e jî, berovajî ew di qezenca herkesî de ye. Bi taybetî jî ji bo Almanya di warê aborî de qezenceke mezine. Damezrênerên Yekîtiya Ewrûpayê ev yek dizanîn û tiştê ku niha pêwîstiya me pê heye jî, wêrekiya wan damezrênera ye.
Bê guman, parvekirina qezencên aborî yên ku zehmet hatine bidestxistin ne bi dilê herkesî ye. Bi taybetî jî di demekê de ku mirov di nava krîzekê de be û ne siyasetmedar û ne jî xelk nizanin wê encamên wê li ser ewlekariya me çi bin. Di rewşeke wiha de pirsa tirsnak ya ku dibêje, "gelo pêwîstiya me bixwe bi çavkaniyên me yên aborî û tendurustî nîne?" nayê wateya bêexlaqiyê û tê fêmkirin.
Lê bersiva vê jî ewe ku tu welat û Almanya bixwe jî nikare bi tena serê xwe ji vê krîzê derkeve. Ji ber ku rûxana cîranên me di aliyê aborî û civakî de wê bigihîje me jî.
Li Ewrûpayê, xweşgûzarî û ewlekarî yan ji bo me teva ye, yan jî ne ji bo tu kesî ye. Wêrekiya nifşê damezrêner ji ber vê sedemê bû, heger na, di rûxana piştî şerê cîhanî de, ji Almanan pirskirina Ewrûpayeke yekgirtî ne pirseke serekî bû.
Tu welatekî bi qasî Almanya ji vê hevkariyê sûd nedîtiye ji ber ku piştî çêbûna vê hemahengiyê, gelek welatan destê hevaltî û hevkariyê dirêjî me kirin ku bixwe heta beriya kurtedemekê jî cizmeyên dagirkeriya Almanya li ser axa wan digeriyan. Bêyî vê hevkariya Ewrûpî, me nikarîbû em behsa dîroka serkeftî ya Komara Federal bikin. Ji ber vê jî, tu kes di nava xwe de ewqas ewrûpa hilnagre û tu kes bi qasî welatê me di ber ewrûpayê de ne berpirsyar e.
Ji ber vê yekê jî divê Almanya, li gel Fransa dakeve meydana serkirdayetiyê û ewrûpa berev pêş bibe. Niha pêwîstiya Ewrûpa bi du tiştan heye: alîkariyeke hevpar di dema krîzê de û bernameyekî hevpar ji bo geşedanê. Weke du projeyên girîng yên ku ji sala 1948an ve heta roja me di bîra hevpar ya welatê me de mane. Yek ji wan Pira Asmanî ya Berlîn bû ku alîkariya xelkê feqîr yê rojhilatê Berlînê dikir û ya din jî Plana Marshall bû ku ji bo jinûveavakirina Ewrûpa bû û li gorî niha qîmetê wê digihîşt 150 milyar Euro û bû bingeha avakirina Banka Navendî.
Heta niha jî 12 milyar Euro ji "Plana Marshall" ji aliyê Banka Navendî ve tê birêvebirin. Di roja me de, piştî 70 salî, hîna jî tedbîrên piştgiriya kompaniyên Almanî, ji bo rûbirûbûna krîza koronayê, ji wan pereyan tê dan.
Welatên weke Îtalya û Îspanya ku pandemiya korona derbeyeke giran li wan daye, pêwîstiya wan bi bernameyekî sê gavî heye ji bo di bin wî barî de rabin. Gava yekemîn, alîkariya bilez ya mirovî û tendurustî ye. Piştre, pêşkêşkirina krêdiyên demdirêj yên ewrûpî, yên ku li gorî rêziknameyên Maastricht neyêne hesabkirin ji bo ku bikaribin aboriya xwe geş bikin. Herî dawî jî, bi riya bernameyên nûjen yên demdirêj, garantîkirina ewlekariya aborî û civakî.
Li şûna ku Almanya şerê îdeolojîk yê Eurobondan û mesrefên korona di navbera bakur û başûrê Ewrûpayê de bike, baştire ku beşdarî bernameyekî wiha yê alîkariyê bibe. Ji ber ku gelekî diyare ku ne Îtalya û ne jî Îspanya ji bo avakirina welatê xwe nikarin bi tenê barê deynên giştî hilgirin. Divê ewrûpa wan welatan ji barê faîzê û dayina deynan rizgar bike. Divê welatên ewrûpî tev bi lez, amadebûna xwe ji bo vê yekê nîşan bidin. Eger na, wê rastgirên tûndrew yên herdû welatan jî, şorbeya xwe ya neteweperest li dijî YE germ bikin.
Hikûmetên Îtalya û Îspanya yên ku ji aliyê hêzên demokratxwaz ve têne piştgirîkirin, divê di aliyê aborî, civakî û siyasî de seqamgîr bin û li ser fikra Ewrûpî bimînin. Ev yek hem di berjewendiyên Ewrûpa yê de ye û hem jî di berjewendiyên Almanyayê de ye! Bê guman, divê Ewrûpa bi hev re bikaribe paşeroja pereyê xwe yê hevpar jî têxe garantiyê.
Wê demê wê Euro bikaribe nirxê xwe yê navdewletî biparêze û bibe alternatîfek ji bo dolar. Eger em vê nekin, wê ewrûpa nikaribe serxwebûna xwe ya aborî biparêze û girêdayî siyaseta herêmên serdestiya dolar bimîne. Me ev ezmûn di dema dudiliya li hemberî Peymana Atomî ya bi Îranê re bi awayekî baş dît.
Lê belê, ev tiştên ku me behs kirin, ne karê rojek û du roja ne. Divê di naverasta krîzê de nakokî li ser prensîban dernekevin û lawazî çênebe. Riya herî rast û zelal ewe ku em Budceya Alîkariyên Bilez li budceya YE zêde bikin û her welat têde beşdar be ji bo bikaribin rûbirûyî krîzên mezin bibin.
Her wiha, divê ji niha ve bersiveke ewrûpa bo pirsa penaber û koçberan hebe. Eger hat û li Yûnanistan, Tirkiyê û Sûriyê vayrûsa korona di nava bingehên penaberan belav bû, wê bersiv û plana Ewrûpa çi be?
Divê temamê rêkxistinên navdewletî ji vê karesata mirovî bêne agahdarkirin û em jî berpirsyariyê hilgirin. Dema ku temamê ewrûpa dikeve metirsiyê, divê temamê ewrûpa were ser xetê û vê bersivê tenê ji bo grûbên jêr yên weke Eurogroup nehêle.
Hûn dizanin George Marshall di axaftina xwe ya navdar ya Bostonê de ji bo bergirîkirina li Plana Marshall got, "(...) Jinûve geşedana Ewrûpa mijara ewrûpiyan bixwe ye, bi dîtina min divê destpêşxerî ji ewrûpayê bixwe be. Divê bername li ser bingeha hevkariyê be û hemû welatên ewrûpî bikaribin têde beşdar bibin.
Wê Yekîtiya Ewrûpa vê yekê di nava welatên pereyên hevpar de bi borseya hevpar bike yan na, Mekanîzma Seqamgîriya Ewrûpa (ESM) ku 410 milyar Euro lixwe digre, wê were bikaranîn yan wê hinek rêbazên din werin destnîşankirin, divê bi lez biryar li ser were dan.
Krîza korona, li derveyî sînoran jî daxwaza hevkariyeke bihêz ya ewrûpayê ferz dike. Divê sînorên netewî bêne derbaskirin û hinek welat xwe bidin ber barekî girantir.
Eger em dixwazin di bin barê zehmetiyên stratejik yên vê sedsalê deb rabin, ji teknolojiyayê heta siyaseta koçberan û ewlekariyê, divê em hevgirtî bin. Em ewrûpî dikarin vê yekê bi hev re bikin.
Krîz dikarin ji bo ewrûpayê bibin fersend. Şerên Balkanan yên salên 1990î bûn sedem ku ewrûpa siyaseteke derve bo xwe deyne.
Vayrûsa korona dikare du qonaxên dijber, di heman demê de rêk bixe. Yan wê qelşên di Yekîtiya Ewrûpayê de kûrtir bike û Yekîtiyê perçe bike, yan jî wê Yekîtiya Ewrûpa û endamên wê li hemberî koronayê bike yek. Almanya dikare vê biryarê yekalî bike ka wê ewrûpa berê xwe bide kîjan alî. Dema me ji bo biryardanê ne zêde dirêj e!
Ji aliyê Hêvîdar Zana ve bo Kurdî hatiye wergerandin.