Sererastkirina budceya sê salî ya Îraqê û penda Pîremêrd
Amadekirina yasaya budceya sê salî ya Îraqê salekê dom kir. Di nîveka sala 2023yan de hat pejirandin û ji ber ku gelekî tevlihev bû negihişt 2023yan. Sala 2024an jî bi wê yekê derbas bû ka çawa wê sererast bikin.
Di dawiyê de dengdana li ser hemû made û biryarên sererastkirî ket sala 2025an. Hetanî ku tevdîrên bicihanîna sererastkirinê jî jî bên wergirtin, 2025 dê bi dawî bibe. Bi vî awayî wê bandora wê nemîne û nikare were cîbicîkirin.
Beşeke sererastkirinê têkildarî radestkirina petrola Herêma Kurdistanê û firotina wê ji aliyê Kompanyaya SOMOyê ve ye. Heta ku şirketên petrolê bi xwe bikevin û hilberîna xwe zêde bikin û peymanên nû bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê re çêbikin, demeke dirêj divê.
Ev yek penda Pîremêrdê helbestkar a ku dibêje "Kevirê nezan bavêje nav avê, bi sed aqilmendan dernakevê" tîne bîra mirov.
Lê ji gelek aliyan ve, pejirandina sererastkirina madeya 12an a budceyê, xaleke girîng e ji bo kerta petrolê ya Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî ku di meha 3yê ya 2023yan de hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawestiya û pîşesaziya petrola Herêma Kurdistanê rastî şokeke mezin hat.
Di meha 2yê ya 2022yan de, Dadgeha Bilind a Federal yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê wek nedestûrî bi nav kir û rê xweş kir ku di destpêka 2023yan de Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê giliyekî kevin ê Wezareta Petrolê ya Îraqê ya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê hinartina serbixwe ya petrolê, di berjewendiya Hikûmeta Îraqê de yekalî bike.
Dema ku Parlamentoya Îraqê di meha şeşê ya 2023yan de budceya sê salî qebûl kir, nîşe û rexneyên nûnerên Kurd di Parlamentoya Îraqê de li ser benda (c) ya madeya 12an herî kêm bûn ku têkildarî awayê qerebûkirina Herêma Kurdistanê bû li şûna radestkirina petrola xwe ji bo SOMOyê.
Bendê diyar kiribû ku navîniya mesrefa hilberîna petrolê li Îraqê ji bo qerebûkirina mesrefên hilberîn û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 6 heta 7 dolaran bû, bike pîvan.
Herêma Kurdistanê ji ber cudahiya sîstema peymanên xwe nikarîbû bi wê mesrefê petrolê hilberîne û radestî Bexdayê bike. Belaweliya aliyên Kurdistanî di dema qebûlkirina budceya 2023yan de bû sedem ku xerabtirîn bend û made li ser Herêma Kurdistanê bên sepandin.
Li gel vê jî piştî qebûlkirina budceya 2023yan, aliyên Herêma Kurdistanê ev wek destkeft bi nav kir û li ser televîzyonan digotin ji vir û pê ve bi trilyon dînaran ji Bexdayê dê ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin, lê wisa derneket.
Budce ew qasî xerab bû ku Dadgeha Federal a Îraqê diviyabû biryarekê bide ji bo derxistina mûçeya mûçexwerên Herêma Kurdistanê ji yasaya budceyê. Her wiha Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê jî dehan car civiyan û hewleke zêde dan da ku Parlamentoya Îraqê bi rastkirina çend bendan û di rastiyê de çend peyvên nav yasaya budceya sê salî razî bikin.
Bi gotina Birîkarê Berê yê Wezareta Petrola Îraqê Fazil Nebî, eger Bexda bixwaze ew qas bombeyên din di nav yasaya budceyê û tewra sererastkirina yasaya budceyê û xişteya nû ya budceyê de hene ku her dikare şandina para budceya Herêma Kurdistanê asteng bike.
Pirsgirêk ew e ku di bingehê de Îraq petrola Herêma Kurdistanê naxwaze. Nikare bi hêsanî qebûl bike ku dikare ji petrol û gaza Herêma Kurdistanê sûdê wergire. Amade ye gaza xwezayî ji derve bîne, lê ne amade ye li hebûna yedekeke qerase ya gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê mikur were. Her ji ber vê yekê ye jî ku qebûlkirina yasaya petrol û gaza federal 20 sal e paş xistiye.
Bexda ne dixwaze lihevkirinê li ser dariştina projeyasayeke wiha bike û ne jî dixwaze yasayeke wiha hebe ku desthilata herêman di kerta petrolê de diyar bike. Bexda di birêvebirina samana petrol û gazê de bi navendîtiyê bawer dike.
Ne cihê matmayînê bû dema ku di meha duyem a sala 2024an de, dîsa Dadgeha Bilind a Îraqê biryar derxist ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dahatên xwe yên petrolê radestî Bexdayê bike.
Asoyek ji bo vejandina pîşesaziya petrolê
Eger bi her sedemekê be, bo mînak guherînên ku piştî şer li Rojhilata Navîn çêbûne, nemaze ketina desthilata Esed û vegera Donald Trump, hikûmeta Îraqê bi niyet be li ser pirsgirêkên navbera xwe bi Herêma Kurdistanê re li hev bike û derfetê ji bo vejîna Herêma Kurdistanê bixe ber dest, wê demê îhtimal heye ku rê li ber hinartina petrola Herêma Kurdistanê veke.
Di dawiya 2024an û destpêka îsal de, du biryarên yasayî yên girîng derketin ku dikin rê ji bo vekirina pîşesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê xweş bikin. Ya yekem biryara Dadgeha Pêdeçûnê ya Îraqê ye ku giliyên Wezareta Petrolê ya Îraqê red kir û peymana 9 şirketên petrolê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî yasayî bi nav kir.
Biryara yasayî ya duyem ji aliyê Parlamentoya Îraqê ve hat dayîn, li wê gorê ku mekanîzmeke nû di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji bo hilberîn û firotina petrola Herêma Kurdistanê pêşniyar dike.
Şirketên petrolê dikarin veberhênana zêdetir di kêlgehên xwe de bikin û bi lez asta hilberîna xwe bilind bikin heta nêzîkî 400 hezar bermîlan.
Danîna şirketeke şêwirmendiyê ji bo hejmarkirina mesrefa rastîn a hilberîn û veguhastina petrolê jî dikare şirketan han bide ku di veberhênan, hilberîn û hinartina petrolê de berdewam bin.
Astengî
Bi tesadufî, her dema ku derfetek ji Herêma Kurdistanê re ji bo hinartin an firotina petrolê çêbûye, bihayê cîhanî yê petrolê di daketinê de bûye.
Ti yek ji bank û navendên darayî yên mezin ên cîhanê pêşbîniyeke baş ji bo bihayê petrolê di vê salê û sala bê de nakin.
Banka Cîhanî, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê, Banka Goldman Sachs û Banka JP Morgan pêşbînî kirine ku bihayê petrola Brent di vê salê û sala bê de zêdetirî 75 dolarî nabe.
Eger Brent bi 75 dolarî be, tê wê wateyê ku bihayê navîn ê petrola Îraqê nêzîk an kêmtirî 70 dolarî ye ku di budceyê de hatiye danîn û bi vê yekê jî Îraq rastî kurtanîna budceyê tê.
Ji aliyekî din ve, li gorî lihevkirina dawî ya OPEC Plusê, Îraq heta meha sêyem a îsal dikare heta çar milyon bermîlên petrolê hilberîne û jê bi şûn de heta dawiya sala 2026an dikare mehane nêzîkî 10 hezar bermîlan li hilberîna xwe zêde bike û herî zêde bigehîne çar milyon û 220 hezar bermîlan.
Daketina bihayê petrolê şirketan ji veberhênana zêdetir di kêlgehan de poşman dike. Astengiyên OPEC Plusê jî pirsgirêkan ji bo Îraqê çêdikin û wê ji wê yekê sist dikin ku di zêdekirin û bilindkirina asta hilberîn û hinartina petrola Herêma Kurdistanê de berdewam be, nexasim ku mesrefa wê jî ji bo Îraqê li gorî kêlgehên din ên li başûrê wî welatî zêdetir dibe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)