Başûr; Çareserkirina pirsan yan qeyrana siyasî?

 

Ev demeke li Başûr bi hevkariya partiyan, xebata makezagona nû heye. Lê ew bi gengeşeya li ser rêbaza hilbijartin û erkên serokatiyê ve aliqî ye. Heya ku hinek hewl didin, bûyerê bizivirînin kampanyeke li himberî serokatiya Mesûd Barzanî. Çapemeniya înternetê, bi şîroveyên bi wî awayî tijî ye.

 

Bi rastî fêmkirina bûyerê, ji bo me yên nebaşûrî zehmet bû. Paşxana bûyerê hebû, lê me ew nedidît? Bûyereke asayî ye? An hinekan bi qestî ew dikelandin û berê wê didan korerê û qeyrana siyasî?

 

Ev bi rasthatinî ne?

 

Kes û kom hene, ku bûyerên dawî yên Bakur (encama hilbijartinan) û

Rojava li dijî rêvebiriya Barzanî şîrove dikin. Bi demî hevgirtina gengeşê û çûnûhatina Barzanî bo welatên Kendava Ereban, balkêşiyek e. Gelo ew serdan, hin dewletan aciz dikirin? Ji ber ku desthilatên wan welatan, Sunnî ne û bi Tehran, Bexda û Şamê re di nav nakokiyên jehrînî de ne. (Bi boneyê divê bêjim: DAIŞ, ji gellek sedeman berhema desthilatên Kendava Ereban e. Dîplomasî erê, lê ez nikarim ti tevkariya wan dewletan bo doza kurd bidim ber çavê xwe).

 

Ya balkêştir; gengeşê û bo dewletbûnê daxuyaniyên Barzanî, di heman demê de dibin. Gelo mebesta gengeşê, rêliberbirina xebata dewletbûnê ye? An daxuyaniyên dewletbûnê, bi mebesta veşartina girîngiya mijarên gengeşê dibin?

 

Di bûyerê de rola dînamîzên navxweyî

 

Ji ber êş, berxwedan û serkeftiyên wê, ji ber derfetên aborî û hêviyên ku ew dide, Başûr her tim di rojeva me de ciyekî navendî digre. Lê ji ber destbelavî, xemsarî, partîtî û gendeliyê, ew hedefê rexneyên me ye jî.

 

Ew, êşên duh zû ji bîr dikin. Berpirsiyariyên li himberî beşên din bi hêsanî dikarin piştguh bikin. Maf û rêzikên bingehîn ên navneteweyî, bi nav û heya ku bi zagonî dipejirînin, lê di pratîkê de ji fêmkirin û navxweyîkirina wan nirxan hê gellek dûr in.

 

Gava Başûr statukoya 1991ê bi dest xist, bi pirsgirêkan tijî bû. Mijara ziman û zaravayan, mijara alfabeyê, cudahiyên herêmî, nebûna bajarvanî, jiyan û tevgera sivîl û li ser wan cudahî û qelsiyan hebûna partiyan û nakokiyên wan...

 

25 sal ne hindik in. Diviyabû bi kampanyayeke dijwar; ziman û girseyên herêmên ji hev dûrketî, eşîr û partî, di nav hev de biheliyan. Diviyabû, dibistan, zanîngeh, artêş û dezgehên dewletê, heya yaneyên sporê, bibûna hêlîna wê guhertinê.

 

Di civakên sivîl de, partî ji bo berjewendiyên komên cuda hene. Li Kurdistanê hebûna partiya Tirkmenan, Asûriyan, îslamî an ya gundî û karkeran, tê fêmkirin. Lê li ser cudahiya herêm û zimanên yek netewê, li ser pêşdarazî û neyartiyên berê hebûna partiyan, nayê fêmkirin. Ew nîşana qelsiya hişmendî û tevgera netewî ne. Em dikarin bêjin ku di rakirina wê qelsiyê de Başûr, ne serkeftî ye.

 

Gellek welatên dinê, ew pirs bi serfirazî çareser kirine. Potansiyela kurdan û derfetên Kurdistanê, têra çareserkirina wan pirsan dikir û dike. Lê me çi kir? Me mînakên xelet weke Dubey, Qeter û Kuweytê şopandin. Bi rastî, ew mînak li Kurdan qet nayên. Ji ber ku ew dewletên malbatan e û tenê li ser petrolê û bi parastina dewletên mezin hene. Berovajiya wan, Kurdistana Başûr neteweke mezin e, xwedî mîrateke hêja ya berxwedanê û taybetmendiyên serfiraziyê ye. Lê me dev ji wê mîratê berda, me xwe spart petrolê tenê.

 

Petrol bû sedemê gêjbûn, hesûdî û gendeliyê. Me mirovahiya xwe ji bîr kir. Me çareserkirina pirsgirêkên jorê ji bîr kirin. Kes û kom dewlemend bûn, lê civak hêjar û netew qels ket.

 

Ma tevî rewşa defacto jî, petrol hê ne bi biryara Bexdayê ve girêdayî ye? Ma bêyî serxwebûnê, çi wateya wê dewlemendiyê heye? Em ji gellek mînakên derdora xwe baş zanin, bêyî ewleyiyen netewî, ka çi tê serê dewlemendên petrolê...

 

Ma petrol nebûya jî, wê Kurdistanê serxwebûn heq nekira? DAIŞê, em di xew de girtibûn. Ma sedem ne qelsiya hişmendiya netewî û hişgiranî ya encama devjixweberdan û gendeliyê bû? Me jê têr fêr girtiye?

 

Zexmkirina avahiya netewî hê mijara sereke ye

 

Ji gengeşeyê bendewariyên aliyan çi ne? Mijarên gengeşeyê têrê dikin? Ew gengeşe, li rewşa îro tê? Çi be jî; divê mijarên jorê, bi awayekî lezgînî werin rojevê. Ji ber ku çaresernekirina wan, civakê dadide.

 

Zelaliya rêvebiriya serokatiyê, li ser hatiniyên petrolê, lêçûnan, lijne an dezgeha ewlehiya netewî û avakirina artêşa netewî, çavdêriya parlamenê xweş deng dide. Ez zanim ku şika gellekan ji “demokrasî” YNK û Gorranê heye, ji ber ku di babeta parêzgariya Silêmaniyê de, “feraseta xwe ya demokrasiyê”, baş dabûn der! Wê çawa tevkarî li demokrasiya tevahiyê bikin? Him jî bi çavdêriya Îranê re? Ma ne diyar e, ku tiliya Îranê di çi karê me de hebe, ew li dijê me encam dide.

 

Başûr li dor 5 milyonan e. Mirov nikare wê weke partiyeke, weke eşîrekê bi rê ve bibe. Ew, rêvebiriya civakeke hemdem ji zû ve heq dike. Erê, di mejiyê partiyên me de kurdistanek heye, lê her yek Kurdistana xwe ava dike. Dijminên me jî, ji wê qelsiyê bi zêdeyî sûd werdigrin. Ma êdî ne dema wê ye, ku di mejî de yek û heman Kurdistan hebe?

 

Heke berê gengeşeyê, tenê li dijîtiya serokatiya Barzanî be, ew xefik e û ew encam nade. Ji ber ku di rewşa dijwar ya îro de, girîngiya rola diyarker a Barzanî, derveyî niqaşan e. Lê divê Barzanî bixwe pêşengiya çareserkirina pirsên navborî bike. Divê wêneyekî wiha çênebe, “Barzanî rêgirê çareserkirina wan pirsan e”. Divê angaşta dewletavakirinê, nebe meyneya piştguhxistina wan pirsan. Ji ber ku çareserkirina wan pirsan bixwe, dewletbûn e.


Em ji rêvebirên Başûr gellek caran vê seh dikin: “Dewlet, mafê kurdan e”. Lê êdî dubarekirina wê rastiyê têrê nake, ji ber ku êdî zarok jî wê zanin. A pêwîst, pêşkêşkirina formûl û rê û dirbên serxwebûnê ye.

 

Kî bi çi mebestan mijar anîbin rojevê jî, va formûl ji xwe ve hat piyê me, divê em bikaribin qelsiyên xwe yên navxweyî çareser bikin. Heke ew şiyan bi me re tinebe, divê em dev ji îdîaya dewletbûnê berdin.