Bihayê şûşa dil bi çi qasî ye?

11-03-2016
Siyamend Serbilind
A+ A-

Ji min hebû ku kevirekî Kelha Amedê ji cihê xwe bileqe, dê dinya rabe ser dinyê. Ji min hebû ku lingekî minara çarling li aliyakî û hemû dîroka vî welatî li aliyakî bû. Ji min hebû ku Sûra ketibû lîsteya mîrata UNESCO’ yê dê bihêle raya giştî ya cîhanê bike şirîkê kula ku dilê me diguvêşe. Ji min hebû ku hizrmend û rewşenbîrên me yê li çarhawêlî cîhanê û welêt belav bûye dê ji ber vê kulê çav nedin ser hev û wê bi qelemşoriya xwe pûş têxistana eyarên wan berpirsana! Ji min hebû ku ji car û baran îcar vê derbê dê ‘Biratiya Dîn’ bi kêr bihataya. Çimkî vê derbê sedemên min yên xurt hebûn; bi sed hezaran miletê bêsûc û bêguneh bêgav xwe di nav şer û pevçûnê de dîtibûn û li kuçe û kolanan mabûn, bi sed hezaran zarok, xort û xama ji dibistanên xwe bi dûr ketibûn, bi hezaran kes di malên xwe de di rewşeke erzşikên de girtî mabûn, bi sedan kes hatibûn kuştin … nedibû ji evana re bigotana teror û piştguh bikirana.

 

Lê xwezîka min hêvî û baweriyên tewş û bêbinî ew qas sal û zeman di dilê xwe de kedî nekiribaya. Ezê kawik! Ma min ji ku re dizanîbû ev hestên min yê xwoşewîst wê li min bên xezebê û axir berê xwe bide min. Asoxî, li sûrê, cizîrê, nisêbînê, sîlopiyê û hezexê kevir li ser kevir nehiştin. Tu li ecêba giran, ne ji ber zilm û zordariya wek royê li ber çavan qewimî erd hejiya, ne bi qeweta nifiran kevir li ‘qesrê hinekan’ bariyan û ne jî qelemşorên me qelem tevlivandin yên diviya bibeziyana meydanê û neheqîya wan di çavê wan re bikiraya. Xwezîka min jiyan li pêş çavê xwe nekiribaya bihar û ji zivistan û payizan paqij nedîtaya. Niha her hêvî, her bawerî û her bendewarî  li min bûne kevir û kuçik û li ser serê min de dibarin û hey dibarin.

Ez tiştekî pirr miraq dikim. Ew jî ev e ku yên welat ji Sûrî bêferq kirin gelo xwe dispêrin çi hincetê? Çi sebeb ev tiştên wisa kirêt û qirêj rewa kir? Gelo çi ji rûyên xwe yî reş re kirin sitar û berê xwe dan qiblê, destên xwe vegirtin? kîjan bawerî, dîn, îman, felfese, zanist, vac yan jî rêyeke din ku pê de diherin, her çi be, destûrê dide vî şerê navxweyî yê bi vî çendî wêranker? 

Rayedarên dewletê, çaxa pirsên ji wan tê kirin (ku rojnamegerekî zirav neqetiyayî mabe û ew jî bi xwe re bibîne bipirse!) di tavilê de van hevokên jiberkirî yên pûç û qelp mîna papaxanan dupat dikin ‘em ê zirar û ziyana hemwelatiyên xwe bidin. Em ê mal û xanê wan ji nuh ve ava bikin, em ê ewlehî û aramiyê şûnde bînin û tiştên bi vî terhî li pêy hev rêz dikin. Nizanim ziyana li Silopî hatiye 82 mîlyon tl ye, ziyana Cizîra di ser hev de xerawerakirî ew qas mîlyon dolar e, nizanim em ê Amedê -hê xweşikî rê û peyarêyên wê nehatiye çêkirin- bikin Toledo! Tew lolo tew!

Dew tune fir bike, rûn difiroşe!

 

Lê ti kes qalê nake ka gelo ew lingê Minara Çarling ya dabûn ber guleyan hêjayî çi ye? Kerem ke biaqilo bikêlime ka tê Mizgefta Qurşûnlî ya hate şewitandin çawa bîne ser halê wê yê berê? Le ew dêrên hatiye rûxandin yên ermenî û keldaniyan? Tê gotin ku di nava Sûrê de hê dinyak Xwedê berhemên dîrokî yên din jî hatiye rûxandin. Lê nikarin eşkere bikin.

Termê qaşo hemwelatiyên te di binê bodrûman de, di kuçe û kolanan de bi hefteyan man, bêhn ketê, riziya we lê ho veneda. We çavê xwe neniqand û bi sedan kesên sivîl di çileyê zivistanî de avêtin  rast û pastan. Hejmara wan jî hîç ne hindik e; 250.000! De lo biaqilo! Te go ji ber çi hincetê? Kîjan hincet vê qebheta sor diguncîne? De ka ji min re bibêje we şûşa dilê ew kesên sirf bona dîn xwe li we girtibûn şikestin, parî û pirçik kir, hun ê çawa bicebirînin? Tibhê we ye ji xwe, hun zen dikin ku cihê her tiştî bi pera tê dagirtin. Hun bawer dikin ku hun ê qûna xwe ji vê qiyameta zilmê bi pera bişon!? Ne were! Ka bibêjin şûşa dilê ew qas însanên di fireke av de difetisîn, pîr û pal, zar û zêç, xort û xama, dê û bavî çend pere ye bi we!? Le ew qas hêsir, ew qas tirs, ew qas hilweşîn, ew qas hêviyên mirî, ew qas xewnên nîvçe mayî, xewên herimî, veqetîn , lêvelistîn, ew qas nifir, ew qas ax û wax? Dîroka dê hew zindî bibe ya we di ser serê xwe de rûxand le? Ew çend pere ye biaqilo? De lo rehme

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst