Nasnameya Kurdistanî bi paşguhkirina dîrokê ji holê ranabe

Kameran Hacî Ebdo

Pirsa nasnameya neteweyî û cografyaya dîrokî li Sûriyeyê, yek ji wan mijarên herî aloz e ku pêwîstiya wê bi nêzîkbûneke zanistî û hûr heye.

Sedemên demografîk, siyasî û dîrokî di avakirina rewşa niha de roleke mezin lîstine.

Di vê çarçoveyê de, nîqaşên li ser navkirina navçeyên bakurê Sûriyeyê balê dikişînin.

Bi taybetî ew herêmên ku ji Dêrikê ya li rojhilat heta Efrînê ya li rojava dirêj dibin û di Qamişlo, Serê Kaniyê, Girê Spî û Kobaniyê re derbas dibin.

Ev nîqaş ji navkirinekê derbas dibe û digihîje kûrahiya nakokiya li ser nasname û aidiyetê.

Kurdstanîbûna herêmê û rastiyên dîrokî

Tekezkirina li ser Kurdistanîbûna van herêman, nayê wateya dîtineke kêmkirî ya ku li ser bingeha nijadê pak hatiye avakirin. Ev yek pişta xwe bi zanyarî û belgeyên dîrokî û cografîk girêdide.

Ew belge nîşan didin ku ev cografya bi sedsalan e beşek ji nîştiman û cihê jiyana Kurdan e.

Kurd bi berdewamî li van herêman niştecih bûne û her wiha di serdema Osmaniyan de ev herêm di çarçoveya mîrnişînên Kurdan de bûn.

Yek ji wan jî "Mîrnişîna Mendî" ya Kurdî bû ku desthilat û hegemoniya wê digihîşt beşekî Îdlib û Hemayê.

Lewma nasnavê "Kurdistanîbûn" li vir wekî navekî dîrokî û cografîk e ku kûrahiya pêwendiya mirov û cih nîşan dide. Ev yek qet nayê wateya înkarkirina hebûna pêkhateyên din ên li wê herêmê.

Tevlîheviya demografîk nasnameyê nasire

Ji vê nêrînê ve, anîna hinceta tevlîheviya neteweyî ji bo înkarkirina hebûna Kurdistanê ya li Sûriyeyê, ji aliyê analîtîk ve kêm e. Çimkî tevlîhevî û cihêrengiya neteweyî li herêmekê, di piraniya civakan de diyardeyeke xwezayî ye. Ev yek ne merc e ku bibe sedema jêbirina nasnameyên dîrokî.

Em dikarin vê yekê bi mînakeke berawirdî zelal bikin: Hebûna hejmareke zêde ya Kurdan li bajarê Şamê, nabe sedema înkarkirina sîma û nasnameya wê ya Erebî ya dîrokî.

Çimkî nasnameya cih li gorî çarçoveya wî ya dîrokî û çandî ya demdirêj tê diyarkirin, ne tenê li gorî dabeşbûna niha ya niştecihên cih.

Bi heman pîvanê, hebûna Ereban an neteweyên din li herêmên Kurdan di warê dîrokî de, nasnameya Kurdistanîbûna wan herêman venaşêre. Berovajî wê, ew nîşaneya cihêrengî û piralîbûna li wan herêman e di çarçoveya wan a dîrokî de.

Dîtinên siyasî û xetera li ser nasnameyê

Di vê çarçoveyê de, divê mirov li ser daxuyaniyên hinek aktorên siyasî raweste ku di nav wan de Sîpan Hemo jî di hevpeyvîneke xwe ya dawî de dîtineke wisa anîbû ziman.Ew dîtinekê tînin ziman ku navkirina her herêmeke Sûriyeyê bi nasnavê 'Kurdî' red dikin.

Lê ev têgihîştin, dema tê analîzkirin me ber bi rewşeke aloz ve dibe. Çimkî rê ji bo paşguhkirina rehenda dîrokî ya nasnameya Kurdî li van herêman vedike.

Bi awayekî nerasterast zemînê xweş dike ku cografya bi awayekî ku li dijî rastiyên dîrokî be ji nû ve were pênasekirin. Ev nêrîn, ji aliyekî ve girêdayî wê çarçoveya îdeolojîk e ku hinek aliyan bi dehan sal in girtine ber xwe.

Ev yek bi navê darestina nasnameya Kurdî di çarçoveya projeyekê de ye ku ew bi xwe jê re dibêjin "li derveyî projeya neteweyî ya klasîk".

Ev rêbaz di gelek kiryaran de xuya bûye ku dest davêjin sembolên bingehîn ên nasnameya Kurdî. Ji aliyekî ve Alaya Kurdistanê wekî semboleke komker a neteweyî red dikin.

Heta di gelek deman de dijayetiya wê hatiye kirin û li hemberî kesên ku wê bilind dikin jî tundî hatiye bikaranîn. Ev yek nîşaneya helwesteke neyînî ye li hemberî yek ji diyardeyên herî berbiçav ên nasnameya neteweyî.

Guhertina navan: Ji Pêşmergeyan heta Kurdistanê

Hewla vê rêbazê gihîşt asta guhertina navê “Pêşmerge”yan jî. Ev nav xwediyê cihêkî mezin û kûr e di hişmendiya Kurdî de û bi dîrokeke dirêj a xebat û qurbaniyan ve girêdayî ye.

Navên cihgir jî ji mohreke din a îdeolojîk hatine çêkirin. Ev yek wekî hewlekê ye ji bo avakirineke cuda ya bîra xebatê ku li gorî dîtina vê rêbazê be. Vê yekê jî gelek pirs li ser bandora vê guhertinê ya li ser têkdana domdariya stûna sembolên dîrokî di hişmendiya civakî de derxistin holê.

Ev rêbaz tenê bi guhertina sembolan ranaweste, her wiha navê cografyaya Kurdî jî diguhere.

Bi awayekî ku navên wekî “Rojava” û “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” dixe şûna navê “Kurdistan”ê. Têgeha “Rojava” wekî derbirîneke cografîk a giştî dixe şûna navê welatekî. “Rojava” bêyî diyarkirina cih û erdê ti wateyeke cihî û cografîk nade û ev yek rê vedike ji bo navkirinên bêyî nasnameyên wan ên neteweyî û cografîk.

Dûrî arasteyên siyasî yên vê rêbazê, ev yek dibe sedema paşguhkirina rehenda dîrokî ya nasname û navê Kurdistanê. Her wiha pêwendiya sembolîk a di navbera gel û xaka wî de lawaz dike.

Parastina nasnameyê divê çawa be?

Li vir pirsgirêkeke dîrokî ya din jî heye, ew jî nakokiya di navbera siyaseta vê rêbazê û coşdana ciwanên Kurd a di rabirduyê de ya bi dirûşma neteweyî ya "Rizgarkirin û Yekxistina Kurdistanê" ye.

Ew qurbaniyên ku ji bo vê projeyê hatine dayîn, nikarin ji wê çarçoveya sembolîk werin veqetandin ku vê rêbazê ava kiribû.

Her hewleke ji bo ji nû ve pênasekirina vê çarçoveyê, pêwîstî bi guftûgoyeke rexneyî heye li ser asta hevahengî û guncaniya di navbera dirûşm û kiryaran de.

Serederîkirina bi vê pirsê re, pêwîstiyê bi veqetandina navbera du astan dike: Asta demografîk a pirneteweyî û asta rastiya dîrokî ya cih.

Çimkî pirneteweyîbûna niştecihan dîroka neteweyî ya ti cihî nasire. Her wiha divê projeyên siyasî yên hemdem jî nebin sedema jêbirina bîra dîrokî ya neteweyekê.

Ew herêmên ku ji Dêrikê heta Efrînê dirêj dibin, Kurdistanîbûna xwe diparêzin wekî berhema kombûneke dîrokî ya demdirêj.

Di heman demê de parastina sembolên neteweyî, ji al û navkirinên xebatgêrî, wekî hêmaneke bingehîn dimînin ji bo parastina nasnameya gel û garantîkirina berdewamiya wê li hemberî guhertinên siyasî yên bilez.

Li jêr ronahiya tiştên ku qala wan hatine kirin, eşkere dibe ku pirsgirêka nasnameyê li Rojavayê Kurdistanê nikare di çarçoveya dîtineke înkarker an paşguhker de were kurtkirin.

Pêwîstiya wê bi xwendineke dîrokî ya rexneyî heye ku hevsengiyê di navbera cîgiriya kûrahiya dîrokî û pirbûna niha de çêbike.

Zemîneke wiha pêwîst e ku dûrî bikaranîna îdeolojîk a ji bo ji nû ve avakirina cografyayê be ku ji çarçoveya xwe ya dîrokî qut nabe.