8ê Adara îsal jî çû, ne tiştek guherî û ne jî tu destkefteke me hebû. Di salê de, tenê rojekê jin ango nîvê civakê tên bîra me ku bandora wan li ser pêşketina tevahiya civakê heye. Nîvê civakê ku bela wela û bê plan ji bo mafên xwe dixebitin û bi jinbûna xwe bawer nakin.
8ê Adara her sal bo jina kurd, nexasim li Herêma Kurdistanê, derfetek e ku mêr bi dirûşmên xwe yên bê kirdar vê rojê ji kîsî me bibin û em jin jî, xwe bi cilên kurdî bixemilînin û di hol û salonên ronîdar de ji mêran re bêjin “erê.”
8ê Adara her sal rojeke wiha ye ku em tê de bêhtir li ser newekheviyê bipeyvin. Lê di pratîkê de, em pir kêm pêngavan bo nehiştina vê newekheviyê davêjin.
Hîn em nikarin ji endamên civaka xwe re bêjin ku 8ê Adarê ne tenê roja jinan e, lê 8ê Adarê roja her mêr û jinekê ye ku xewna wan dirustbûna civakeke saxlem û demokratîk e. Herwiha rojek e bo gihandina peyamên me bo wan mêrên ku heta niha jinê wek xizmetkara malê û têrkirina hewesên xwe yên mêraniyê dibînin.
Bêdengkirina jinan û razîkirina wan ji hêla mêran bi çend mîsqalên zêr, careke din jinan bê maf dike. Lê hişyarbûna me dikare mafên me jî weke yê mêran lê bike. Ev hişyarbûn jî ne bi zêr û salonên nîşandana jinan û cilên xemilandî, lê bi lêkolîn û xwendinê tê pêkanîn. Herwiha hizbîkirina mijarê û bela wela kirina me jinan bo berjewendiyên hizbî ku her roj hizrên dijî jinê di wan de diyar dibin, wekheviyê ji jinan re misoger nake.
Hewldanên wekheviya jin û mêran, di nivîs û tekstên helbestvan û rewşenbîrên rastîn ên heyamên borî de tên dîtin. Van helbestvan û rewşenbîran ji me re gotine ku bi domandina kevneşopiyên dijî jinan ku em bi wan hatine perwerdekirin, em nagihin tu cihî. Lê belê bi komkirina zanyariyên zêdetir û lêkolînkirina pirsên cuda yê jinan û bi hevrêbûna bi pirtûk û zanistê re emê bigihin mafên xwe. Wek ku helbestvan Hêmin dibêje:
Min teşîrêsêkî wek Şîrînî Wefayîm bo çîye?
Kîjî wiryayî çawkirawey fêre zanînim dewê. (Ezê çi bikim bi teşîrêseke mîna Şîrîna Wefayî? Ez keçeke hişyar, çavvekirî û fêrî zanînê bûyî dixwazim)
Em dikarin bêjin ku di vê serdemê de keçên hişyar, çavvekirî û fêrî zanînê bûyî jî ne kêm in. Lê ji ber serdestiya kultûr û çanda newekheviyê, ev zanîn û çavvekirîbûn jî li berjewendiya regezê serdest diçe û kiriye ku kultûra cudahiya jênderî bi şêweyekî nû û modern berdewam bibe.
Heta wê roja ku keç û lawên çavvekirî û fêrî zanînê bûyî pê li kevneşopiyên paşketî nekin û baweriyeke wan a tevahî bi wekheviyê dirust nebe û di pratîkê de bo cîbicîkirina wê hewlanan nekin, dê ev newekhevî û neyeksanî dom bike û bi dirûşmên xemilandî çareser nabe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse