Di nîvê şevê de, beriya 8ê Nîsana 2026an, dema ku nûçeya agirbestê ji Îslamabadê gihîşt navendên dîplomatîk, nirxê petrola xav a Teksasê ji bo radestkirina meha gulanê bi 112.95 dolaran hat girtin. Ev bi qasî ji sedî 68 zêdebûnek bû li gorî rojekê beriya destpêkirina şer. Heya sibeha 8ê Nîsanê, bihayê wê ji sedî 16.4 bi paş ve kişiya û daket 94.41 dolaran. Ev bû mezintirîn daketina rojane ya bihaê petrola Teksasê ji Nîsana 2020an ve. Bihayê borsayên Amerîkayê jî ji sedî 2 zêdetir bilind bû. Cîhanê hinekî bêhna xwe da ber xwe.
Lê bi rastî çima agirbest çêbû? Ya herî girîng dilgiranî û alozîya nav bazarên Amerîkayê ye, bi taybetî di demekê de ku di meha Çiriya Paşîn a îsal de, hilbijartinên navberê yên Kongreyê tên kirin. Gelo ev çend sedem bûn ji bo ku Trump agirbestê bike?
Ew petrola ku li Amerîkayê, şîrketên berhemhêner, bazirgan û parzûngeh bi wê re danûstandinê dikin, dikirin, difiroşin û vediguhêzin parzûngehan, di depoyên li (Cushing) ya eyaleta Oklahomayê de dihatin embarkirin. Rojane bi rêya boriyan bo parzûngehan tê veguhestin û di encamê de ji wir digihîje stasyonên sotemeniyê û digihîje destê welatiyên Amerîkî. Nirxê wê di rastiyê de 35 heta 40 roj beriya wê rojê ku bar tê kirin hatiye diyarkirin û dan û standin li ser hatiye kirin. Ev yek bi sedema xwezaya girêbestên paşerojê yên petrola Teksasê ye ku nêzîkî 35 heta 40 roj beriya dema barkirinê tên girtin û yekalî dibin. Her çend bihayê petrola Teksasê piştî ragihandina agirbestê bi rêjeyeke berbiçav daket nêzîkî 94 dolaran lê heman rojê parzûngehan petrola 112 dolarî ya ku zêdetirî mehekê berê kirîbûn bi dest xistin û dikirin benzîn û mazot. Ji ber vê yekê, heta piştî ragihandina agirbestê û erzanbûna nisbî ya bihayê petrolê li Amerîkayê, giraniya bilindbûna bihayê sotemeniyê ya li ser milê welatiyan dê zêdetirî mehekê jî bidome, heke ne zêdetir be. Bi gotineke din, her çend bihayê petrola sivik a Teksasê îro 94 dolar be jî, parzûngehan 112 dolar daye û bi 18 dolaran bihatir kirîne. Ew zererê dixin ser milê welatiyan û heta bihayê petrola xav zêdetir jî dakeve, ew heta dawiya vê mehê dê benzînê bi biha bifiroşin welatiyan.
Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê dibêje ku navîniya nirxê galonek benzînê (3.78 lître) ji 2.98 dolarên beriya şerê Îranê bo 4.14 dolarên niha bilind bûye û heta pêşbînî dike ku di berdewamiya vê mehê de bigihîje 4.30 û heta 5.0 dolaran jî.
Egera sistbûna aboriyê
Pêşbîniya saziyên darayî yên girîng ji bo egera sistbûna aboriya Amerîkayê heta destpêka Nîsana 2026an gihîştiye astekê ku di mehên herî xirab ên qeyrana darayî ya 2008an de nehatibû dîtin. (Goldman Sachs) egera sistbûna aboriya Amerîkayê di 12 mehên bê de ji sedî 30 bilind kiriye. Saziya Moody's egerê bi qasî ji sedî 49 daniye. Ev ne tenê pêşbîniyên akademîk in, belkî ev rapor her sibe têne xistin ser maseya Encûmena Aborî ya Niştimanî ya Amerîkayê.
Tiştê ku kir ev hejmar bandora xwe ya siyasî hebe, diyarikirina demekê bû. (Mark Zandi) yê ser bi saziya Moody's ve bi awayekî eşkere got, "Eger bihayê petrolê heta roja bîranînê (Memorial Day - 25ê Gulanê) di vê asta niha de bimîne, wê demê bi awayekî piştrast Amerîka dê bikeve nava sistbûna aboriyê."
Qebareya qutbûna dabînkirina petrolê gelekî mezin bû. Berhemhênerên Kendavê di meha adarê de nêzîkî 7,5 milyon bermîl di rojekê de berhemhênan kêm kiribûn. Heta tê çaverêkirin ku ev kêmasî di vê mehê de bigihîje 9,1 milyon bermîl ku mezintirîn şoka dabînkirinê ye di dîroka nû ya bazara petrolê de.
Her 10 dolarên zêdebûna nirxê bermîlek petrolê, salane nêzîkî 450 dolarên zêdetir barê aborî dixe ser milê her malbateke Amerîkî. Di lûtkeya şer de ku bihayê petrolê gihîşt 112 dolaran û bihayê petrolê 46 dolaran bilind bû, ev tê wateya zêdebûna xercên salane yên her malbatekê bi qasî 2,000 dolarî. Dibe ku 2,000 dolar nebe hejmareke pir mezin lê aboriya Amerîkayê xwedî taybetmendiyekê ye ku ew jî ev e; ji sedî 70yê giştê aboriya Amerîkayê li ser xerc kirin û bikaranîna ji aliyê welatiyan ve ye. Bi vê yekê, bilindbûna bihayê petrolê di nava salekê de zererê bi qasî 270 milyar dolaran dide aboriya Amerîkayê, heke bihayê petrolê di astên bilind de bimîne û agirbest nebe agirbesteke demdirêj. Li gorî texmîna Moody's ev yek zêdetirî ji sedî 1ê giştê hilberîna navxweyî ya Amerîkayê ji holê radike û dibe şokeke pir-alî ji bo aboriya Amerîkayê.
Hilbijartinên navberê yên meha çiriya paşîn
Di nav hemû wan sedeman de ku Trump neçar kirin biryara agirbestê bide, dibe ku ya herî girîng ew be ku çavkaniyên kovara Time ji Koşka Spî ve wekî (dilgiraniya herî mezin) a Donald Trump bi nav dikin. Ew jî hilbijartinên navberê yên Kongreyê ne di meha Çiriya Paşîn a 2026an de. Ew hilbijartin çarenivîs û pêkhatina Kongreyê heta sala 2029an diyar dikin û dikare hevsengiya hêzê ya di navbera Komarî û Demokratan de biguherîne.
Tony Fabrizio, anketkarê kevnar ê Donald Trump, anketek navxweyî kiriye ku eşkere dike şerê Îranê, roj bi roj navê serokê Amerîkayê xirabtir dike. Bihayê benzînê yê 4 dolarî, daketina bihayê borsayên Amerîkayê bo nizmîn asta çend salan û kuştina 13 leşkerên Amerîkî, ev hemû dilgiraniyên mezin in ji bo Serokê Amerîkayê. Heta hinek ji alîgirên Trump ên diyar dest bi rexnekirina şerê berdewam kirine. (Susie Wiles) seroka dîwana Koşka Spî û komeke biçûk ji alîkaran erkê wan e ku rasterast ji serok re bibêjin "Çi qasî şer dirêj bibe, ew qas metirsî li ser pozîsyona Komariyan di hilbijartinên çiriya paşîn de çêdibe.” Tê gotin ku Trump bi van hişyariyan dilgiran bûye û ragihandiye ku dixwaze dawî li şer bîne.
Rast e, bihayên petrolê li ser kaxezê daketine lê Tengava Hurmizê nehatiye vekirin. Her çend Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku Tengava Hurmizê ji bo hemû keştiyan û keştiyên Amerîkî jî vekirî ye eger karên dijminane nekin. Piştî ku Trump şeva borî got divê Îran Tengava Hurmizê veke.
Di rewşa asayî de rojane di navbera 100 û 120 keştiyên bazirganiyê re derbas dibin. Di 8ê Nîsanê de, piştî ragihandina agirbestê, tenê çar keştî derbas bûn ku her du yên wan keştiyên bazirganî bûn û ne keştiyên petrolhelgir bûn. Supaya Pasdaran bi awayekî eşkere ragihandiye ku tevî agirbestê jî, hîn kontrola stratejîk a tengavê di destê wan de ye. Îsraîl êrişên xwe yên bo ser Libnanê didomîne û her wiha êrişên Hizbulahê yên bo ser Îsraîlê berdewam in. Birêvebirê kargêr ê şîrkete keştîvaaniyê ya mezin ji televîzyona CNBC re gotiye ku nizanin di dema agirbestê de çawa dikarin di Tengava Hurmizê re derbas bibin û ya herî girîng ji bo wan ewlehiya tîmên wan e. Eşkere ye ku daketina bihayê benzînê li stasyonan çênabe eger dan û standinên Îslamabadê negihîjin encameke zelal û eşkere û Tengava Hurmizê bi temamî neyê vekirin.
Her çend wisa xuya dike ku agirbesta 8ê Nîsana 2026an karê dîplomatîk ê şahane yê Pakistanê be lê di binê wê de bihayên petrol û sotemeniyê, bihayên borsayên Amerîkayê û dilgiraniya ji hilbijartinên navberê yên meha çiriya paşîn, dibe ku mezintirîn motîvasyon bûbin ku Serokê Amerîkayê neçarî rawestandina şer bikin.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse