Alfabeya Kurdî ya hevpar
Bangladeş berî sala 1971ê, di bin desthilatdariya Pakistanê de bû. Wê demê zimanê Ûrdû wekî zimanê fermî dihat qebûlkirin û zimanê Bengalî hatibû qedexekirin. Xwendekarên Bangladeşî 21ê Sibata 1952yan ji bo parastina zimanê xwe xwenîşandanek li dar xist lê rûbirûyê midaxeleyeke dijwar a polîsên Pakistanê bûn. Di encamê de, yanzdeh xwendekar hatin kuştin.
Ev berxwedan bû sedem ku Pakistan sala 1956an neçar bibe zimanê Bengalî bipejirîne. Piştre, sala 1971ê Bangladeş serxwebûna xwe bi dest xist.
Ev mînak nîşan dide ku ziman çi qasî ji bo maneviyeta gelekî girîng e. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên asîmilasyonê, erka herî bingehîn a parastina nasnameyê ye.
Kurd bê zimanê xwe winda dibin, lewma divê em ziman wekî nirxekî pîroz biparêzin.
Mijara alfabeyeke hevpar ji bo hemû Kurdan her dem di rojevê de ye. Ev pirs bi taybetî çîna rewşenbîr, xwende û welatparêz eleqedar dike.
Ziman bingeha nasnameyê ye û alfabeyeke xurt jî bingeha zimanekî bpêşketî ye. Ev ne tenê daxwazek lê pêdiviyeke neteweyî ye.
Wekî ku nivîskar Osman Sebrî dibêje:
"Ger bixwazî welatparêziya kesekî nas bikî lê binêre ka ew çi qasî xwedî li zimanê xwe derdikeve."
Rewşa Niha ya Alfabeyê
Niha Kurd bi piranî pergalên bi tîpên Latînî û Erebî bi kar tînin. Her du sîstem jî li gorî dengên zimanê Kurdî hatine adaptekirin.
Hebûna çend alfabeyan di ragihandin û perwerdeyê de astengiyên mezin çêdike. Her çend Kurdên Qafqasyayê berê xwe dabin alfabeya Latînî jî dubendiya di navbera Latînî û Erebî de hîn berdewam dike.
Ji bo yekîtiya netewî û çandî, pêwîst e Kurd di bin banê YEK alfabeyekê de bigihîjin hev.
Avantajên alfabeyeke hevbeş
Yekkirina alfabeyê gelek sûdên çandî û teknîkî bi xwe re tîne:
●Yekgirtina Neteweyî: Alfabeyek hevbeş dibe sembola yekîtiyê û pêwendiya di navbera Kurdên her çar parçeyan de xurtir dike.
●Hêsankirina Perwerde û Çapemeniyê: Amadekirina pirtûk, ferheng û materyalên dîjîtal hêsantir dibe. Bi vî rengî, weşanên Kurdî ji hêla girseyeke berfirehtir ve tên fêmkirin.
●Ragihandina Navxweyî: Astengiyên di navbera zaravayan (mîna Kurmancî û Soranî) kêm dibin û dan û standina ramanî geş dibe.
●Pêşketina Teknîkî: Di serdema dîjîtal de, yekalfabeyî ji bo afirandina nermalav (software), klavye û sepanên (apps) gerdûnî derfetên mezin diafirîne.
●Danasîna Kurdî li Cîhanê: Sîstemeke standard hêsantir dike ku kesên biyanî fêrî Kurdî bibin û çanda me li qada navneteweyî baştir were nasîn.
●Ahengiya Zimanî: Dema hemû zaraveyên kurdî bi yek alfabeyê bên nivîsandin, ew bibe alîkar ku lihevhatinên di navbera zareveyan de bên dîtin û zimanekî nivêskî yê standard ê Kurdî bê bipêşxistin ku hemû Kurd jê sûd wergrin.
Zehmetî û astengiyên li pêşiya yekîtiyê
Li gel daxwaza piraniyê ji bo yekalfabeyê, hinek sedemên dîrokî û siyasî rê li ber yekitiyê digirin:
1.Dabeşbûna Siyasî: Kurdistan di nav çar dewletan de dabeş bûye û her dewletekê bandor li ser pergala nivîsê ya Kurdan kiriye.
2.Cûdahiyên Zaravayan: Hin dengên taybet di nav zaravayan de dibin sedem ku li ser standardekê lihevhatin zehmet bibe.
3.Nêrînên Çandî û Olî: Hinek kom ji ber girêdayiya bi çanda îslamî, alfabeya Erebî tercîh dikin û alfabeya Latînî wekî dûrketina ji kevneşopiyê dibînin. Ew alfabeya Latînî weke celebek “Rojavayîkirin” an jî dûrxistina ji kevneşopîya dînî dinêrin. Di vê çarçoveyê gotinên wekî “Latînî ye, Ladînî ye” (latînî bêdîn e) hatine bikaranîn.
4.Zextên Siyasî: Hikûmetên herêmî carinan standardîzekirina zimanê Kurdî wekî metirsiyekê ji bo yekparçeyiya xwe dibînin û li dijî wê derdikevin, ew standartîzekirina zimanê Kurdî wekî nîşana neteweperestiya Kurdî yan jî dewletbûnê dîtine.
5.Zehmetiyên Teknîkî: Veguhertina hemû pirtûk û materyalan bo alfabeyek nû, xebateke mezin û demeke dirêj dixwaze.
Latînî tercîha rast e.
Helbet piraniya van xalên ku li jor hatine diyarkirin ne astengên bingehîn in. Mixabin, carinan ev wekî hincetên mezin tên nîşandan û di navbera kurdan de dibin mîna kosp û dîwaran, her çend çareserkirina wan – bi taybetî di vê serdema ku teknolojî pir bi pêş ketiye de – gelekî hêsan be jî.
Zimanê Kurdî, bi dewlemendiya zaravayên xwe, neynika neteweyekê ye ku hîn nebûye xwedî dewlet. Di vê xebatê de mijara herî sereke, hewcedariya Kurdan a bi alfabeyeke yekgirtî ye.
Tevî ku îro Kurd pergalên cûda yên nivîsandinê (bi taybetî Latînî û Erebî) bi kar tînin lê daxwaz û argûmentên ji bo alfabeyeke hevpar gelekî xurt in, ji ber ku ev yek dikare wekî hêzeke mezin a yekîtiyê rolekê bilîze.
Her çend pejirandina alfabeyeke yekgirtî pêvajoyeke tevlihev be û bi zehmetiyên pratîkî, siyasî û çandî re rû bi rû bimîne jî ev hewldan ji bo paşeroja ziman û çanda Kurdî gaveke dîrokî û girîng e.
Di encamê de, ez dikarim bêjim ku ji bo alfabeya hevpar bijareya herî guncaw Latînî ye. Ji ber ku îro ev alfabe herî zêde tê bikaranîn, fêrbûna wê hêsan e, bi teknolojiyê re lihevhatî ye û ji bo bipêşketina zaravayan derfetên berfireh pêşkêş dike. Lê belê, hûrgiliyên vê mijarê babeteke din a nîqaşê ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)