Dîktator û Dijber

 

Van rojan "xeyîdokên" AKPê, di rojevê de ne. Binavkirina weke "xiyanet", "qelş", "lîstika desthilatê" û bîrdoziya "lehengên" wê li aliyekî, bi pîvanên hevpar ên dîktatoran, bûyer hêjahî kolanê ye.

Evîna xêrnexwaziyê

Ev taybetmendiya hevpar a desthilatdaran e. Veqetiyên xwe, "di rojên dijwar de bi keştî-terikandinê", bi "hevpariya xêrnexwazan", "berjewendîperestiyê", "sîxuriyê", "plangeriyê", "xiyanetê" û hwd… tawanbar dikin. Lê li xwe qet kêmasî û xeletiyê nabînin. Pêdiviya dîktator, bi "dijmin" heye. Berê xulam û nokerên xwe dide wî hedefî, civakê bi wê dixapîne. Heke haya dijberê me, ji vê "rêzikê" tinebe, dikeve xefikê û winda dike.

Rêbazên dîktator

 

Şandeya "aştî û qanîkirinê", li deriyê dijber dide. "Dostaniyê", "rojên xweş" û "derfetên baş" rêz dikin. Bersiv nerênî be, gef didin dûv hev. Dîktatorî, keyfîtî ye. Dor tê xulaman, ku ew rûmetê di erzaniya gû de dibînin. Dosyeya dijber ji refikan dertînin. Wisa lê dikin, li dora wî ti kes namîne.

Di çapemeniya dîktator de qelemşorên xwefirotî, te dikin mijara mijûlahiya însanên ji rêzê. Wisa dibe ku malbata dijber jî dest bi gazindan dike: "Ma hêja ye?" Têrê nekir, sextekarên dadmendiyê dozger û dadger, di dorê de ne. Te ceza dikin. Roj û mehên te, li dadgehan diborin. Zora te diçe. Herî zêde jî helwesta "kevnehevalan". Ew rêya xwe ji te qut dikin. Ji hêrsê tu xwe dixwî. Xulamên duh, ên bi serê te sond dixwarim, vêga serê êrîşê dikşînin. Têrê nekir, benê kujeran vedikin. Tu birîndar an kuştî yî, xwe ji "şermezarkirinê" venadizin. Lê bi peyamê "bila ji yên din re ders be!" re.

Çima dîktator wisa dike? TIRS. Erê, dîktatorî tirs e. Dîktator ji dijberiyê ditirse, ji ber ku dijberî hêlîna wî ya sûcdariyê eşkere dike. Dîktator xwe bi pîrozahiyan vedişêrin. Lê bi rastî ew, wan hêjahiyan diherimînin. Ti sedem, rewatî nade dîktatoriyê. Dîrok dîktatoran şermezar dike. Lê çi hatibe serê wan jî, dîrok bi serfirazî qala dijberên şanaz dike.

Ma ew tenê?

Partiyên rikber, di rêzê de li benda te ne. Hêrsa xwe ya li himberî dîktator, ji tê dertînin. Ji ber ku tu jî, hevparekî dîktator bûy. Tu êdî navgînek î. Derdê te, êşa te, qet ne xema wane. Tu bi ya wan bikî, tu baş î. Heya ava te zuha bikin. Tu di nav dêr û mizgeftê de bênimêj dimînî. Dijberî şanazî ye, lê bi van xetereyan.

Rêya li ber te

 

Rêzika "abc"yî ya dîktatoriyê; li dora xwe hevalên destpêkê nahêle, lê bi awayê tinekirinê. Tolazan dixe ciyê wan. Ciwan xwîngerm in, zû tên zirtan. Ew, di dûv kursiyan de ne. Bi hêsanî tên lîstikê. Heya dor bê wan jî. Dibe hingê fêm bikin, lê êdî gellek dereng e.

Rewşa dijber bi her awayî dijwar dibe, Nikare êdî rake. Nikare xwe li ber bêbextî, derew, kurtepist û fesadiyan bigre. Derûnî tevlîhev dibe. Dudil dibe. Xwe nagre, xwe tavêje 'kevnehevalan'! Ji ber ku ew, xwekuştin e û mirina bêrûmet e. Ji ber ku ji dîktator lêborîn-xwestinê datînin ber û ew, ji gû-xwarinê xerabtir e. Yê wisa bike, nikare ji rûreşiya dîrokê bireve. Dibe dijberê me, berê rexneyên xwe tenê bide kesên li dora dîktator. Ev, xwe-xapandin e. Ji ber ku dora dîktator, fermanberên wî ne, bêyî wî nikarin bêhn bidin û bistînin jî. Tu tiştekî nekî, "ka binêre, nikare xwe xwedî bike!" Tu tiştekî bikî, "li pişt te derfetên dijmin hene!" Ev, tor û sektorek e. Bi hezaran kes, bi qeşmerî, sîxurî, xulamî û nokeriyê xwe xwedî dikin. Bêrûmetî, heya qirikê ye. Divê haya dijber ji van babetan hebe, nexwe wê zû bişemite. Û yê şemîtî, şewitî ye.

Şerê şanaziyê

 

Mirov nikare dewlemendî û rûmetê deyne ber hev. Lê ji bo gellekan, desthilatbûn û dewlemendî, rûmet e jî. Na. Ev, xelet e. Mirov çiqas bibe êsîrê desthilatdarbûnê, hewqas ji rûmetê dûr dikeve. Jixwe ji wêkê hîleta dîktator û xulamên wî, ji gotina rûmetê diçe. Dibe mirov bi ser nekeve. Lê "biserketin" jî, têgeheke îzafî ye. Dibe mirov hêjar bikeve. Dibe bê girtin û kuştin. Lê mirov şanaziya xwe, rûmeta mirovahiyê diparêze. Li aliyekî hevpariya gendelî û sûcdariyê, li aliyê din rûmet-parastin. Hûnê bêjin çi têkiliya 'dijberên' ji nav AKPê bi van gotinan heye? Erê, rastiya wan a vêga, ji mînakên min gellekî gellekî dûr e.

 

Dibe ji wan bendewarî, beredayî be. Ji bo min, di pirsa kurd de helwesta wan, wê bibe mifteya qedera wan. Û gava wan a ewilî, hêvî nade mirov. Dîsa jî; bi mînakê dîrokê hişyarî, wê di cih de be: Partiya Pêşveçûnparêz a Komarparêz (1924), partiya kevnehevalên Mustafa Kemal bû. Ew di bin serokatiya Kazim Karabekir de, li himberî dîktatoriya M. Kemal bûn. Lê Karabekir, Raperîna Şêx Seîd (1925) wek "xiyaneta nîştiman" bi nav kiribû û piştgirî dabû Zagona Aramiyê (Takrir-i Sükun). Û herwiha keys dabû M. Kemal, ku bi hêza wê zagonê wan yek bi yek bixwe û bi fermî wan bêrûmet bike.

 

Weke her carê; ewilî Kurd, dûvre dijberên tirk bibûn êm.