Dilovan

Taybetmendiyên hinek mirovan herweke wateya navên wan ciwan e. Dilovan di dilovaniyê de mîna navê xwe bû. Bawerî dana kurekî şehîd, ku ew ne bi tenê ye, piştgirîdana rojnamevaneke zîrek, ku pêwîste her zîrek bimîne, bi qasî nazdarkirinê giringî dayîna zarokên şehîd û enfalkiriyan, ji bîrnekirina dostan û rêzgirtina li hember tekoşerên dêrîn û kevin, hemû kesên nêzîkî Xwedê jê razî Dilovan Barzanî bin û wî nas bikinvan  taybetmendiyên wî tînin ziman.  

 

Dilovan di zortaniyeke zû de kete nav mezinbûneke pir bi berpirsiyar. Dema bavê wî koça dawî kir hê ew pir ciwan bû. Koçkirineke di nava çiya û koçberiyê de wisa kir, ku ew ji dost û hevalên xwe yên nav Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat re wiha bêje; “Divê hûn xweragir bin û koça dawî ya Kak Îdrîs Barzanî di nava pêşmerge de bi moraleke mezin pêşwazî bikin. Divê ev wek we palbide da ku zêdetir û bi hêztir kar û xebatê bikin, ne ku ev yek bibe astengiyeke mezin.”

 

Di heman demê de beşeke mezin a berpirsiyarî û serpereştiya xwîşk û birayên wî yên biçûk jî yek ji erkê ser milê wî bûye piştî şehîdbûna bavê wî. Vê yekê jî derfeteke zêdetir da birayê wî Nêçîrvan Barzanî  da ku bikare zêdetir bi kar û xebata siyasî ve mijûl bibe, bi taybetî di dema qonaxa dijwar a xebata siyasî û pêşmergetiyê de. Paşî vê xisletê di çavdêrîkirina gelek malbat û zarokên şehîdan jî de reng veda.

 

Kak Dilovan di gotinên xwe de dilovan bû. Di dema xeman de dengê wî zû dihate bihîstin û zû bi zû amade dibû. Ew yekemîn kes bû, ku piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî ya hevkara me, bi telefonê li gel min axivî. Wê demê li derdora bajarê Mûsilê termê şehîd Şîfa gihişte cem me, her wê gavê telefona min kir. Wî hestên min pir baş fam kir. Çimkî wî bi ezmûneke mezin a şahidiya şehîdbûn û şehîdperweriyê li gel min diaxivî. Wî baş dizanî ka wendakirina xoştiviyan tê çi wateyê. Herwiha di dema beşdarbûna şînê de pir bi dilovanî dizanî behsa wê hestê bike.  

 

Kak Dilovan di destpêka weşana televîzyona Rûdawê de hevkariya me kir û hinek dîmenên arşîvî yên serdema şoreş û xebata pêşmergetî ya beriya Raperîna sala 1991an pêşkeşî me kir. Ev di demekê de bû, ku ti dezgehekê ti arşîvek neda me, ji bilî Kak Dilovan û televîzyona Gelê Kurdistanê. Bi tevê peywendiya xwe ya li gel Rûdawê û herwiha pişeya wî, ku herdem agahdar bû û di nava karûbarên siyasî bû lê ti rojekê bi telefonekê jî li ser karûbarên edîtoryalî yên Rûdawê neaxivî.

 

Pir giringî dida arşîvkirinê û giringî dida hûrgûliyên vî karî. Carekî bi dûrûdirêj ji min re got ka divê çawa giringiyê bidin gotarên serok û serkirdeyan. Çimkî ew dibin şahidên mezin ên wan rojên dîrokî, ku piştî demekê ji bo lêkolînan pêwîst dike mirov li wan gotaran binere. Ji ber vê jî pir giring e, ku roj û cihê wan gotaran di dawiya gotaran de were destnîşankirin.  

 

Şîn û taziyeya mezin a Dilovan Barzanî hêjayê wî, malbata wî û partiya wî bû, ku ji roja dayik bibû heta roja çû ber dilovaniya Xwedê, bêyî post û kursî di nav de kar û xebat kiribû.