Peywendiya Mesîhiyên Silêmaniyê bi serkirdeyên Kurdistanê re
Yek ji taybetmendiyên Kurdistanê bi giştî û bajarê Silêmaniyê bi taybetî, çanda pêkvejiyana olan û kêmnetewe û çandên cuda ye. Bi sedan sal in Misilman, Mesîhî û her wiha heta sala 1950î ku hîn Cihûyên Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve bo Îsraîlê nehatibûn derxistin, li gorî welatên herêmê li Kurdistanê jiyaneke aram derbas dikirin. Silêmanî yek ji wan bajarên Kurdistanê bû ku em dikarin bêjin li ser destê Kurdên misilman, mesîhî û cihûyan hatibîye avakirin.
Claudius James Rich, siyasetmedarê îngilîz ku di nava Kurdan de bi (Mister Rich) hatiye naskirin, di geştnameya xwe ya sala 1820î de bo Silêmaniyê, hejmara niştecîhên bajêr bi (2000 malên misilman, 130 malên cihû, 9 malên mesîhiyên kildanî û pênc malên ermenî) diyar kiriye. Ev jî nîşana wê ye ku her ji destpêka damezrandina bajêr ve, xelkên ser bi olên cuda rû li bajêr kirine û bêyî tu pirsgirêk bi hev re jiyane.
Li vir ez naxwazim bikevim nava dîrok û koka Mesîhiyên Silêmaniyê, ya ku mebesta min e, têkiliya hinek kesayetên navdar ên Mesîhî bi sê rêberên Kurdistanê re ye.
Kerîmê Eleke û Melîk Mehmûd
Ebdulkerîm Elyas Pols ku bi (Kerîmê Eleke) naskirîye, di sala 1876an de li gundê (Hermote) li Koyeyê ji dayik bûye û di 25/1/1948an de li Bexdayê koça dawî kiriye. Kerîmê Eleke wek bavê xwe, bazirganekî navdar ê bajarê Silêmaniyê bû, bi taybetî jî bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê re têkiliyeke bazirganî ya bi hêz hebû. Ew bi malbatî mirovên nander û dilovan bûn; di dema tengasiyê de xwe li hemberî tu hejarekî bi xwediyê malê nedizanîn. Ji ber vê yekê, di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dema Silêmanî bi birçîbûnê re rûbirû ma, Kerîmê Eleke destên xwe yên camêrî û Kurdayetiyê vekirin, deriyê embarên xwe li ser xelkê vekir û piştgiriya hejar û neçarên bajêr kir; bi sedan kes ji mirinê rizgar kirin.
Kerîmê Eleke mirovekî xwendewar bû, dostanî û hevaltiya wî bi Şêx Mehmûdê Hefîd re dîrokeke dirêj hebû. Ji ber wê, gava Şêx Mehmûd di Kanûna 1922an de ala hikûmeta xwe(Meleketî Cinubî Kurdistan) li bajarê Silêmaniyê hilda, Kerîmê Eleke wek mirovekî Mesîhî û nîştimanperwer kir Wezîrê Darayî. Ew destpêşxeriya Şêx Mehmûd ji aliyê xelkê bajêr ve bi girîngî hat dîtin û êdî Mesîhiyên Silêmaniyê bûn beşekî jêneveqetiyayî ji dîroka hemdem a Silêmaniyê.
Mamoste Letîf Pols Serraf ku yek ji mamosteyên Mesîhî yên Silêmaniyê ye û min çend caran serdana wî kiriye, pirtûkek li ser dîroka Mesîhiyên Silêmaniyê nivîsandiye. Di derbarê têkiliya Kerîmê Eleke û Şêx Mehmûd de, çîrokeke camêrî û Kurdperweriyê ya Kerîmê Eleke ji min re veguhestiye. Gava Melîk Mehmûd ji aliyê Îngilîzan ve tê girtin û bo Hindistanê tê sirgûnkirin, Kerîmê Eleke di xema malbat û zarokên wî de dibe. Wek mamoste Letîf dibêje, gava malbata Şêx li gundê Jaseneyê bûn: "Kerîmê Eleke diçe serdana malbata Şêx Mehmûd û mîqdarek zêde dirav dixe zerfekê û ji hevjîna Şêx, Behê Xan re dibêje: “Wextê xwe Şêx Mehmûd ev dirav wek emanet li ba min danîbû da ku di dema tengasiyê de bi kar bînin, ez jî niha emanetê teslîmî we dikim” Hevjîna Şêx ku di rewşeke xirab de bû, pir kêfxweş dibe. Piştî ku Şêx Mehmûd ji Hindistanê vedigere, hevjîna wî jê re dibêje Heke Kerîmê Eleke ew dirav bo me venegerandiba, halê me wê xirab bûya! Şêx Mehmûd dibêje Diravê çi? û gava çîrokê dibîse, têdigihe ku Kerîmê Eleke çi camêrî û esaletek nîşan daye, ji ber ku Şêx ti carî drav li ba wî nedanîbû."
Kerîmê Eleke wek kurekî bajêr, gelek qencî bo Silêmaniyê kirin. Gava Îngilîzan Silêmanî bombebaran kirin, piraniya xelkê bajêr bi cih hişt lê Kerîmê Eleke neçû. Gava Îngilîz ketin bajêr û dîtin ew bi malbatî maye, matmayî man û jê pirsîn: "Tu çawa di bajêr de mayî?" Wî jî got: "Ez axperest im, naxwazim axa xwe ji bo ti kesî berdim."
Di dema bombebarana Silêmaniyê de, Mesîhî diçin serdana nûnerê bilind ê Brîtanyayê û daxwaz jê dikin ku dest ji bombebarana bajarê Silêmaniyê berde, ew jî bi gotina wan dike.
Têkiliya Kerîmê Eleke û Şêx Mehmûd berdewam dibe heta ku di sala 1948an de ew camêrê Silêmaniyê malavahiya xwe ji jiyanê dike.
Generał Barzanî û Dr. Nûrî Fetûhî
Dr. Nûrî biraziyê Kerîmê Eleke ye, di sala 1907an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1928an de li zanîngeheke Cenevreyê beşa pizîşkî qedandiye. Di sala 1935an de vedigere Silêmaniyê û di navbera 1942-1947an de dibe Midûrê Tenduristiyê yê bajêr. Ew yek ji wan pizîşkan bû ku alîkariya hejarên bajêr dikir.
Piştî tepeserkirina Şoreşa Yekem a Barzan, Malbata Barzaniyan, di nav de rêberê ruhanî Şêx Ehmedê Barzanî û birayê wî yê fermanrewayê leşkerî Mela Mistefa Barzanî, ji aliyê desthilatdarên Îraqê ve bo Silêmaniyê hatin sirgûnkirin. Barzaniyan, bi taybetî Mela Mistefa di navbera salên 1936 heta 1943 têkiliyeke berfireh bi rewşenbîr û kesayetên Silêmaniyê re çêkir, ku di nav de kesayetên Mesîhî jî hebûn. Yek ji wan Dr. Nûrî bû. Dostaniya wî bi Generał Barzanî re heta dawiya jiyana wan berdewam kir. Gava Barzanî di sala 1958an de ji Sovyetê vegeriya, yekser li dostê xwe yê dilsoz Dr. Nûrî Fetûhî pirsî û ew dît. Heya li ser daxwaza Barzanî, ew bû serokê tenduristiya Bexdayê. Di dema Şoreşa Îlonê de jî, ji ber vê dostaniyê, hikûmeta Îraqê ew ji karê wî dûr xist.
Kesayetiyekî din ê Mesîhî ku dostaniyeke nêzîk bi General Barzanî re hebû, Qeşe Yûsif Silêman Henna Perî bû. Mamoste Letîf Pols dibêje ku Qeşe Yûsif tu carî ji dostaniya xwe ya bi Generał Barzanî re veneşartîye û tu hesab ji bo wan metirsiyan nedikir ku dibe ku ji ber wê têkiliyê rûbirûyî wî bibe. Mamoste Letîf wêneyekî General Barzanî û Qeşe Yûsif Perî di pirtûka xwe de weşandiye ku dîroka wêneyê vedigere sala 1967an.
Qeşe Yûsif endamê PDKyê bû û ji destpêka ciwaniyê ve kete nava xebata Kurdayetiyê. Piştî Serhildana bihara 1991ê wek nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Vatîkanê kar kir. Di sala 2002an de li Parîsê koça dawî kir û li Silêmaniyê hat veşartin. Tora Medyayî ya Rûdawê belgefîlmekî bedew li ser hinek ji helwestên Kurdistanî yên Qeşe Yûsif Perî amade kiriye.
Mesîhiyên Silêmaniyê û Mam Celal
Mam Celal wek rêberekî siyasî, têkiliyeke berfireh bi mesîhiyên Silêmaniyê re hebû. Mamoste Letîf Pols dibêje ku Mam Celal di hemû şahî û xemên mesîhiyan de beşdar dibû, serdana dêran dikir û di cejnan de bi wan re bû. Mam Celal her tim digot, "Hûn xelkê resen ê vê axê ne, madem hejmara we kêm bûye, divê em bi hemû hêza xwe we biparêzin." Ji ber vê yekê girîngiyeke mezin dida nûjenkirina dêran.
Xelkê Kurdistanê berî hatina Îslamê, Xiristiyan, Cihû, Êzidî, Zerdeştî û Yarsan bûn. Gelo çi bi ser Mesîhiyên Kurd de hat? Gelo tu Kurd li ser ola Mesîhiyê neman? Ev mijarek girîng e û pêdivî bi lêkolînê heye.
Mesîhiyên Silêmaniyê xwe wek Kurd dibînin; bi ziman, çand û cilûbergên xwe, li kêleka Pîremêrd û Refîq Hilmî û kesayetên din ên bajêr, xwe fedaî ax û welatê xwe kirine.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)