Rûdaw bi podcastên xwe bersivê dide rûdan û guherînên li cîhanê
Podcast wekî beşeke girîng a medyaya dîjîtal bipêşketina xwe ya bilez didomîne û di destpêka sala 2025an de gihiştiye qonaxeke nû ya berfirehbûnê. Daneyên herî nû yên ku heta destpêka meha sibata 2025an berdest in, amaje pê dikin ku podcast ne tenê xwe wekî beşeke ku nayê veqetandin a medyaya dîjîtal çespandiye, belkî wekî qadeke sereke ya bipêşketina aborî jî derketiye holê. Tê pêşbînîkirin ku di nava îsal de hejmara guhdaran û dahat bi awayekî berbiçav zêde bibe.
Di destpêka sala 2025an de, hejmara guhdarên podcastê li seranserê cîhanê nêzîkî 550 milyon kesî bûye û tê pêşbînîkirin ku ev hejmar heta dawiya salê bigihîje 700 milyon kesî. Li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê ku yek ji bazarên herî mezin ên podcastê ye, lêkolîneke Edison Researchê eşkere dike ku ji sedî 50ê niştecihan ku dike 144 milyon kes, mehane guh didin podcastan. Her wiha ji sedî 37ê wan ku dike 107 milyon kes, heftane guh didin podcastan. Rêjeya dema guhdarîkirinê jî li Amerîkayê di hefteyekê de gihiştiye 9 demjimêran.
Zêdebûna hejmara guhdar û temaşevanan bandoreke rasterast li ser bipêşketina darayî ya pîşesaziya podcastê kiriye. Li gorî lêkolînên cîhanî, tê çaverêkirin ku dahata podcastê bigihîje 94,7 milyar dolarî ku ev yek qebareyeke mezin a aborî di vê sektorê de nîşan dide. Li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tê pêşbînîkirin ku dahata reklaman a podcastê bigihîje 2,5 milyar dolarî. Ev hejmar delîlên geşedaneke berbiçav a aborî di warê berhemanîna podcastê de ne.
Sala 2025an çendîn trendên nû derketine holê, bi taybetî di warê teknolojiya hişê çêkirî (AI) û podcasta vîdeoyî de. Platformên mezin ên wekî Spotify û Apple ragihandiye ku ji sedî 65ê platforman niha hişê çêkirî ji bo pêşniyarkirina naverokê ji bo guhdaran bi kar tînin.
Ev teknolojiya nû alîkariyê di dîtina podcastên nû de dike. Her wiha transkrîpta otomatîk a hişê çêkirî bûye standardek di ji sedî 80yê podcastên nû de ku ev yek gihîştina naverokê hêsantir dike, bi taybetî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û kesên ku li şûna guhdarîkirinê hez ji xwendinê dikin.
Podcasta vîdeoyî geşbûneke berbiçav nîşan daye. YouTubeyê ragihandiye ku ji sedî 75ê podcastên nû weşanên vîdeoyî jî belav dikin ku ev yek guherîneke mezin ber bi formatên dîtbar ve nîşan dide. Guhdarîkirina podcastan li ser YouTubeyê li gorî sala 2024an ji sedî 45 zêde bûye ku ev jî bandora platformên vîdeoyî ya li ser geşbûna podcastê nîşan dide.
Li gorî lêkolînan, mijarên populer û serkeftî yên podcastan ên sala 2025an ev in: Hişê çêkirî û teknolojî ku ji sedî 25 zêde bûne, her wiha tenduristiya derûnî ji sedî 23, podcastên taybet bi aboriyê ji sedî 21, jîngeh ji sedî 19 û çand ji sedî 18 zêde bûne.
Lêkolîn pêşbînî dikin ku hejmara guhdarên heftane li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê heta dawiya sala 2025an bigihîje 115 milyon kesî. Her wiha tê çaverêkirin ku dahata ji abonetiyan (subscription) a ji bo podcastan bigihîje 1,5 milyar dolarî. Ev yek nîşan dide ku modela dahatê ya naveroka taybet û premium dê roleke mezintir di vê pîşesaziyê de bilîze.
Tora Medyayî ya Rûdawê, bi têgihiştineke kûr a ji girîngiya podcastê, di çend salên borî de bi awayekî berbiçav veberhênan di vî warî de kiriye ku hevaheng e li gel geşedana cîhanî ya vî cureyê medyayê. Rûdawê karî hişyariyeke mezin li ser podcastê di nav welatiyan de çêbike û xelk fêrî vî cureyê nû yê medyayê kiriye. Encama van hewldanan ew e ku niha gelek kesan li malên xwe dest bi çêkirina podcastan kiriye. Ev yek nîşaneya bandor û serkeftina stratejiya Rûdawê di vî warî de ye û delîlê wê yekê ye ku civaka Kurdan jî beşek ji vê şoreşa cîhanî ye.
Ev serdema pêncemîn e ku Rûdaw podcastê pêşkêş dike û di vê serdemê de podcastên cuda di hemû waran de belav dike. Podcastên serdema nû yên Rûdawê curbicur in û me hewl daye ku di hilbijartina mijaran de pêdiviya civakê û daxwaza wergiran li ber çavan bigirin. Ji ber ku ev curbicurî ji bo dabînkirina podcastên li gorî dilê xelkê yên ji bo hez û temenên cuda gelekî girîng e. Loma me her tim ev yek li ber çavan girtiye ku em bi rêya kesên bi tecrube û navdar podcastan hilberînin da ku her kes li her derê be, karibe guh li wan bigire û temaşe bike.
Yek ji cudahiyên podcastên Rûdawê berdestbûna wan a li ser hemû platformên serekî yên podcastan ên wekî Spotify, Apple Podcast, Google Podcastê e. Berdestbûna podcastan a li ser platformên cîhanî piştrast dike ku wergir li kîjan derê bin û çi cure amûreke wan hebe, dikarin bi hêsanî bigihîjin podcastên Rûdawê. Ji bilî vê, hebûna malpereke taybet bi podcastên Rûdawê (podcast.rudaw.net), derfetê ji bo guhdar û temaşevanan çêdike ku bi hêsanî podcastên li gorî dilê xwe bibînin û temaşe bikin yan jî guh li wan bigirin.
Di serdemên borî de, podcastên Rûdawê şiyaye bigihîjin bi sed milyonan kesan. Çîroka serkeftina Rûdawê di warê podcastê de tenê bi belavkirina naveroka cuda bi dawî nabe, belkî çêkirina çandeke nû ya medyayê di nav civakê de ye.
Dema ku gelek kes li malên xwe podcastan çêdikin, ev nîşaneya gihîştin û hişyariyeke nû ye derbarê şiyana takekesî ji bo gihandina ramanên xwe bi şêweyekî sedsalî. Rûdaw bi vî karê xwe bûye çavkaniyek ji bo ciwanan ku bi rêya podcastê dikarin dengê xwe bigihînin û bandorê çêbikin, heman rola ku platform û podcastên herî mezin ên cîhanê di çêkirina civakeke vekirî û pirdeng de dibînin. Me bi podcastên xwe radyo bi şêweyekî gelekî nû anî nav qada çandî û zanînê ya li Kurdistanê.
Armanca me ew e ku guhdarê Kurd di vê serdema mijûliyet û kêmiya demê de bijardeyên baş û bi sûd li ber destê wî hebin û karibe guh bide podcastên li gorî dilê xwe. Ji ber ku podcast ew amûra bi bandor a medyayê ye ku bi hêsanî digihîje her derê û hûn jî dikarin di her demê de û li kîjan derê bin guh lê bigirin yan jî temaşe bikin. Her tim li benda naverok û gavên nû yên Rûdawê bin.
Ferman Salih: Birêvebirê Radyoya Rûdawê