Xala werçerxanê di peymana Şer û Ebdî de

07-08-2025
RÛDAW
A+ A-

Di demekê de ku çav li ser civîneke çaverêkirî ya di navbera HSD û Şamê de li Parîsê bûn, du roj in nûçeyên şerê di navbera wan de li başûrê Helebê bê navber tên.

Di rastiyê de, peymana 10ê Adarê ya di navbera Şer û Ebdî de bi lez nêzîkî xala werçerxanê dibe. Ev yek yan wê bibe sedema lihevkirinekê yan jî berevajî vê, dê rê li ber sêyemîn şerê navxweyî yê demkurt ê Sûriyeya serdema Şer veke ku tê payîn li ser xeta Heleb-Reqa-Dêrezorê dijwar bibe.

Bûyerên Siwêdayê rê ji bo otonomiyeke defakto ya Durziyan xweş kir. Helbet, ne diyar e ka ev dê heta dawiyê bidome yan na lê eger "Rêveberiya Şer" bikaribe bi lez û bez mijara hilweşandina HSDyê û tevlîkirina saziyên îdarî di nava dewletê de çareser bike, wê demê hîn dikare hêviya xwe bi avakirina pergaleke siyasî ya navendî xurt bike ku weke kirasekî li gor bejna serokekî bihêz hatibe dirûtin.

Li hemberî vê, HSD jî hest dike ku li gorî bûyerên beriya Siwêdayê, rewşa niha derfeteke kêmpeyda ye yan jî derfeta dawî ye, loma bi dengekî ji berê bilindtir qala mayîna xwe û otonomiya siyasî dike.

Şerê Dêr Hafirê, dergehek ji bo dijwarbûna nakokiyan li ser Reqa û Dêrezorê?

Gelek nîşan hene ku eger HSD û Şam li hev nekin, dê nakokiyên her du aliyan li ser kontrolkirina herêmên Reqa û Dêrezorê zêdetir bibin.

Ji bo Şamê, kontrolkirina Reqa û Dêrezorê yek ji bizmarên dawî yên xurtkirina desthilata Şer e.

Ji aliyekî ve kontrola çavkaniyên aborî yên wekî petrol, gaz, ax û avê ji bo Şamê misoger dike û ji aliyê din ve jî, egera nenavendîbûna Sûriyeya paşerojê ku niha bi hebûna HSD û Durziyan xurt e, qels dike.

Ji bo HSDyê jî çûna Reqa û Dêrezorê dikare were wateya dawîhatin an jî lawazbûna projeya wê ya otonomiya siyasî.

Wezareta Parastina ya Sûriyeyê 2yê Tebaxê ragihand ku HSDyê bi mûşekan êrişî gundê "El-Kiyariye" û derdora wê li Minbicê kiriye û HSD jî dibêje, me bersiva "êrişên komên bêdîsîplîn" daye ku êrişî herêma "Dêr Hafirê" kiriye.

Şer li gundewarên din ên nêzîkî vê herêmê jî berdewam kir. Dêr Hafir yek ji wan herêmên kêm ên rojavayê Firatê ye li başûrê parêzgeha Helebê ku hîn jî di destê HSDyê de ye, herêmeke girîng e ku bi rêya rêyeke sereke piştî nêzîkî 150 kîlometreyan digihîje Tebqayê li başûrê parêzgeha Reqayê.

Ev herêm zêdetirî 100 kîlometreyan li başûrê Bendava Tişrînê û gundê Qereqozaxê ye ku ji dawiya sala borî heta meha nîsana îsal qada pevçûneke dijwar a di navbera komên mixalefeta Sûriyeyê yên alîgirê Tirkiyeyê û HSDyê de bû.

Di senaryoya şerekî muhtemel de, kontrolkirina Dêr Hafirê ji bo hikûmeta Sûriyeyê tê wateya vekirina rêyeke piştgiriya lojîstîk ji bo fişar û zextê li ser Tebqayê bike û ev yek jî hevdem e ku ji bakur ve zext li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê bê kirin, dê weke du devên meqesê ji bo kontrolkirina Reqayê rolê bilîze.

Ji bo HSDyê jî parastina Dêr Hafirê tê wateya parastina Reqayê ku xuya ye naxwaze bêyî peymaneke siyasî dev jê berde.

Di heman demê de, Şamê çavê xwe berdaye wê yekê ku bi alîkariya eşîran, danûstandin û zexta leşkerî, kontrola wan herêmên Dêrezorê jî werbigire ku li aliyê rojhilatê Firatê di destê HSDyê de mane.

Di dema bûyerên Siwêdayê de, Ehmed Şer ji bilî piştgiriya hevpeymanên xwe yên derve, kartekî din ê hêsan û bi bandor bi dest xist ku ew jî hêza êl û eşîran bû.

Vê yekê ji bo Siwêdayê ku faktora Îsraîlê û hewldanên dijwar ên navbeynkariya Amerîkayê tê de hebûn, encameke mezin bi xwe re neanî lê dikare ji bo HSDyê pirsgirêkên mezin derxe.

Lewra, rikeberiya her du aliyan ji bo kişandina hest û soza êl û eşîran bi awayekî dijwar berdewam dike.

Cudahiya îmzeyên Şer û Kobanî

Şerê Siwêdayê danûstandinên di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ber bi xaleke werçerxanê ve bir. Herwiha derxist holê ku her aliyekî bi nêrîneke cuda peyman îmze kiriye û her yek ji bendên wê peymanê li cem wan wateyeke cuda dide.

Lap di dema bûyerên herêmên peravê yên Sûriyeyê de ku di nava çar rojan de 1334 kes hatin kuştin, Şer û Kobanî di 10ê Adarê de, ji nişka ve peymaneke destpêkê îmze kirin ku her bendeke wê ji bo şîroveyên cuda vekirî ye.

Piştî bûyerên Siwêdayê jî di navbera 13-16ê Tîrmehê de, danûstandinên aliyan ji bo cîbicîkirina wê peymana ku salek jê re hatibû destnîşankirin berdewam bûn, lê di vê pêvajoyê de cudahiya nêrînên her du aliyan li ser peymana berê bi awayekî beloq derket holê.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, em dikarin têbigihêjin ku Ehmed Şer garantîkirina mafên Kurdan bêhtir wekî mafên çandî û zimanî dibîne û beşdariya siyasî ya hemû Sûriyan jî -ku dikare wek fermandarên HSD û Rêveberiya Xweser were dîtin- di asta dayîna posta parêzgariya Hesekê yan jî tiştekî hinekî ji wê berfirehtir dibîne.

Benda çaremîn a peymanê jî wek hilweşandina HSD, Rêveberiya Xweser û radestkirina saziyên sivîl ji Şamê re dibîne. Bê guman, aliyê berevajî jî xwedî nêrîneke cuda ye, ji ber vê yekê HSDyê daxwaz kiriye ku wek pêkhate bimîne lê nerm e ku navê xwe biguherîne.

Posta yek ji wezaretên serweriyê yên wekî karên derve yan berevaniyê û Serokatiya Erkanê Artêşê dixwaze û her wiha dixwaze ku otonomiya wê ya siyasî li rojhilatê Firatê bimîne û di komîteya destûrî de beşdar bibe.

Her du alî hem xwedî nêrînên cuda ne û hem jî dûrahiya di navbera daxwazên wan de ji hev zêde ye. Bi îhtimaleke mezin, tiştê ku dê vê yekê çareser bike du tişt in: şiyana meydanî û piştgiriya derve!

Berdewamiya dubendiya mezin a li ser Sûriyeyê

Bê guman, paşeroja Sûriyeyê ne tenê bi dînamîkên navxweyî yên wî welatî ve girêdayî ye û nezelaliya gelek pirsgirêkên din ên cîhanî û herêmî siya xwe avêtiye ser Şamê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di rojên borî de daxwaz kir ku hilbijartinên Sûriyeyê derfetê ji bo beşdariya hemû pêkhateyên olî û etnîkî peyda bikin û got, "Em dixwazin nûnertiya Kurdan jî bê kirin û wek beşekê ji civaka Sûriyeyê bimînin."

Dibe ku ev gotina Lavrov zexteke devkî be li ser hikûmeta Şamê û Amerîkayê da ku berjewendiyên wê jî li ber çavan bigirin, wekî din, madem ku hewldanên Rûsyayê di dema Esed de ji bo lihevanîna Kurdan û Şamê bi ser neketin, niha asta bandora wê dijwartir e.

Sûriyeya piştî Esed bi awayekî sereke bûye qada pêşbirka Amerîka, Tirkiye, Îsraîl, Kendav û Ewropayê lê hîn çavê Rûsyayê li wê yekê ye ku roleke wê jî di paşeroja Sûriyeyê de hebe.

Rûsyayê hîn hejmarek leşker li Qamişlo, Humeymîm û Tertûsê hiştiye, wek ku li bendê be ka dabeşkirina berjewendiyên jeopolîtîk û aborî yên Sûriyeya piştî Esed dê çawa be.

Ji bo vê jî karta Kurdan girîng dibîne, xasma ku vêga Amerîka hin îşaretan dide ku dixwaze zêdetir berê xwe bide aliyê Şamê.

Amerîka û Ewropa bi kelecan in ku Sûriye zûtir aram bibe lê du pirsgirêkên wan hene û di navbera lihevketina berjewendiyên hevpeymanên xwe de mane: yek jê çawaniya lihevanîna Tirkiye û Îsraîlê ye, ya din jî mamika lihevkirina Kurdan û Şamê ye!

Tirkiye serdestiya leşkerî ya Îsraîlê li herêmê, pêşketinên wê li Sûriyeyê û îhtimala geşbûna têkiliyên HSD-Îsraîlê wekî metirsiyeke stratejîk li ser xwe dibîne.

Îsraîl jî geşbûna şiyana dronî û mûşekî ya Tirkiyeyê, her wiha bihêzbûna pêgeha wê ya leşkerî li Sûriyeyê wekî duyemîn metirsiya nêzîk a Tirkiyeyê li ser xwe dibîne.

Qibrisa Bakur metirsiya yekem e û di senaryoya şerekî muhtemel ê Tirkiye-Îsraîlê de dikare ji bo benderên Îsraîlê pirsgirêkên mezin çêbike.

Pêşketina Tirkiyeyê û hevpeymanên wê ber bi nêzîkî sînorên xwe ve jî wek metirsiya duyemîn û îhtimala rêxweşkirina ji bo tecrubeyeke duyem a Îranê li dijî xwe dibîne.

Heya ku Amerîka hebe, îhtimala pevçûneke rasterast a van her du welatan-qet nebe niha- kêm e lê ne dûr e. Hîn jî ne diyar e ka ev her du hêz dê di dawiyê de li hev bikin an her yek dê herêmeke nifûzê li Sûriyeyê ji xwe re veqetîne yan na, lê ya zelal ev e ku egera berdewamiya alozî û rageşiyan zêde ye û dibe ku pirsa Kurdan jî bibe beşek ji vê yekê.

Îsraîl ji Sûriyeyeke lawaz a nenavendî hez dike, Tirkiye jî Sûriyeyeke lawaz lê navendî dixwaze. Piştî bûyerên Siwêdayê, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan behsa îhtimala destwerdana welatê xwe kir eger bi gotina wî "çavê hin aliyan lê be mifayê ji aloziyan werbigirin."

Ev gotin jî îşaretek ji HSDyê re bû ku ji berê zelaltir qala otonomiya siyasî dikir. Helbet, paşê wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji berê nermtir axivî û got, "Bila bi Şamê re li hev bikin û heger garantiyan ji bo paşerojê dixwazin, wê demê Tirkiye amade ye."

Wek îşaretekê bi gotinên berpirsên HSDyê ku piştî bûyerên Siwêdayê daxwaza garantiyan kiribûn. Çavê Enqereyê lê ye ku bi riya pêvajoya çekdanîna PKKyê, diyaloga bi Ocalan re û diyalogên rasterast û nerasterast pirsa HSDyê çareser bike, ku tê payîn di dawiyê de bi otonomiyeke neragihandî jî razî bibe, tenê ji bo ku karta Kurdan nekeve destê Îsraîlê.

Helbet, Îsraîlê jî heta niha ji bilî gotinan, destê xwe neavêtiye dosyeya Kurdan, çawa ku Tirkiyeyê jî di dema şerên Hemas, Hizbulah û Îranê de bi kiryarî hestyariya Îsraîlê li ber çavan girtiye.

Bê guman, lihevkirina HSD û Şamê jî ne karekî hêsan e lê ev daxwaza Amerîka û Ewropayê ye. Ji bo wan, di nav bi dehan komên radîkal de, Ehmed Şer derfeteke bêhempa ye ku pê re kar bikin lê di nava zêdetirî 10 salên borî de bi HSDyê re jî şerê DAIŞê kirine.

Ev ji bilî wê yekê ye ku dibe di paşerojê de hebûna HSDyê ji bo hevsengiya hêza Şamê jî bi kêrî wan were.

Ji bo welatên Kendavê jî arambûna Sûriyeyê tê wateya bihêzbûna rola wan a herêmî û dibe ku ev yek di hevsengiya hêzê de li hemberî hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Îsraîl û Îranê bi kêrî wan were.

Loma, bi îhtimaleke mezin di çareserkirina pirsa peymana HSD û Şamê de, ew dê handerê lihevkirina her du aliyan bin.

Lihevkirin û nelihevkirina projeyên aborî yên welatan bi daxwazên Şer re

Birêvebiriya Şer bi kelecan e ku pergala xwe ya siyasî di zûtirîn dem de xurt bike û ev daxwaza wê jî bi berjewendiyên beşek ji hêzên mezin ên cîhan û herêmê re li hev dike.

Ji aliyê aborî ve, ji nû ve avakirina Sûriyeyê derfeteke bêhempa ya hilberînê ji bo şirketên welatan peyda dike ku li gorî texmînên destpêkê di navbera 250-400 milyar dolarî de lêçûna wê heye.

Qeter û Erebistana Siûdî zêdetirî 15 milyar dolar deynên bankên navneteweyî yên Sûriyeyê dan û ji aliyê darayî ve alîkariya wê dikin. Piştî biryara Trump a ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, çavê sê şirketên Amerîkî li wê yekê ye ku di binesaziya petrol û gazê ya Sûriyeyê de hilberînê bikin.

Berê jî peymaneke 7 milyar dolarî di navbera Sûriye û Qeterê derbarê elektrîkê de hatibû îmzekirin ku şirketa Power International a Amerîkî û şirketên Kalyon û Cengiz ên Tirk jî tê de beşdar in.

Çavê Tirkiyeyê jî li beşdariyeke çalak di bazar, sektora avahîsaziyê, enerjî, veguhestina enerjiyê û veberhênana leşkerî de li Sûriyeyê ye.

Geşepêdana bendera Tertûsê bi şirketeke Îmaratî hatiye dayîn û ya Laziqiyê jî ji bo 30 salan ji bi şirketa CMA CGM a Fransî hatiye dayîn.

Rûsya jî hîn li baregeha esmanî ya Humeymîmê û bendera Tertûsê maye, ku berê bi hikûmeta Esed re peymaneke 49 salî li ser wan îzme kiribû û xuya ye niha jî çavê wê li mayînê ye.

Îranê di Sûriyeya piştî Esed de zirareke aborî ya mezin dît lê vêga pirsgirêkên wê yên ji vê yekê mezintir hene ku li meydana Sûriyeyê li ser bifikire rikberiyê. Ango Sûriyeya piştî Esed bûye cihê gihîştina projeyên jeo-aborî yên Kendav, Amerîka, Tirkiye, Ewropa û Rûsyayê.

Hîn jî ne diyar e ka ev hemû heta çi radeyê dê bi hev re debar bikin lê tiştê zelal ev e ku aramiya siyasî ya Sûriyeyê -herî kêm heta niha- di berjewendiya hemûyan de ye.

Ev yek bi serê xwe dikare bibe yek ji sedemên piştgirî yan jî herî kêm bêdengiya wan hêzan li hember rewşa niha ya wî welatî.

Dê çi biqewime?

Navbeynkariyên Tom Barrack di sê civînan de li Şamê (1) û Emanê (2) derbarê çawaniya pêkanîna peymana 10ê Adarê di navbera HSD û Şamê de negihîştin encamekê.

Lewra, biryar wisa bû ku di dawiya meha borî de vê carê li Parîsê bicivin. Ev civîn jî ji ber neamadebûna Şamê hat bipaşxistin ku hinek vê yekê wek vetoya neragihandî ya Tirkiyeyê şîrove dikin.

Her çend dibe ku ji bilî Tirkiyeyê, Şam bi xwe jî ji peymaneke ku navbeynkarên wê zêde bin hez neke. Agahî hebûn ku civîna Parîsê dê di rojên pêş de were lidarxistin lê hîn jî nehatibû kirin ku dîsa nûçeya dirêjkirina dema wê hat.

Niha gotina dawî ew e ku dibe di rojekê de di navbera îro û 20ê vê mehê de civîna Parîsê were lidarxistin. Helbet, qada siyasî-leşkerî li Sûriyeyê ew qasî şemitok û guherbar e ku dikare wê dîrokê bi pêş û bi paş bixe, çawa ku heta niha herî kêm sê caran hatiye bipaşxistin.

Mînak, eger pevçûna roja 3yê Tebaxê û pişt re li gundewarê Minbicê li parêzgeha Helebê berfirehtir bibe û bersiv û bersivdayînên HSD û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê zêdetir bibin, wê demê dibe ku rewş ber bi arasteyeke din ve biçe.

Di dawiyê de, du senaryoyên sereke ji bo paşerojê hene. Yek jê ew e ku her du alî li hev bikin ku bi îhtimaleke mezin ew lihevkirin dê li ser celebek nenavendiya siyasî be.

Ji ber ku Sûriyeya piştî Esed ewqas aloz û pir-aktor e ku derfetê nade pêkhatina "Sûriyeya Şer", çawa ku rê ji bo hemû daxwazên HSDyê jî xweş nake.

Loma, rêyeke navîn ku her du alî pê razî bin, wek dergehekê ji bo lihevkirinê tê dîtin. Ev jî dikare bi otonomiyeke defakto yan neragihandî were kirin ku her du alî pê razî bin.

Heger senaryoya duyemîn, ango şer rû bide, wê demê bi îhtimaleke mezin giraniya wê dê li Dêrezor û Reqayê be lê dibe ku şerekî dirêjdem nebe, ji ber ku piraniya aliyên derve yên li ser Sûriyeyê bi bandor şer naxwazin.

Pêwîstiya Şer bi alîkariya derve û hatina kompanyayên welatan heye da ku welatê xwe ji nû ve ava bike û nikare zêde ji gotina wan derkeve.

Derfetên li pêşiya HSDyê jî ne bêsînor in. Ew di bin zexta hevpeymanên xwe yên Amerîkî û Ereb de ye ji bo lihevkirinê û faktora Ocalan jî heye ku dibe di deqeya dawî de daxwaza lihevkirinekê jê bike.

Wer dixuye ku di wê peyama vîdeoyî de ku ji wan re şandiye, daxwaza çekdanînê nekiriye lê liberçavgirtina hizrên wî yên niha, dibe ku daxwaza lihevkirineke zêdetir di navbera HSD û Tirkiyeyê de bike ku ev yek jî dê bandorê li ser rewşa Sûriyeyê û çarenûsa peymana 10ê Adarê bike.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hêmin Ebdullah / Wêne: Rûdaw Grafîk

Rihê Kurdistanê ketiye destê Tom Barrack?

Tenê hêviya ku heye ew e ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bibin pirek di navbera Tirkiyeye Amerîka û aktorên din li gel Rojavayê Kurdistanê