Bijî Amedspor!

Amedsporê piştî têkoşîneke dirêj a bi salan, xewna bi mîlyonan Kurdên futbolhez pêk anî. 2yê Gulana 2026ê Amedspor bi hevrika xwe Îgdirspor re 3-3 beramber ma û derbasî lîga bilind a Tirkiyeyê, Lîga Super bû. Ev bûyereka dîrokî bû ji ber ku cara yekem e ku tîmeka futbolê ya bi vî rengî, bi nasnameya Kurdî bi navê Amedê dê li lîga bilind a Tirkiyeyê de bilîze.

Ev serkeftina Amedsporê, ne tenê li Diyarbekirê, li her warê ku Kurd lê dijîn, bi çoşeka mezin hat pîrozkirin.  Her çi qasî  Amedspor li gorî yasayên Tirkiyeyê hatibe damezrandin jî ev 16 sal in, ji ber ku tîmeka bajarekî Kurdistanê ye, ew rastî erîşên nîjadperestî, cudakarî, tundiyê tê.  Û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê her sal  ji wan re bi milyonan cezayê peran û hin cezayên din dibire.

Amedsporê bi van ew qasî zor û zehmetiyan jî heta îro li ber xwe da û bû şampiyon û dilê alîgirên xwe xweş kir. Yên keda wan di vê serkeftinê de heye pîroz dikim.

Ew coş û kelecana ku Amedsporê li ba Kurdên li çaraliyê cîhanê peyda kiriye, tenê bi futbolê nayê ravekirin. Girêdana hestên gelê Kurd ên bi Amedsporê ve, mijara civata Kurd e.

Kurd bi salan in platformeka azad digerin ku nasnameya xwe ya Kurdbûyinê derbibirin. Ew qadeka azad digerin ku helwesta xwe ya neteweyî nîşanî dinyayê bidin.

Kurd dixwazin ji bo hestên xwe yên neteweyî yên bi salan ji aliyê dagîrkeran ve tepeserkirî ye, dermanekî, çareseriyeka maqul bibînin.

Futbol nemaza Amedspor qadek e derveyî siyasetê, di wê qadê de Kurd tên ba hev, li wê derê çi êş be, çi çoş be, ew hestên xwe yên hevpar îfade dikin. Ji bo vê  serkeftina Amedsporê ne tenê serkeftinek futbolê ye, ew îfadeya destkeftiyeke dîrokî ye ku ji hêla nasnameyek tepeserkirî ve hatiye bidestxistin.

Bêdewletbûna Kurdan rê nadaye ku tîmeka Kurdan ya neteweyî hebe û Kurd jî wekî her millet piştgiriya tîma xwe ya neteweyê bikin.

Hezar caran mixabin ku li gorî bernameya FIFAyê ya xala 10an divê her tîmek xwedî dewletake serbixwe  be û ew ji aliyê  Yekîtiya Netewan ve hatibe pejirandin.  Loma jî  heta ku dewleteke Kurdan a serbixwe tunebe, 70 - 80 milyon Kurdên bêdewlet dê, bê tîmeka neteweyî bin.

Di nav 211 dewletên xwedî tîmên neteweyî de, hin dewlet hene ku hejmara runiştvanên wan qasî bajarekî biçûk yê Kurdistanê jî tuneye  lê ew xwedî tîmên netewî ne. Wekî:

  • San Marino (34.000 + nufis)
  • Liechtenstein (39.000+ nufis)
  • Seyşeller (100.000+ nufis)
  • Andorra (77.000+ nufis)
  • Izland ( 400.000 nufis.)
  • Cape Verde (575,000 nufis)

Nebûna tîmeke neteweyî, Kurd mecbur kirine ku ew wekî taximên, Amedspor, Zaxo, Dihok, Batman, Vansporê, ne wekî tîmeka herêmî yan li ser bajarekî lê wekî taximeke neteweyî bibînin.

Ji ber mezinbûna bajarê Amedê û nîjadperestî, tundî û neheqî ya ku li ser Amedsporê heye, wê di nav van taximên li jor hene xwe kiriye favoriyên Kurdan.

Gelê Kurd ew tundî, nîjadperestî, neheqî, êrişên fizîkî yên li Amedsporê tên kirin wekî êrişên li ser nasnameya Kurdan re tên kirin dibîne û wisa qebul dike.

Amedspor îro ne tenê tîmeka bajarê Diyarbekirê yan herêma Diyarbekirê ye, ew bûye tîmeka ku bi milyonan Kurdan temsîl dike. Ji ber vê yekê bû ku bi milyonan Kurd, li her çar aliyê dinyayê de, di nav du-sê saetan daketin kolanan û şampiyonbûna Amedsporê pîroz kir.

Ev hewldana Kurdan a ji bo Amedsporê baş nîşan da ku ew serkeftina Amedsporê wekî serkeftina nasnama xwe û têkçûna wê jî wekî êrişekê li ser nasnameya xwe dibînin.

Siyasetmedar an partiyên siyasî yên Kurdan, heta îro nekarîne hestên Kurdan ên  neteweyî derxin pêş û aîdiyateka kolektîv pêk bînin lê Amedsporê ew hestên aîdiyata Kurdî derxistiye pêş.

Kurd li maçên Amedsporê li hemberî dijberên xwe hebûna xwe bi rengên kesk, sor, zer û sipî, bi sirûdên ‘Kîne em, Kurdin em’ nîşanî wan didin. Ev fenomena li ba civata Kurdan serbilindiya kolektîv û hafizaya neteweperestî xurt dike.

Civata Kurd dema alîgirên tîma dijberên Amedsporê, êrişî wan dike jî wan êrişan wekî êrişa li ser Kurdbûnê dibîne û ev jî cudahiya Tirk û Kurdan xurtir dike.

Heyecana mezin ya ku Amedsporê di nav civata Kurd de çêkiriyê divê wekî îradeya hêza hafizaya Kurdbûnê were pejirandin.

Hewldana Amedsporê li ba Kurdên ku ji aliyê zimanê zikmakî, çand û folklora Kurdî qels mane ve atmosfereka pozîtîv a Kurdbûnê peyda kiriye.

Bi milyonan Kurdên ku li metropolên mezin dijîn, bi taybetî jî ciwanên Kurd bûne alîgirên Amedsporê û ew bêtirs li qadan piştgiriya Amedsporê dikin. Ew bi rêya Amedsporê nêzîkî zimanê xwe çand, folklor, muzîka xwe dibin.

Ji bo me Kurdan beşdarbûna Amedsporê di Lîga Super de xwedî sembolîzmeke civakî û çandî ye ku ji futbolê wêdetir e.

Ji ber ku Amedspor dê di sezona bê dê di Lîga Super a Tirkiyeyê de bilîzê, ew dê li hember tîmên dijber yên wekî Fenerbahçe, Beşîktaş, Galatasaray, Trabzonspor ku bi milyonan alîgirên wan hene bilîze.

Ev jî tê wateyê ku Amedsporê bi nasnameya xwe ya Kurdî ve, têkeva nav milyonan malan.

Nasnameya Kurdî yan hebûna Kurdan dê çi pozîtîf çi negatîf dê li Tirkiyeyê zêdetir bê minaqaşekirin.

Beşdarbûna Amedsporê ya Lîga Super ne tenê ji bo Diyarbekirê lê ji bo gelek Kurdên li çaraliyê cîhanê wekî tîmeke neteweyî ya sembolîk a Kurd were pejirandin.

Lîga Super dê rê bide ku nasnameya Kurd bi zimanê gerdûnî yê werzîşê ji hêla temaşevaneke berfirehtir ve were naskirin û pejirandin.

Ji bo gelek ciwanên Kurd Amedspor dê bibe deriyê herî bi prestîj ê futbola profesyonel.

Ev heyecana mezin a ku ev destkeftî di nav civaka Kurdan de çêkiriye ji bo jinûveavakirina moralê civakî û baweriya bi xwe ya Kurdan gelekî girîng e.

Belê xwendevanên hêja min hin hestên xwe yên ji bo Amedsporê bi we re parve kir.

Pir kes tîma Amedsporê dişibîne tîma Barcelonayê. Lê em dizanin ku Amedspor ne Barcelona ye, Kurd jî  ne Katalanin û herwiha Tirkiye ne Spanya ye û Tirk jî ne Spanyol in.

Lê em dizanin ku Amedsporê barekî giran girtiye ser milê xwe. De ka em dê bi hev re bibînin di paşaroj de Amedsporê heta kengî vê barî hilgire.

 Hêvî dikim ev heyecan û çoş mayende be. Carek din Amedsporê pîroz dikim.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)