Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.

Carinan çîna êrişkar çavkaniya xwe ji komekê werdigire ku ji hêla dewleteke taybet ve tê sponsorkirin û hin ji wan jî komên tawankar ên cîhana siberî ne. Ew mîna sybergang (çeteyên siber) tên nasîn û hinekên din jî wekî komên tawankar ên elektronîk (spider) têne nasîn.

Ez dixwazim tu bîskekê bifikirî û bibêjî dema êrişkar bi dizî têkevin pergala elektrîka welatê me û tevahiya elektrîka nexweşxaneyan bivemirînin, wê çi biqewime? Wê çi biqewime dema êrişkar bi dizî têkevin pergala bendavekê û rêjeyeke zêdetir a klorê têxin avê û paşê bi hezaran kes bi sedema jehrîbûnê ber bi nexweşxaneyan ve bên şandin û dibe ku piraniya wan jiyana xwe ji dest bidin? Wê çi biqewime dema êrişkar bi dizî têkevin pergala trênên lezgîn û guhertinekê di lezgîniya trênê de pêk bînin! Gelo çend kes ji rêwiyan dê jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bibin? Ev qet ne xeyalên roman an fîlmeke sînemayê ne, li şûnê, hemû encama êrişeke elektronîk li ser kargehekê ne û gelek bûyerên bi vî rengî qewimîne.

Ka em bi hev re vegerin şeveke beriya sala 2016an li Ukraynayê. Rûsyayê wê şevê êrişeke elektronîk bir ser santraleke elektrîkê û elektrîka bêtirî 700 hezar cihan hat vemirandin! An jî operasyonên StaxNetê li dijî santrala atomî ya Îranê ji sala 2008 heta 2010an ku zêdetirî hezar santrîfuj şewitîn û peyitandina uranyumê rawestiya; em dikarin bibêjin ku Îran bi vê êrişê 10 salan vegeriya paş.

Di van salên dawî de, bala piraniya pispor û lêkolînvanên ewlekariya elektronîk li ser parastina komputer û malperan bû qene ji dizîna dane û hakkirinê dûr bimînin lê vêga mase berovajî bûye. Di konferansên RSA, HackTV, Black Hat û Def Conê de, pergala kargehan tê tekezkirin çimkî dikarin ziyanên zêdetir derxin holê.

Stasyonên petrolê jî ji van êrişan ne bêpar in. Sala 2012an, meha 7an, vîrûsek bi navê Şemûn êrişî Aramcoya Erebistana Siûdî kir û di nav çend demjimêran de pergal li ser nêzî 30 hezar komputeran têk bir û bi milyonan dolar ziyan gihand Kompanyaya Aramcoyê.

Pergala ku ji hêla kargehan ve tê bikaranîn bi gelemperî wekî 'Pergala Kontrola Pîşesazî' ango 'Industrial Control System' tê nasîn. Piraniya kargeh, bendav û santralên elektrîkê li Îraq û tevahiya cîhanê ji bo meşandina karên xwe sîstemeke bi navê SCADAyê bi kar tînin ku roleke girîng dilîze û gelek kompanya, xasma Siemens, sîstema SCADAyê bi pêş dixin.

Roj bi roj êrişên di cîhana siberî de bi tevahî diguherin. Heger berê êriş li ser komputer, telefonên destan û malperan dihat kirin, halê hazir araste hatiye guhertin û tiştên ku bêtir rastî êrişan tên ev in: Pergalên kargehan, otomobîl, amûrên girêdayî înternetê yan jî înterneta tiştan – (IoT).

Êdî pêwîst e ku Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhan jî bi çavekî berfirehtir li vê pirsê mêze bikin, ji ber ku metirsiya hakkirina kargeh, stasyon, bendav an jî otombîlekê ji hakkirina komputer, telefoneke destan an jî malperekê pir metirsîdartir e.

Dibe ku em bikarin bi rêya piştgirêdana bi backup, restore point, shadow û kopiya dubare operasyona şirketekê vegerînin wek berê, ger carinan ji kokê ve jî bûbe lê gelo em çawa bikarin jiyana mirovan vegerînin piştî qutbûna elektrîka nexweşxaneyan, di dema nehiştina frenên otomobîlan de, di dema jehrîkirina ava bendavan û paşê guhastina wê ji bo malan?

Di dema lêgerîneke min de û her wiha di dema xwendina parastina van sektoran bi giştî de, min tiştekî pir sosret li derekê dît ku ew jî pergala gazê ya malekê ku bi înternetê ve hatibû girêdan bû.

Baş e, ez tenê dixwazim tu bifikirî ka dema ku êrişkarek an kesekî xirab rêjeya gaza li malê zêde bike di demekê de ku ev gaz ji bo sobeyê tê bikaranîn, dê çi biqewime? Ma hemû şêniyên malê dê nexeniqin an jî bêhna wan neyê çikandin? An jî em bibêjin gaza ku ji bo amûra xwarinçêkirinê pêwîst e, dema gaz vekirî be û çerxek ji bo pêxistina wê were lêxistin, ma dê mal bi tevahî neteqe û rûniştvanên wê jiyana xwe ji dest nedin?

Mirov dikare bipirse, ma ne înterneta stasyon, kargeh û bendavan ji înterneta derveyî hatiye veqetandin? Bi awayekî zanistî ango hatine îzolekirin an jî air gap lê hîn jî gelek metirsiyên din hene hetanî destê êrişkar bigihîje pergala kargehekê wek insider threat (gefa hundir) hijakkirina (revandina) xizmetguzara updatekirina pergala SCADAyê, rêya tenê jî bicihanîna rêgezeke tenê ye:

1. Hişyariya karmend û pisporên kargehê.

2. Bicihanîna mekanîzmaya (List Privilege).

Ji ber ku di konsepta nû ya ewlekariya elektronîk de, têgeheke girîng hatiye danîn ku ev e: Hişyarî+parastin=ewlekariya înternêtê. Ango hişyariya bikarhêner nebe lê parêzbendiya wî hebe dîsa jî bêkêr e. Divê her du têgehan bi cih bîne qene bikare ewlekariya elektronîk heta radeyekê misoger bike.

Diyar Sadî