Merhebayek û Nêçîrvanê Hûrgiliyan Agri Ismail

Xwînerên hêja;

Ez xwîner im. Belê, ez wêjeya cihanê û ya Kurdan bi zimanên Kurdî/Kurmancî, Îngilîzî û Almanî dişopînim. Û pir dixwazim ku çavderiyên xwe bi xwînerên din re parve bikim.

Ji ber vê sedemê, vê şûn ve ez ê hefteyê carekê nivîsekê binivîsim.

Ev serê çend salan e ku min dil heye ez podcastekê ji bona vê armancê bidim destpêkirin lê bi awayekî min ev yek nekir. Hêvîyeke veşartî ya dilê min jî ew e ku ev nivîs min motîve bikin ku ez vê xeyala xwe bi cih bînim.

Ez ê di van nivîsan de bêtir behsa kîjan pirtûkan bikim?

Çend kategoriyên min ji xwe diyar kirine hene. Bo nimûne ji bona destpêkê dixwazim ji wan nivîskarên Kurd ên li diasporayê bi zimanên biyanî dinivîsînin hin pirtûkan bixwînim û şîrove bikim.

Lê min şaş fehm nekin ha! Dema dibêjim “diaspora” û “zimanên biyanî” behsa zimanên dagirkeran û Kurdên bi zimanên wan dinivîsinin nakim. Yanê, Tirkî, Erebî û Farisî nav vê kategoriyê de nînin.

Ji ber ku ev ziman bi awayekî sîstematîk hewl didin ku Kurdî tune bikin, zêhn û jiyana Kurdan tev de dagir bikin.

Zimanên din ên biyanî, ên wekî Swedî, Almanî, Îngilizî aliyê Kurdên diasporayê ve tên bikaranîn, lê ti armanca van zimanan a taybet tune ku Kurdî ji holê rakin.

Temsîldarên vê kategoriyê Ronya Othmann, Fatma Aydemir, Agri Ismail, Balsam Karam û gelekên din in.

Kategoriyeke din jî nivîskarên jin in. Min dil heye hindek nivîskarên jin ji edebiyaya Emrikî, Afro-Emrîkî û Ewropî bi xwînerê Kurd bidim nasîn. Bo nimûne; Toni Morisson, Carson McCullers, Herta Müller, Jenny Hval, Jeanette Winterson û gelekên din…

Du kategoriyên ez ê teqez li ser bisekinim ev her du ne. Lê serê min bi hezar daxwaz û fikrên din jî diteqe!

Ditirsim ku sozên mezin bidim lê nikaribim van sozan bigirim. Lewma baştir e ku ez niha bi nivîsa yekem ve dest pê bikim û em bibînin ka çi dibe…

Mêvanê me yî yekem; Agri Ismail û pirtûka wî ya nûxurî: Hyper e.

Kerem bikin…

Nêçîrvanê Hûrgiliyan: Agri Ismail

Min navê wî cara yekem li kû bihîst? Nayê bîra min. Lê di bîra min de ma. Di bîra min de wekî pirsekê ma; Agrî yan Agirî?

Paşnavê wî “îsmaîl”. Yanê, ji başûr an rojavayê welêt e. Li wan deran navê bav, wekî paşnav tê qebûlkirin. Ew der, pirtikên wî welatê mezin in ku mijara paşnav, bi isûla Kurdan dimeşe.

Qey bêhna başûrê Kurdistanê ji navê Agrî Îsmaîl tê.

Pêşiyê bi Kurdî lê digerim. Ti tişt derbarê wî û romana wî de tune. Paşê bi Îngilizî. Hema bibêje her derê de heman hevok wiha derbas dibe; “nivîskarê Kurd î li Swedê dijî, li London, Dubaî û başûrê Kurdistanê parêzerî kiriye.”

Rûyekî wî yî xweşik û faykeyekî wî yî sor heye.

Çil û çar salî ye.

Agahiyên derbarê wî de yên şexsî tev de ev in.

Jixwe, ji bona xwînerê heq, ev qas agahî têr dike, heya zêde ye!

Ka werin pirtûka wî; Hyper!

Hypyer, romana nûxurî ya Agrî Îsmail e. Roman ji Weşanxaneya Penguinê der çûye û 339 rûpel e. 

Ji rûpela yekem pê ve, xwîner dibe mêvanê mala Rafîq Hardî Kermanj.

Mal, mala koçberan e.

Kurdistaneke piçûk e. Lê, li taxeke varoş a Londonê ye. Li wê derê, wê jûra mêvanan, li ser wê masê, radyoyek disekine. Yadîgarek ji Kurdistanê… Dibe ku li kêleka radyoyê rojnameyek hebe û du pirtûkên helbestan. Xwîner, ji wê derê dest pê dike û li nava vê malê de, ode bi ode digere.

Oda mêvanan, an jî salon, navenda malê ye. Her wiha navenda Kurdbûnê ye. Xwîner, an jî mêvan, tê li vê oda navendî çayekê vedixwe û dîsa vedigere diçe, da ku odeyên din, û her weha fragmantên Kurdbûna nifşê duyem ê Kurdên koçber bibîne.

Belê, xwîner li oda navendî çayê vedixwe û serdana odeyên din jî dike, lê belê kulfetên malê gelek caran nayên digel hevdu. Xwîner, hemû malbatê pev re ezmûn nake.

Ji ber ku kulfetên malê ji xwe û ji hevdu newan bûne. Dûr ketine. Mal li wê derê ye, lê kulfetên malê, rêya malê ji zû ve winda kiriye.

Rafiq Hardî Kermanj, yanê malxweyê mala wêran, ji başûr revîye rojhilatê, ji wê derê jî berê xwe daye Londonê. Aliyekî ve şanaz û bextewar e. Jiyana zar û zêçên xwe rizgar kiriye. Ew ji wî welatê wêran û xizaniyê derxistine û anînê li Ewropayê. Lê belê, çima xwe her sûcdar û piçûk hest dike?

Qey li Kurdistanê rêhevalên wî şer dikin, lê ew revîye?

Qey li vî welatê nû kesek wî nas nake, giraniya navê wî tune?

Qey zarokên wî li vî welatê nû winda dibin û diçin, lewma?

Ji bona bersivên van pirsan, biçin sazî û dezgehên Kurdan ên li Ewropayê û bikevin temaşeya rûyê Rafiq Hardî Kermanjan. Agrî Îsmaîl ev çavdêriya wisa berfireh, kûr û piralî kiriye û nivîsandiye ku wêneyekî tekûz yê êş, koçberî û xîreta şikestî ya Kurdan derketiye holê.

Mijara vegotina hûrgiliyên jiyanê û hestên veşartî de, hostetiya Agrî Îsmail ne ji hostetiya Arundhati Royê kêmtir e. Bi rastî pir meraq dikim gelo Agrî Îsmail, Arundhati Roy xwendiye yan na.

Xezal, yanê bermaliya malê, ji nava odeya mêvanan, mûtfaq û odeyên zarokên xwe de wekî xeyaleteke perîşan digere. Li Kurdistanê, ji xan-manên xwe hatiye sirgûnkirin. Li vî welatê nû, tik û tenê ye. Carna bi gilî gazin, hêrsa xwe bi hevjînê xwe Rafiq Hardî derdixe. Carna gunehê wê bi wî û xîreta wî ya şikestî tê. Gunehê Xezalê pê tê. Gunehê wê bi hevjînê wê tê, bi her du lawikên wê tê, bi koçberên Kurd ên li serê rêyan tê, bi Kurdên li Kurdistanê yên ku hê jî feqîrî û nijadperestiyê dijîn tê.

Lê belê, gunehê Xezalê, bi xwe nayê. Belkê ji ber vê sedemê jî, gunehê wê ti carî bi keça wê, yanê Sîverê naye.

Sîver ji bona Xezalê, warekî gumanbar e. Ew, ji Sîverê, ji laşê wê, ji jinaniya wê ditirse. Dixwaze wê veşêre, kontrol bike.

Qey lewma, Sîver dixwaze ji malê, ji dayikê bireve û biçe.

Gava xwîner, çaya xwe gum dike, Rafîq Hardî rojnameya xwe dixwîne û Xezal, bi gavên bêdeng, hêdîka diçe deriyê odeya Sîverê vedike.

Siverê komputera Laika vekiriye û ketiye MSNê. Kî dizane ew bi kê re dinivîse?

Lê tirsa dilê xwîner, tirsa dilê dê-bavê Sîverê, mîna nifirekê rast derdikeve.

Sîver, ji malê, ji Kurdbûnê, ji çarenûsa xwe direve.

Lê nizane gelo biçe kû derê.

Lewma, xwîner digel Sîverê diçe Bexdayê û ji wir berê xwe dide Dûbaiyê. Lê, maleke din, warekî baştir, aîdbûneke hêsantir peyda nabe. Sîver her bê mal dimîne.

Xwîner, digel Sîverê bi dilekî tevlihev, serekî gêj, tenêtiyeke kûr dikeve lêgerînekê.

Paşê em deriyê odeya Mo, yanî Mohammed vedikin.

Ew lawikê mezin î malbata koçber e. Baş dizane ku divê ew xurt, jîr û bêdeng be, yan na, ew ê nikaribe sax bimîne. Ew divê serê wê xîreta mêrane ya şikestî careke din rake. Ew divê çawa dibe, bila be, pere qezenc bike.

Mo, ew lawikê jîr lê xizan e. Li zankoyên baş dixwîne, digel zarokên dewlemendan didanişe lê her dudilî ye. Ew jî wek xwîşka xwe, Sîverê, dixwaze aîdî tiştekî din, jiyaneke xweştir, ew civaka derve bibe lê xeyaleta rabirdûyê her li pey wî ye.

Xwîner, digel Mo berê xwe dide civînên şirketên fînansê û jiyana xebatkarên wan karan. Ev cihaneke pragmatîst, sar û zehmet e. Nirxên baş û nebaş li serê her gavê diguherin. Mo xwe îro ji bona lehzeyekê aîdî wê cihanê hest dike lê lehzeya duyem dîsa li ber dêrî ye. Qezenckirina pereyan ji bona wî wek sembola serfiraziyê ye. Heya, vê yekê wisa bawer kiriye ku dildara wî jî eskortek e. Yanê, Mo bawer dike ku ew ê serfirazî, dildarî û aîdbûnê bi pereyan bikire. Belê pereyan qezenc dike û van sembolan dikire, lê çima ne serfiraz e?

Û ji wê derê re em berê xwe didine odeya sêyan, yanê oda lawikê piçûk, yanê Laîka.

Laîka lawikê piçûktirîn (virnîkê malbatê) ye. Ew nîşana, xeyal an fantaziyên dê û bavê xwe ye.

Zarokên pêşîn neçar dimînin ku barê dê û bavan hilgirin, zû mezin bibin û alîkariya dê bavê xwe bikin. Lê zarokên piçûktir, di nav vê sîstemê de her piçûk tên “hesibandin.” Ev yek jî azadiyeke tehl dide wan. Belê azad in. Lê, gelek caran berxwedan û serketinên wan nayên dîtin.

Laîka tev de “lawikê piçûk î malbata xwe” ye.

Dema ew tê dinyayê, Amerîka û Rûsya ketine rikeberiyê, bê kî pêşiyê diçe fezayê.

Rafîq Hardî, ku xwe wek Kurdekî Marksîst dibîne, di vî şerî de bê guman piştgiriya Rûsyayê dike û lewma navê lawê xwe dike Laîka.

Laîka çi ye?

Laîka navê wî kûçikî ye ku Rûsya wî dişîne fezayê.

Bi raya min, Agrî Îsmaîl vê derê de, bi hûrgilîyeke piçûk, derbarê fehm û feraseta siyasetmedarên Kurd û polîtîzebûna Kurdan de heqîqeteke xedar eşkere dike.

Du hêzên mezintirîn ên cîhanê bi hevdu re dikevin şer.

Kurdek, navê kuçikê yekî ji van aliyan li lawikê xwe dike.

Rafîq Hardî, bi vî awayî tevli qada siyasetê dibe. Yanê, miletê welatekî dagirkirî, çi qasî bikaribe tevli qada siyaseta dinyayê bibe, ew qasî dibe. Yanê, bi awayekî sembolîk, hîç nebe xuya dike bê ka ew alîgirê kîjan alî ye.

Rafîq Hardî, dixwaze lawikê wî bibe parçeyekî dinyaya modern. Lewma ew ji wî re komputerê dikire.

Xezal dilê xwe dike, naxwaze ew pereyê malbatê ji bo van cure tiştan dêrs bike lê Rafîq Hardî ya dilê xwe dike.

Laîka, li odeya xwe, li ber komputerê mezin dibe. Û ew bi rastî jî dibe parçeyekî jiyana modern.

Lê ew “modernbûna” Rafîq Hardî, ji dûr ve lê dinêrî, di dilê xwe de mezin dikir û modernbûna heyî ne heman tişt in.

Laîka, bi navê xwe yî absurd, bi seriyê xwe yî tevlihev êdî bê mal û bê welat e. Ew nifşê dawîn î malbata penaber a Kurd e.

Di rûpela 328an de dema Laîka diçe Kurdistanê, da ku bavê xwe yî mirî binax bike, dibîne ku ew welatê dê û bavê wî her behs dikirin, ew cihê efsûnî di eslê xwe tune.

“Laîka hest kir ku ev yek wî nearam dike. Wî di tevahiya jiyana xwe de bi awayekî hêsan, wisa xeyal kiribû ku welatekî wî heye ku ew ê bê zehmetî xwe li wê derê baş û aîd hest bike; lê niha dema ku laşê Rafîq Hardî di tabûtê de, ji rêyên çiyayî re serebejêr diçûn, ji nişke ve niqûtî dilê wî; ew cihê esfûnî tune bû. Dawiya dawîn, dema ku ew çû mala xwe, dît ku wî malek tune.”

Belê, em bi çavên bi hêrs, dilekî xemgîn xatirê xwe ji Rafîq Hardî û malbata wî dixwazin.

Agrî Îsmaîl hosteyê hûrgilî û detayan e. Ew her dîmenê bi peyvan wisa dihûne ku tê bibêjî dîmeneke nêzikî heqîqetê derdixe holê. Lehengên wî dijîn. Mirovên heqîqî ne.

Ez bûm heyranê Agrî Îsmaîl. Min dexesîya wî kir û got; xwezî min ev pirtûk binivîsiya!

Lê xwedêkirî wî nivîsand û min xwend.

Hûn jî bixwînin!

Hêvî dikim, weşanxeneyeke Kurdan di demeke nêz de wergerîne Kurdî û her xwînereke Kurd bikaribe vê berhemê bixwîne.

Mala te ava be Agrî Îsmaîl!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)