Tirkiye hêdî hêdî yekane dostê xwe ji dest dide!
Hefteya borî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu li bajarê Mêrdînê, behsa bîranînekî xwe kir û got, ‘min carekî li bajarê Silêmaniyê di civînekê de çend peyvên kurdî gotin, ew kesên li wir bûn rabûn ser piyan, çepik lêdan û ji ber kêfxweşiyê hêsir ji çavên wan hat’… Rast e, ez jî li wir bûm. Ew bûyer sala 2013ê rû da. Lê ez bawer nakim êdî rayedarên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê rastî karvedanek wisa bên çimkî dostaniya Hewlêr û Eneqer di bin metirsiyê de ye.
Siyaseta “sifirkêşe” ya hikûmeta AK Partiyê tenê li Herêma Kurdistanê bi ser ket. Lê bi qasî ku ez dibînim, hêdî hêdî Tirkiye yekane dostê xwe li Rojhilata Navîn, ku Herêma Kurdistanê ye, ji dest dide!
Du sebebên bingehîn ên vê yekê hene: Ya yekemîn ew e ku di şerê DAIŞê de û dema terorîstên DAIŞê havîna 2014ê pir nêzîkî Hewlêrê bibûn û tenê 15 xulek mabû Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ya ku Recep Tayyip Erdogan ji bo vekirina wê sala 2012ê serdana Hewlêrê kiribû, bigirin, tiştek nekirin. Wê demê Tirkiye li dû hemûyan hat hawara Kurdistanê. Lê Amerîka û Obama di nav 24 saetan de ew êriş û tehdîd şikandin.
Piraniya gelê Kurdistanê û rayedarên Hewlêrê şok bibûn û digotin, ma ne Tirkiye dostê me yê nêzîk bû, çima nehat alîkariya me! Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, li ser vê yekê ji Rûdawê re gotibû, piştî DAIŞê êrişî Kurdistanê kir me pêşiya her kesî daxwaza alîkariyê ji Tirkiyê kir lê mixabin wek pêwîst bersiva me nedan!
Sebeba duyemîn a ku dihêle êdî gelê Kurdistanê mîna berê li Tirkiyê nenêrin, ev kirîza aborî ye ya ku ji ber şerê DAIŞê û daketina nirxa petrolê pêsîra Kurdistanê girtiye. Ev 5 meh in Hikûmeta Kurdistanê nekariye mûçeyê karmendan bide û tirsa wê heye xelk li dijî hikûmetê rabin. Kurdistan yek ji bazarên herî mezin ên Tirkiyê ye, ji ber ku asta bazirganiya Kurdistanê bi Tirkiyê re gihîştibû 8 milyar dolarî. Nêzîkî 1300 şîrketên Tirkiyê li vê herêma Iraqê kar dikin.
Gelê Kurdistanê dipirsin; Tirkiye li kuderê ye? Ma ne dostê me bû! Partiyên opozîsyonê bi tirrane dibêjin; Tirkiye çima alîkariya dostê xwe yê nîzîk nake?! Di kirîza aborî de jî Enqere alîkariya Hewlêrê nake û heta razî nîne deyn jî bide!
Ji ber van du sebeban, gelê Kurdistanê êdî mîna berê baweriya xwe bi Tirkiyê nahîne û dibe ku Hikûmeta Kurdistanê jî êdî ji ber guvaşa gel nekaribe mîna berê bi Tirkiyê re dostaniyê bike. Ji ber wê jî belkî neçar bimîne berê xwe bide Bexdayê yan jî Îranê!
Eger dostaniya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nemîne wê çaxê: Îran dê zêdetir nifûzî nav Kurdistanê bike, zemîna vê jî heye çimkî Îran yek ji wan welatan bû ku di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge kir. Yek ji encamên din ên nemana dostaniya Tirkiye û Kurdistanê, bihêzbûna PKKê di nav Başûrê Kurdistanê de ye, çimkî li gorî agahiyên rayedarên Kurdistanê, di heyama 2 salên borî de bi sedan xortên Başûrî tevlî PKKê bûne. Her wiha tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinên sala 2017ê yên Kurdistanê de pêgeha PKKê li nav Parlamentoya Kurdistanê de bihêz bibe. Di hilbijartinên berê de ti carî partiyên nêzîkî PKKê nekarîbûn derbasî parlamentoyê bibin.
Tirkiye ji bo ku bikare baweriya gelê Kurdistanê bikşîne aliyê xwe, tenê rêyek li pêşiyê wê heye, ew jî ew e di kirîza aborî de alîkariya Kurdistanê bike û dostên xwe ji hêrsa gel rizgar bike.
Tê bîra min ku Davûtoglu di wê civînê (Silêmaniyê) de gotibû, ‘pêwîstiya me bi ziman nîne ji bo axaftinê çimkî em bi zimanê dilê bi hev re dipeyîvin’. Lê li gorî min gel pir bê zar û hêrs bûye û êdî gotin û qise jê re bê wate ne lewma li benda pratîkê ye ji dostên xwe.