Peymaneke din bi Bexdayê re


Peymana Hewlêr û Bexdayê di dawiya par de li ser firotina petrol û budceya Herêma Kurdistanê bû yasa di nav yasaya budceya Iraqê ya sala 2015 de. Li gorî vê yasayê, her aliyek pabendî peymanê nebe, ji mafê aliyê din e tedbîrên din pêk bîne bo misogerkirina budceya pêwist.

Ji destpêka îmzekirina peymanê, pirraniya aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê di wê baweriyê de bûn ku zehmet e ev peyman di pratîkê de bê cibicîkirin. Çimkî ezmûna desthilatê li Bexdayê nîşan dide ku li Iraqê qet pabendbûna bi yasa û peymanan nayê dîtin.

Li gorî belgeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr pabend e bi peymana ku bi Bexdayê re îmze kiriye û karîbû di meha borî de bêhtir ji wê rêjeya petrolê ku jê re hatibû diyar kirin (550 hezar bermîlên petrolê di rojekê de) radestî şîrketa SOMOyê bike. Lê Bexdayê nikarîbû rêza îmzeya xwe li ser peymanê bigire û pereyên destnîşankirî bişîne Kurdistanê.

Yanî li gorî yasaya budceya Iraqê ya sala 2015, Hewlêr dikare pabendî peymanê nebe û mafê wê heye li çareseriyeke din bigere bo firotina berhemên xwe yên petrolê û misogerkirina budceya pêwist. Lê kurd dixwazin derfeteke din bidin serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Lê derfeteke çawa? Yan divê Bexda pabendî vê peymana ku niha heye bibe yan dariştin û îmzekirina peymaneke nû. Diyar e peymaneke nû tê wateya ku kurd bikarin petrola xwe berhem bînin û bi rêya boriya petrolê ya Kurdistan – Ceyhan bifiroşin şîrketa SOMO û pereyên petrola firotî ji hikûmeta Iraqê (wek kiryara petrola Kurdistanê) werbigirin.

Bi dîtina min her du eynî tişt in, lê navnîşana wan cuda ye. Çimkî îmzekirina peymanê bi Bexdayê re ti garantiyekê naxe destê kurdan. Eger hilweşandina vê peymanê nêzîk bûye, divê kurd li peymaneke din bi Bexdayê re nefikirin, lê divê Bexda li peymaneke din bi Hewlêrê re bifikire. 

Çimkî eger Bexda bibe sedemê hilweşandina vê peymanê, êdî nikare gefa bikaranîna yasayên xwe li dijî şîrketên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin bike. Li gorî yasaya budceya îsal a Iraqê, ji mafê kurdan e petrolê bifiroşin şîrketên biyanî bo dabînkirina budceya xwe.

Herwiha di aliyê aborî de, kurd amade ne dev ji vê peymanê berdin. Çimkî asta hinartina petrolê (650 hezar bermîl di rojekê de) dikare mûçeya karmendan peyda bike û di siberojeke nêz de vê rêjeyê bilind bike ku bikare budceya xwe ya salane misoger bike.

Pêwist e kurd pişta xwe bi îmzeyên Bexdayê germ nekin. Divê kurd bêhtir ji aliyên din mîna Amerîka û Ewropayê nêzîk bibin. Çimkî bandora van aliyan li ser kurdan heye û wan hişt kurd vê peymanê bi Bexdayê re îmze bikin û pabendî wê bin.

Divê vê carê serkirdatiya kurd hewldanên xwe zêde bike bo razîkirina wan dewletan da zextê li ser Iraqê bikin da kurd bikarin rasterast petrola xwe bifiroşin û pereyên petrola firotî rasterast ji şîrketên kiryar werbigirin. Nabe kurd hewl bidin peymaneke din a pûç bi Bexdayê re îmze bikin.

Çimkî kêşeya kurdan ne li ser cûreyê peymanan e, lê kêşeya kurdan bi wê mentalîteyê re ye ku niha Iraqê bi rengekî takekesî, mezhebî û li jêr fişar û kartêkirina welatên derve birêve dibe û yasa û destûrê piştguh dike.