Bila Kurd, Jenêvê nekin Lozana duyemîn!

Di yanzdeh Gafan De Danberhevuduna  Jenêv û Lozanê

Dema em li êş û zilma li kurdan hatiye kirin, dinêrin em dibînin ku ji herkesî bêhtir yên ji destê lîstikên kirêt yên tarîxê kişandine, kurd in. Nemaze jî, bi hilweşîna Îmaparatoriya Osmanî û heya damezrandina komara Tirkiyê ev dek û dolabên xayîntiyê û xapandinê li ser serê gelê kurd bi awayekî pelixîner geriyaye. Hin taybetmendiyên kurdan hene ku li ser serê wan bûne bela û ji tiştên wilo re rê vedikin: Nezanî, dilsafî, bêtifaqî û bêserîbûna wan..

Bêguman Lozan ji bona kurdan têkçûyineke têkûz e. Kurd wê demê ji her alî de kêm bûn, qels bûn. Niha piştî 93 salî (Lozan di 24ê Tîrmeha 1923an de hat îmzekirin) îro çerxa tarîxê dîse jî hatiye ser me kurdan sekiniye û dehfika xwe dîsa li ber me vekiriye. Dîsa jî qedera dewleteke kurd lê dijîn û bêmaf in ji aliyê destên biyanî ve tê birîn. Duh Lozan bû, îro jî Jenêv e. Ez bi hemû baweriya xwe dibêjim ku yê ji Lozanê fêm neke, nikare ji Jenêvê bi awayekî serkeftî vegere.  Loma, min hewl da ku, ez herdu civîna di yanzdeh gafî de bidim ber hevudu.

Gafa yekem-  Lozan û Jenêv herdu jî li rex gola Jenêvê ne û herdu jî bajarên Swîsreyê ne.

Gafa duyem- Nifûsa herdu bajaran jî nêzîkî hevdu ye. Ya Lozanê 129.902(2012) ya Jenêvê 188.634(2012) e.

Gafa sêyem- Di navbeyna Lozan û Jenevê de tenê 60 km heye (ev li hevdu çûyîn tenê di mesafeyê de namîne!).

Gafa çarem- Lozan- Berî Lozanê biratiya dînê îslamiyetê û wekhevî ji devê rayedarên dewleta tirk û ji ser zimanê Ataturk bi xwe nehatiye xwahrê. Lê belê piştî Lozanê ji bilî înkarê, leşkerkêşiyên xwînî yên wek ‘tedîp’ û ‘tenkîl’ pêvetir ne biratî ma, ne dîn ma ne jî wekhevî.

Jenêv-3- Berî Jenêvê jî biratiya dînê îslamê û wekheviya gelan ji ser zimanan nayê xwahrê. Lê piştî Jenêv bi dawî bibe – eger kurd qedera xwe bi destê wan de berdin- wê ne biratî, ne welat, ne ziman, ne can û ne jî malê wan bimîne.

Gafa pêncemLozan- Li Lozanê ji bona ku kurdan di bin kontrola xwe de bihêlin nûnerê kurdan(!) ji aliyê Tirkiyê ve hat diyarkirin û hê di roja dudan de civînê dê şeş mehan biajotaya, wek hatibû plankirin, Zulfî Beg hat vekişandin (Wekîlê Amedê yê bêyî hilbijartin rasterast ji aliyê Ataturk ve wek wekîlê Amedê hatibû tayinkirin. Zulfî (Tîgrel) Beg ti eleqeya wî bi kurd û kurdîtiyê re tunebû. Her çiqas ew bi xwe kurd bû jî. Jixwe ji ber wê yekê wek nûnerê kurdan yê Lozanê hatibû neqandin.

Jenêv-3 – Ji bona kurd beşdarî civîna Jenêvê nebin, yê tena serê xwe ber xwe dide û qirika xwe dide ber kêrê dîsa (wek hercar) dewleta Tirkiyê ye. Eger ti encamê bi dest nexin wê di dawiya dawîn de hewlê bidin da ku kesên di bin kontrola wan de bikin nûnerê kurdên Sûrî.

Gafa şeşem- Lozan - Lozanê qedera komara Tirkiyeya nû diyar kir û wek ‘Tapoya Dewleta Tirk’ hat bilêvkirin. Tirkiyê rewabûna xwe bi xêra Lozanê bi dest xist.

Jenêv-3- Jenêv jî dê qedera dewleta Sûrî diyar bike û bêguman hemû pişkên Sûriyê û dahatûya wî welatî wê bi saya vê civînê dirûv bigire û wê çarçoveya ‘Tapoya Sûriyeya Nû’ çixêz bike.

 Gafa heftem- Lozan- Kurd beşdarî civînên Lozanê nebûne (li gafa pêncem binêre) loma ti berjewendî û mafê wan ji aliyê hêzên serdest ve nehatiye guhdarîkirin, nehatiye naskirin û jixwe nebûye madeya peymanê jî.

Jenêv-3- Her çiqas kurdan hewl dan jî, lê axir, piştî gefên Tirkiyê di kêliya dawîn de biryara tevlîbûna kurdan ya bo Jenêvê hat rawestandin. Jixwe mafê wan û hesasiyetên wan jî wê neyê ser masê. Ev pêşîlêgirtina kurdan wê di her platformê de bidome.

Gafa heyştem- Lozan- Di civîna Lozanê de mijara herî germ, kurd û cih û warê wan(Mûsil-Kerkûk- Silêmanî) bû. Bi vê hincetê Crûzon û Kerro(Înonî) gellek carî dev hevdu girtine. Nîqaş û şerên li ser maf, cih û warê kurdan piştî îmzekirina peymanê jî bi dehan salan dewam kir û hê jî dewam dike.

Jenêv-3- Di civîna Jenêvê de rol û statûya kurdan ya girîng û gewre ji her kesî ve xuya ye. Di civîna Jenêvê de dijber û hikûmeta Sûrî li hev bikin jî –ku mafê kurdan li ser masê neyê misogerkirin- pirsa kurd wê piştî Jenêvê jî bi dehan salan bi xwînî dewam bike.

Gafa nehem - Lozan- Kurd wê çaxê ji her alî ve di nav kêmasî û neçaretiyên gellekî giran de bûn û ti şiyana wan nebû ku dengê xwe bilind bikin û bidin sehkirin.

Jenêv-3- Êdî kurd ji her alî ve xurt û hişyar in. Dengê xwe dikare rehet rehet bigihîne her deverê cîhanê. Ji ber şerê DAIŞê hemû hêzên diyarker yên cîhanê giraniyê didin wan û li wan guhdarî dikin, (qe nebe wisan dixuye).

Gafa dehem - Lozan- Lozan, encama şerê di navbeyna hêzên emperyal û gelê Tirkiyê bû. Hê xîlafet û seltenet li dar bû. Yek ji dezavantajên kurdan jî ev bû.

Jenêv-3- Lê Jenêv, encama şerê navxwe yê Sûriyê ye. Ji bona ku şerê navxweyî bi dawî bibe helbet divê li hemû gelên Sûriyê bête guhdarîkirin. Bivênevê di atmosfereke wiha de dengê kurdan wê zêdetir û xurttir derkeve û kurd devê wan şewitiye, bêhtir rasyonel in êdî.

Gafa yanzdem - Duh jî (li Lozanê) îro jî (li Jenêvê) rayedarên Tirk, biçûk be jî, serkeftineke kurdan wek têkçûyina xwe qebûl dikin. Ev gafa dawîn bêguman dê her wisan be. Divê neyê jibîrkirin.

Tarîx, mîna şanoyekê ye. Kel û pelê xwe berhev dike, dide ser pişta xwe û heman lîstikê li gellek dever û demên cuda cuda de dileyîze.  Lîstikvan û temaşevan biguhere jî, lîstik heman e. Di vê serdema em tê de, hê sed sal jî bi ser neketiye, Peymana Aşitiyê ya Lozanê hate îmzekirin (24ê Tîrmeha 1923). Niha çavkaniya hemû pirs û pirsgirêkên kurdên Tirkiyê ji vê peymanê ye, ya ku ji kurdan re ‘aşitî’ neanîye. Jenêv jî, ji her aliyê xwe ve bêguman Lozana duyemîn e.  Lê divê kurd ji tarîxa ku xwe dubare dike, dersê werbigirin û bêyî ku pev kevin û bêtifaqiyê têxin navbeyna xwe, bi yekdengî tevbigerin. Beşdarî Jenêvê bibin jî nebin jî, divê yekdengiya xwe û ahenga xwe biparêzin. Eger wisa nekin, rewşa wan dê mîna rewşa kurdên Tirkiyeyê ya piştî Lozanê be. Divê kurd rê li ber vê bextreşiyê bigirin û Jenêvê nekin Lozana duyemîn.