Fawaz Husên di romana xwe ya "Heftiyeke Dirêj Li Amedê" de rewşeke panoramîk ya Kurdistanê radixîne ber çavan û bandora bûyer û guhertinên li herêmê rû dayî ya li ser civakê bi çîrokên karakterên romanê eşkere dike.
Helbet hûner karê hurguliyên nebînayî, eşkerekirina rastiya di bin perdeya mijê de ye û pêwistîya wê bi şiyanek xwedawendî heye. Jixwe sêhrek, esrarek di murekkeba pênûsê bixwe de heye û sûflorek wenda bi hemû hêz û heybeta xwe nivîskarî dehf dide ku bêyî ku xwendevan pê bihese mebesta xwe li ser rûyê kaxezê nexş bike.
Nivîskar dehlîz û korîdorên tarî yên xaçepirsa jiyanê bi hûnera xwe estetîze dike, bi şêweya vegotinek cihêreng dixemilîne û peyama xwe bi kod û sembolên hilbijartî der dike. Şêweya vegotinê çendî bi hêz be û karakterên romanê di giyanê berhemê de çiqas wenda bibin roman ewçend serkeftî dibe.
Fawaz Husên di romana xwe ya navborî de kevir, kûçeyan, kulî û çûkan dide axavtin û rih berdide ser giyanê mirî û saxan. Di her kolana Keleha Navîn ya Amedê de çîrokek zindî û dîrokek mirî heye. Nivîskar di vê ger û geşta çîrokan de xwendevan noqî deryaya Dîrokê dike.
Di tevahiya berhemê de çav û awirên tûj yê çavdêreke zêrevaniyê li sosyolojiya bajêr dike. Ji aliyekê ve birînên şer û trajediya koçberiyê, li aliyê dî « şildim bildima » zimanê Tirkî ya seranser rih û giyanê kurdewariyê li bin gûhên Keleha Amedê êxistî nivîskar gelekê diêşîne. Karakterên weke Nûrellah Ozturkdemir ê li Xana Hesen Paşa ku di romanê de weke civaknas û dîroknivîs hatiye pênase kirin qaşo ew buyerên girîng yên di tevna civatê de rû didin qeyd dike nîşan û nimûneya deformasyona giyanê kurdewariyê ye. Ji devê vî karakterî tê bihîstin ku zimanê kurdî zimanê gundiyan û nexwendeyan e. Nivîskar ji wê rewşê pir bi nîgarene û li serlehengê romanê dide gotin.
Li payitextê Kurdistanê, pênç kes nîne qîm û baweriya xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bîne û bi wî zimanî deng bike ev nakokiyek beloq e lê di deftera dîroknivisî de cih nagire. Her wisa mijara çilmisîna zarokên kurdan jî ji ber zêdebûna zanyariyên girîng di wê deftera gunehan de nabihûre.
Nivîskar lehengê sereke yê romanê li bajarê Qedîm û dîrokî kolan bi kolan, derî bi derî, digerîne. Digel ku saw û tirsek a biyanibûnê dilê Ferzend dagîr kiriye û gupegûpa dilê wî ye dema li kolanên teng yên Amedê digere, firîşteyek li ser milê wî didane û wî ji hemî bêyomiya bajêr û awirên xêrnexwazan diparêze.
Ferzendê Amûdî geh li Keleha Navîn geh li ser Birca Bizinê ye û henaseyên kelegerma bajêr hildikişe canê xwe, geh li ber Minareya Çarling daxwaz û mirazên xwe yên baskokirî dimeyîne û li ser ava Dicleyê li ber Pira Dehderî rûdine û li kevan û stûnên wê temaşe dike.
Hêza çavdêrî û têbiniyên nivîskarê jîr li ber pêlên peyva rewan û zimanê herikbar romanê radike ser piyan û çêj û tahma zimanê kurdî ji nişka ve govendê digerîne. Nivîskar dema şayesindina xembariyê dike vê hevokê bi lêv dike;
"Dêm û lêvên wê bûbûn weke erdekê ku ji dehên salan ve baran nedîtibû û şewqek tarî herdu kortên çavên wê ji xwe re kiribûn navnîşan". Li gor baweriya min bi tenê ev hevok hêza zimanê kurdî û jîrbûna nivîskarê romanê dipeyitîne.
Ferzendê Amûdî carinan dil dibije şarê Amedê û weke bajar dişibîne Amûdê lê wî biryar daye ku bi tenê şevekê li ber sînor temaşeyî lampe û ronahiyên bajarê zarokatiya xwe Amûda Sofî Elî û Ehmedê Dîn bike û şevekê li vir biborîne, piştre, li kû re zirav dibe bila li wir biqete. Digel daxwaza çûnê ya li ber sînor tiştek heye ku dest û piyê lehengê romanê girê dide û heta ku ew vî barî ji ser milê xwe nedane nikare Amedê terk bike.
Di tevna buyeran de, buyerên ku di romanê de diqewimin, darek, « Dara Qederan » Ferzendê Amudî ber bi Keleha Navîn ve dikişîne kû li nêzî wê derê Mîrza û dayika wî Besna dijîn. Mîrza kurê Fermanê Evdê û Besnayê ye û bi eslê xwe ji Gundikê Melî ye. Gundikê Melî gundeke li ber sîngê çiyayê Cûdî li dor Şirnex û Cizîrê ye. Ferman di temenê xwe yê şanzdeh salî de tevlî refên « Tevger » ê bûye û keça wî Perwane jî li pey şopa wî ketiye.
Di dawiya berhemê de, romana Ferzendê Amûdî û Fermanê Evdê yê Gundikî diqede lê romana Mîrza hîn nehatiye nivîsîn.
Romana "Heftiyeke dirêj li Amedê" bi mijar, tevna bûyer û temaya xwe ve ji romanên dî yên Fawaz Husên cidatir e. Bi baweriya min, romana herî serkeftî ya Fawaz Husên pencereyeke nû li jiyanê vedike û mij û gumanbariya li ser hişmendiya kurdan zêdetir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse