Rola Dr. Nûredîn Zaza li Rojava

Dr. Nûredîn Zaza serokê yekem partiya kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, di sala 1919an de li Paloyê li nêzîkî Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, û ji ber ku malbata wî di sala 1925an de tevlî şoreşa Şêx Seîd Pîran li Bakurê Kurdistanê bibû, bavê wî Yûsif û birayê wî Dr. Nafiz ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve hatibûn girtin, û piştî ku ew serbest hatibûn berdan, Dr. Nûredîn Zaza ku wê demê temenê wî 7 sal bûn, li gel birayê xwe Dr. Nafiz hatibûn Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo bicih bibûn.

 

Dr. Nûredîn Zaza xwendina xwe ya destpêkîn heya bekaloriya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwendibû, û di pişt re berê xwe dabû welatê Iraqê û li Bexdadê di sala 1944an de demekê hatibû girtin, piştî serbestberdana wî li Iraqê, wî di sala 1945an de berê xwe dabû welatê Lubnanê û li Beyrûtê xwendina xwe ya bilind di beşê Zanistên Siyasî de li zanîngeha Frensî bidawî kiribû, û di pişt re, Dr. Nûredîn Zaza di sala 1949an de berê xwe dabû welatê Siwîsera, û li wir xwendina xwe ya Diktora di Felsefe û Zanista Civakî de li zanîngeha Lozanê qedandibû, û bawernameya Diktora di sala 1956an de bidest xistibû, herweha di dema xwendina xwe de li Ewropa, Dr. Nûredîn Zaza Komeleya Xwendevanên Kurd li Ewropa di sala 1949an de ava kiribû, û li gel hin hevalên xwe, Kovara Dengê Kurdistan derxistibû.

 

Sekreterê berê yê Partiya Hevgirtina Gelêrî ya Kurd li Sûriyê û di piştre sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, siyasetmedar Mistefa Cuma, ku aniha jî ew serkirdeyekî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê ye, li ser kesayetiya Dr. Nûredîn Zaza dibêje, ku Nûredîn Zaza xwedî karîzmayeke siyasî û civakî bû, û cihê xwe di nava civaka kurd de girtibû, û xelkê lê guhdarî dikir, ji ber wê ew bibû sekreterê yekem partiya Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

 

Piştî ku Dr. Nûredîn Zaza vegeriyabû Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, û li gel mamustayetiya xwe ya li Zanîngeha Şamê di warê Felsefê û perwerdeyê de, wî piştgiriya damezrandina yekem partiya kurd bi navê Partiya Demoqrat Kurdistan Sûriya kiribû.

 

Dr. Nûredîn Zaza di tomareke xwe ye dengî de dibêje, ku di dema damezrandina yekem Partiya Kurd de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hikûmeta Sûriyê ew tuhmetbar dikirin ku ew dixwazin Sûriyê perçe bikin û dewleteke kurdî ava bikin.

 

Dr. Nûredîn Zaza dibêje, ku piştî dadgehkirina wan, hikûmeta Sûriyê têgihişt ku wan tenê partiyeke kurdî ava kirine, û daxwaza wan ne perçekirina welatê Sûriyê ye, û wan tenê dixwest miletê xwe hişyar bikin, û ji bo azadiya Kurdistanê bixebitin.

 

Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdilhemîd Derwîş ku di heman demê de yek ji damezrînerên yekem partiya kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, dibêje, ku Dr. Nûredîn Zaza programa yekem a Partiya Demokratên Kurdî li Sûriyê, bi zimanê kurdî nivîsandibû, ku di 14ê Hizêrana sala 1957an de ji aliyê komek siyasetmedar û kesayetiyên kurd ve hatibû damezrandin, wekî Osman Sebrî, Ebdilhemîd Derwîş, Hemze Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan, Xelîl Mihemed, û Şêx Mihemed Îsa Mele Mehmûd.

 

Herweha Ebdilhemîd Derwîş dibêje, ku piştî salekê ji damezrandina wê Partiyê, Dr. Nûredîn Zaza jî tevlî wê partiya wan bibû, û di sala 1958an de bibû yekem serokê wê partiya kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

 

Dr. Nûredîn Zaza di sala 1960î de li gel hin hevalên xwe ji aliyê hikûmeta Komara Erebî ya Hevgirtî ve, ya di navbera Sûriyê û Misrê de hatibûn girtin, û ji ber xebata xwe siyasî ew demekê ji bo parêzgeha Siwêdai li Sûriyê hatibû sirgûnkirin.

 

Dr. Nûredîn Zaza di berevaniya xwe de li hember dadwerê Dadgeha Ewlekariya Dewleta Sûriyê gotibû: ((divê ku win rastiya hebûna miletê kurd li ser axa xwe li Bakurê Komara Erebî ya Yekbûyî bizanibin, ku ji mêj ve ta niha bi biraderên xwe yên Ereb re dijî, û ew miletekî xwedî ziman û filiklor û dîrokeke taybete, û girêdana wî bi van tiştan de, nebûye cihê jihevçûn û nexweşiyê di navbera kurd û Ereban de)).

 

Siyasetmedar Mustefa Cuma dibêje, ku dema Dr. Nûredîn Zaza li Beyrûtê bûye, peywendiya wî li gel xortên kurd baş bûye û ew fêrî zimanê kurdî dikrin, herweha hewil dida ku xelkê bi pirsa kurd de girê bide û di wî warî de xwedî rol bûye.

 

Di sala 1962an de, Dr. Nûredîn Zaza wekî nûner ji ber partiya xwe ve, tevlî hilbijartinên parlemantoya Sûriyê bibû, lê ji ber nîr û mercên wê dem û qonaxê, ew di hilbijartinên parlemantoya Sûriyê de biser neketibû, û di pişt re di sala 1963an de ew ji partiya xwe dûrketibû, ew jî bibû sedem ku Dr. Nûredîn Zaza di sala 1966an biçe Libnanê û li wir jî demekê hatibû girtin, û di sala 1967an de ji Libnanê û Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derketibû û berê xwe dabû Turkiyê û Bakurê Kurdistanê, û di pişt re di sala 1970î de careke din çûbû Siwîsera û li wir jiyana xwe berdewam kiribû.

 

Siyasetmedar Ebdilhemîd Derwîş dibêje, ku derketina Dr. Nûredîn Zaza ji nava partiya wan, ziyaneke mezin bû ji partiya wan re di wê demê de, ji ber ku ew siyasetmedar û rewşenbîrekî zîrek û jêhatî bû, û hevalên wan sedem bûn ku Dr. Nûredîn Zaza dev ji wê partiya kurd berde û vegere Siwîsera.

 

Kar û xebata Dr. Nûredîn Zaza ne tenê di warê siyasî de bû, wî di warê rewşenbîrî de jî kar dikir û xwedî gelek berhem bû, gelek nivîs û çîrokên wî di Kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de hatine weşandin, û hin pirtûkên wî jî hatine weşandin, û ji wan jî: Şerê Azadî, Memê Alan, Keskesor pirtûka kurteçîrokan ji aliyê weşanxaneya Nûdemê ve hatibû weşandin, û pirtûkek jî bi navê Bangek ji bo Miletê Kurd di sala 1982an de belav kiribû, û pirtûka Şivanê Kurd ya Erebê Şemo jî wergerandiye, herweha hin nivîsên wî jî hîn nehatine weşandin.

 

Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Dîlawerê Zengî dibêje, ku Dr. Nûredîn Zaza ne tenê welatparêz û siyasetmedar bû, lê ew nivîskar û wergêr û rewşenbîr bû, û ew nivîskarê kovarên Hawar û Ronahî bû, û êş û derd û azerên xelkê xwe dinivîsandin.

 

Herweha Nivîskarê kurd  Dîlawerê Zengî li ser Dr. Nûredîn Zaza dibêje, ku ew xwediyê berhemên wêjeyî bû jî, û bi wan berhemên wêjeyî, wî karîbû xwe bike neynika civaka kurd.

 

Dr. Nûredîn Zaza ji keçeke Siwêserî zewicî bû, û lawekî wî bi navê Şengo heye.

 

Di roja 7ê Cotmeha sala 1988an, Dr. Nûredîn Zaza di temenê xwe yê 69 salî de li welatê Siwîsera jiyana xwe ji dest dabû, û li goristaneke bajarê Lozanê hatibû binax kirin.

 

Ev zanyariyên derbarê xebat û çalakiyên Dr. Nûredîn Zaza de, ji aliyê hevkarê me di Tora Medyayî ya Rûdawê de, Imer Kalo weke belgefîlmekê hatiye amadekirin û roja Înê bo yekemîn car bi awayê deng ji Radyoya Rûdaw FM hatiye weşandin. Hûn dikarin li vir klîk bikin, daku wê bernameyê bibihîsin.