Ev demek e, li Başûr YNK li herêmên xwe hin rêxistinên PKKê qedexe dike. Mirov boçûna bûyerê nezane. Yên gelacîtiyê dikin hene. Yên di tirsa bikujiyê de hene. Û yên di bendewariya helwesta rastbin de hene.
Taybetmendiya serdemê
Wekî di navenda bûyerê de PKK heye, ew ne rewşa berê de ye. Erê Rojhilat, Rojava û Başûr xaka Kurdistanê ne, lê PKK hê partiya Bakur e. Ew dûçarê Başûr bûye. Şerê Bakur, li Başûr dibe. Encameke nexweş.
Ji ber şert û mercên guherî yên herêmî û navdewletî, li Başûr êrîşên Tirkiye û Îranê, nabin mijara berteka navdewletî. Jixwe ji referandûmê ve li dijî Kurdan lihevhatina Enqere-Tehranê(+Bexda) heye.
Desthilata Başûr, nikare li ber wan operasyonan rabe. Komkujiya roketên Îranê, li ber çav e. Ji referanduma par ve bûyer ne gorî daxwaza kurdan dibin. Hêvî derb xwar. Tirsa sibê heye. Partî ji hev dûr ketine. Geşkirina hêviyê, divê erka sereke ya serdemê be.
Yê boçûnê baş nepîve, bi ser nakeve
Divê PKKê înîsiyatîfa partiyên Başûr, qene ya hikûmeta Başûr nas bikira. Lê nekir. Di dubendiya partiyan de bû alî. Di referandûmê de tişta kirî, li ber çav e. Referandûm gaveke rewa ya demokrasiyê ye, lê ne hevyekê dewletê ye. Dewlet, bi gellek şert û mercên siyasî ve girêdayî ye. Lê civak kengê bixwazin, dikarin herin referandûmê.
We, bûyera serfiraziyê xiste asta sûcdariyê. Min, wî, wê, bi mîlyonan kurd me referandûm xwest, tevî hemû encaman jî. Mirov çawa dikare neyartiya ragihandina vîna gelê xwe bike?
Du dijminên referandûmê hebûn: Enqere û Tehran. Ka bêjin, Kurdên dijminahiya wê dikirin, çi navî heq dikin? Neyartiya navxweyî em hewqas kor kirine!
Rexne? Bêyî rexne nabe. Derhênerên bûyerê, mezinahiya gavê fêm nekirin. Lê rexne û dijminahî, du tiştên cuda ne. Yek rêzgirtinê, ya din navê xirabiyê heq dikin.
“Kevneşopa Mam Celal”
Enqerê dibêje; “Min ew bi pirsgirêkan re barkirî dehf dane Başûr”. Ya dûvre êdî em zanin. “Nikarî dijminê xwe, hêrsa xwe ji endamên malê dertînî”. Em digihên yek encamê: Ji serêşiya partiyên kurd, tenê Enqere û Tehran sûd werdigrin.
Wekî mijar rakeşiya YNK û PKKê ye, divê em qala Şerê Hezîrana 2000an bikin. YNKê, PKK ji encama şerê PKK-PDKê yê 1992yê parastibû. Dûvre ew ketibûn qirika hev û bi sedan lawên kurd jiyana xwe ji dest dabûn. Û ji yên çûyî cem Mam Celal ev gotinên wî: “Min hûn parastin, we li min da”. Îro di dev de “Kevneşopa Mam Celal” heye. Qest çi ye? Spartina biratiya netewî ye? Ew sax bûya, ma wî qet neyartiya referandûmê dikir?
Sedem?
Ji ber PKK, YNK nikare ji Tirkiyê sûd wergire. Li Enqerê bûroya wê hê girtî ye. Di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de balafir nafirin. Îran nikare ciyê bazirganiya Tirkiyê tijî bike û petrola Kerkûkê diherike Tirkiyê.
Serokkomarê Îraqê, ji YNKê ye. Li Bexdayê PKKê ji zû ve hatiye rojevê. Yekî Ereb nikare, lê Kurdek dikare bike. Du nûnerên MITê, hê di destê PKKê de ne. Di heman demê de qanîkirina Enqere û PKKê, ji YNKê huner û pisporiyê dixwaze.
Ev jî heye; li Başûr diyarkerê boçûnê, ne nakokiya PKK-YNKê an ya PKK-PDKê ye, lê ya PDK-YNKê ye. Çawa? Erê Tehran li pişt YNKê ye, erê serokkomar ji YNKê ye, lê dîsa jî li ba PDKê YNKê bêqam dimîne.
Encama hilbijartinê li ber çav e. Tehran dikare yekîtiya Başûr xera bike, lê nikare Başûr bi YNKê bimeşîne. Li Başûr aktorê sereke, PDK ye. Şert û merc guherîne. Bi barê PKKê, YNK nikare pêşbirkiyê bike.
Wê çi bibe?
Bûyer; bi Enqerê ve girêdayî ye. Wê ew heya kuderê ji YNKê bixwaze? Wê YNK heya kuderê gava paş bavêje?
Bi PDKê ve girêdayî ye. Aramî an “keys ev keys” tevdan?
Bi Tehranê ve girêdayî ye. Têkiliyên PYD û DYAyê re kûr bibin, çima Tehran YNKê bernede PKKê? Şengal jî di nav hevkêşeyê de ye. Çi be jî; rakeşiya îro ya YNK-PKKê, ji bo Tehranê dayîna xwedê ye.
Bi DYAyê ve girêdayî ye. Ji ber Rojavayê, Enqere çiqas here ser Waşîngtinê, ew rêya erzan digre û ji PKKê qurbaniyan pêşkêş dike. Ez bim, ezê li ser biryarên DYAyê serê xwe baş biêşînim.
Lê esil bi PKK û YNKê ve girêdayî ye. Wê ew ji dîrok û serpêhatiyên xwe fêr bigrin, an wê erzaniya kevneşop bigrin?
Ji ya baş hêvidar im
Dijwarî û pirsgirêkên tevgera kurd, li ber çav in. Ev serdemek e. Taybetmendiyên wê hene. Divê amadekarî hebin. Şertê yekemîn; aştî û hevkariya navxweyî ye.
Partiyên kurd berhema rastiya kurd in, berhema ked û xwînê ne. Dîroka me, berhema wan e jî. Û êdî her yekê, bûne nîvdewlet û artêş. Bêyî rêxistin, pêşeroj nabe. Kêmasî, xeletî û sûcên wan gellek in, lê hemû jî rewa ne. Di referandûmê de helwesta YNKê, hevyekê xiyanetê bû, dîsa jî ew berhemeke rewa ya kurdan e.
Ne tenê em kesayet, divê partî bixwe jî bi wî çavî li hev binêrin, bi taybetî di vê serdemê dijwar de. Ji ber ku bêzariyê bi zanebûn belav dikin. Xefika xetere! Em hewceyî hev in. Divê em ne zirar lê qenciya hev bixwazin. Şerê du partiyên kurd, sûd nade ya siyemîn.
Şert û merc çiqas dijwar bin jî; siyaseta gorî Enqere û Tehranê, nabe siyaseta kurd, ji ber ku siyaseta herduyan, li ser neyartiya kurdan ava bûye.
Serdema înternetê ye. Em dikarin her gava rêvebirên partiyên kurd bişopînin. Gotina ku sibê we bixe şermiyê, nebêjin. Di çapemenî û înternetê de gelacî û şelafî, dev ji welatparêziyê berdin, li mirovbûnê nayê. Mebesta xirab, bivê nevê mirov dixe xefika dijminên têzanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse