Hebûna ziman û helwesta neteweyî
Nivîskar: Cano Şakir
Di nava her civakê de ziman ne tenê amûra axaftinê ye. Ziman hişmendiya neteweyî, bîranîna dîrokî û rûmeta çandî ya miletan e. Her peyv bi xwe re çîrokek ji rabirdûyê hildigre û her ziman jî awayê dîtina cîhanê yê miletekî nîşan dide. Ji ber vê yekê, parastina ziman tenê parastina peyvan nîne, ew parastina hebûn, nasname û pêşeroja gelan e.
Di demekê de ku gelek ziman di bin gef û tehdîdên siyasî û çandî de ne, girîngiya zimanê dayikê bêtir xuya dibe. Gelê ku zimanê xwe diparêze, di rastiyê de dîroka xwe, çanda xwe û hebûna xwe diparêze.
Ji bo gelê Kurd jî giringiya ziman bîra wijdan e, nasname ye, dîrok e û hebûna wî ye. Gelê ku zimanê xwe diparêze, bi rastî hebûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê, her gotin an her nîşaneya ku li dijî hest û hebûna ziman ya miletekî were dîtin, bêguman dê bersivek wijdanî, axlaqî û civakî jî bi xwe re bîne û biafirîne.
Di van rojên dawî de li bajarê Hesekê (Hisîça) yê Rojavayê Kurdistanê, nivîsandina li ser hin tepeliyan û nîşaneyan li ser hin dezgehan bi zimanê Erebî, bê ku Kurdî tê de cih bigire yan jî bi awayekî were diyarkirin, bû sedema helwest û nerazîbûna gelek kesan ji aliyê raya giştî ya gelê Kurd.
Reaksiyona vê civakê jî ji dîrokek dirêj a înkar û zordariyên zimanî ve tê. Ev mijar ji biryarekê yan ji nîşaneyekê zêdetir e, ev têkiliyek bi hestên neteweyî, mafê zimanî û xwe naskirinê re heye.
Rojava Kurdistanê her dem wekî cihê pirzimanî û pirçandî hatiye nasîn. Kurd, Ereb, Suryan û gelek ol û neteweyên din bi hev re dijîn. Lê pirzimanî tenê dema ku wateyê rast bigre ku hemû ziman bi rêzdarî û wekhev bên naskirin.
Heger zimanekî serdest were dayîn û yên din bên paşguhkirin, wê demê pirzimanî nayê wateya pêkvejiyanê û misogerkirina ziman û çandên din lê belê bi şêweyekî raste rast ev dibe amûreya qirkirinê.
Gelê Kurd bi sedên salan ji siyaseta înkar û qedexeyê derbas bûye. Zimanê Kurdî li herçar perçeyan qedexe bû, zarok ji zimanê dayikê dûr hatin kirin hîna jî ev prosesa ziman ya rast (doza zimên) didome, navên Kurdî hatin guhartin û çand hat talankirin. Ji ber vê dîrokê, îro mijara ziman li Rojavayê Kurdistanê bi hestekî neteweyî û xurt tê parastin.
Ji bo Kurdan ziman tenê hilbijartinek nîne, ziman mafê bingehîn û sembola hebûnê ye, lewra ji hemî demê û gavê zêdetir divê hewlest were dayîn.
Bi rasthatina 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî wê vê mijarê bêtir girîng bike. Ev roj ne tenê bîranîna rojnameger û nivîskar Mîr Celadet Elî Bedirxan e lê di heman demê de roja şiyarbûna neteweyî ye. 15ê Gulanê bangek e ku Kurdî divê di dibistanan, zanîngehan, medyayê, bazaran û hemû qadên jiyanê de bi hêz be.
Ger em bixwazin civakek wekhev û dadperwer ava bikin, di serî de Kurdî divê zimanên hemû gelan bi awayekî wekhev bên parastin. Lê wekhevî jî tê vê wateyê ku zimanê xwediyê welat û dîroka wê erdê neyê bêdengkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Kurdî divê li hember zimanên din ne wekî mêvan lê wekî zimanekî bingehîn û fermî were pejrandin.
Bûyerên li Hesekê di rastiyê de pirsên mezintir radixe pêş çavan û dîroka gelê Kurd êş û azarên wan derdixe holê.
Em dê çawa jiyanek wekî hev ava bikin? Em çi qasî rêzê bidin zimanên hev? Û gelo demokrasiya bê mafê ziman û çandê wê çi qasî pêkan be? Bersiva van pirsan dê paşeroja civakê û qedera me Kurdan diyar bike.
Di dawiyê de, parastina zimanê Kurdî ne dijî zimanekî din e. Ev parastina mafekî mirovî yê rewa ye. Gelê ku zimanê xwe diparêze, çanda xwe, dîroka xwe û rûmeta xwe diparêze. Bera roja 15ê Gulanê, bibe peyama bingehîn û parastina di serî de ziman û hemî mafên gelê Kurd. Ziman hebûn e vê hebûnê em biparêzin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)